Roza Kahya: Rêya sêyem Tifaqa Demokrasiyê ye 2022-04-05 09:10:16   STENBOL - Endama SYKP’ê Roza Kahya da zanîn ku beyî HDP’ê tifaq nabe û ev di Newrozê de baş hatiye dîtin û got: “Gel gotina xwe got. Rastiya xwe nîşan da. Riya sêyemîn tam jî Tifaqa Demokrasiyê nîşan dide.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) demek dirêje banga Tifaqa Demorkasiyê kiribû û wekî gava yekem di 18’ê çile de bi 7 partiyan re hat avêtin.  Der barê pirsgirêkên li welat de gavên şênber di vê çarçoveyê de tê avêtin. HDP di civîna yekem de bi Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Gel a Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Meclîsa Sosyalîst û Malên Gel (SMF) re hatin gel hev.   Bêtehemuliya li hember Newrozê   7 partiyan di çarçoveya ‘lêgerîna rêya sêyemîn’ de di 26’ê sibatê de duyemîn civîn pêk anîn. Bi tevlibûna nûnerên EMEP, TÎP, TOP, SMF, EHP û Malên gel re civîn hat kirin. Di gelek sernavan de gavên şênber hatin avêtin. Her wiha biryar hat girtin ku di nîsanê de li Stenbolê Mîtînga Mezin a Aştiyê pêk bê. Piştî coş û peyamên Newrozê li hember rêveberên HDP û Komîteya Tertîp a Newrozê operasyona binçavkirinê pêk hat û polîsan bi ser HDP’a Kartalê de girt, kesên nasnameya wan nediyar bi çekê êrîşê avahiya HDP’a Erdemlî ya Mersînê kirin. Li hember HDP’a Gazîemir jî êrîşa faşîzan pêk hat.   Endama Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst  (SYKP) Roza Kahya jî der barê pêvajoyê de, der barê êrîşan de, tifaqa demokrasiyê de axivî.   ‘Li hember HDP’ê alava zextê hat avakirin’   Rozayê got HDP’ê di 2015’an de bi hemû pêkhateyên xwe bi coş û kelecanek mezin çûye hilbijartinan û di wê hilbijartinê de gelan qezenc kiribû û piştî hilbijartine di pêvajoya Mijdarê de li hember HDP’ê alava zextê ketiye meriyetê û got: “Ev piranî bi pêvajoya bombebaranên DAIŞ’ê pêk hatin. Hewl dan gel biçewisînin. Hewl da kes danekeve kolanan.”   ‘Taktîka bindestkirinê derket holê’   Rozayê destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li hember HDP û pêkhateyên HDP’ê ye, li hember hemû kesên ne alîgirên desthilatdariyê pêk hatiye û wiha daxuyand: “Ji wê rojê heta vê pêvajoyê her tim zext û çewisandin ji aliyê AKP û MHP’ê ve pêk hat. Taktîka serdestkirinê serîtewandinê derket holê. Bi nîqaşên hilbijartina zûr e krîza aborî girantr bûye. Civak bi krîza aborî re ketin demek bi pirsgirêk.”   ‘Em bi rihê serkeftinê çûn Newrozê’   Rozayê balkişand ser berxwedana karkeran ya her diçe belav dibe û got ew ê biser kevin û wiha vegot: “Em bi vê hişmendî û enerjiyê çûn Newrozê. Em bi rihê serkeftinê çûn Newrozê. Dirûşmeya Newrozê wisa bû.  Me Newrozeke ku ne tenê HDP’î û pêkhateyên HDP’ê tevlî bûne, Newrozeke ku her kes tevli bû pîroz kir. Tifaq Mîllet hewl dide vê pêvajoyê biguhere pêvajoya hilbijartinê. Dixwaze civakê ji vir de rêxistin bike. Di çalakiyên krîza aborî de dibêjin neyên provakasyonan û dernekevin kolana. Gotin em ê bersiva xwe di sindoqê de bidin. Lê civak ne di sindoqê de li kolanê her tim bersiva xwe dide. Yek ji van jî Newroz bû.”   ‘Ev pêvajo bê HDP’ê nabe’   Rozayê got beyî HDP’ê tifaqekê nafikirin û wiha anî ziman: “Me got di vê pêvajoyê de wê dînamîka jin, ciwan, bindest, karker, kedkar ji kîjan bawerî û nasnameyê dibe bila bibe em ê bi hev re derxin holê. Di vir de nîqaşên ‘Riya sêyem’ destpêkirin. HDP’ê bi tifaqên sosyalîst çep re ket xebatên ‘riya sêyemîn’. Ev pêvajo bi tu awayî bê HDP nabe.  Em bi hev re çûn Newrozê. Newroz yek ji çalakiya mezin bû. Me bi hev re xebatên Newrozê kir. Heta em çûn Newrozê me li kolanê bi hev re xebat meşandin. Beriya Newerozê me kampanyayek ‘Em ê biguherin’ meşand. Em bi xebatên xwe der barê bandora krîza aborî ya li ser civakê çûn Newrozê. Di Newrozê de bi hezaran bi mîlyonan bersiva herî mezin da desthilatdariyê.”   Wê bi karker, jin û ciwanan re pêvajo bê meşandin   Rozayê destnîşan kir ku li welat krîz û xizanî ne tiştekî nûye û bi destê AKP û MHP’ê giran bûye û pêşkêşî sermayê hatiye kirin û ev krîz girantir bûye. Rozayê ev tişt bil ev kir: “Di vê esasê de jî me gotina kampanyaya ‘Wisa derbas nabe’ ava kir. Li dijî kesên ku pêşkêşî sermayê dikin em ê bi bjin, ciwan û karkeran re bin û me nêrîna nîqaşa ‘riya sêyemîn’ jî di vê esasê de ava kiriye.  Ji ber vê jî ‘riya sêyemîn’ tam jî Tifaqa Demokrasiyê ye.”