'Tecrîda li ser rêberê me bandoreke mezin li ser civakê dike' 2022-04-05 09:04:23   KOBANÊ - Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Edlê Ehmed Bekir têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin û wiha got:"Ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser civakê dike. Serokatî nefesa gelê kurd e, eger ew tune be gelê kurd jî tune ye. Rêber Apo ji bo me jinan gelekî xebat da meşandin, jin bi fikir û felsefeya wî rêxistin û artêşa xwe ava kir."   Ev 24 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirk û hêzên komploger ên pê re alîkar î xwestin bi vê komployê gelê kurd tune bikin û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji gel qut bikin, ji bo wê jî Tirkiye bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kar  tîne. Roj bi roj tecrîdê girantir dike û derfetê nade malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pê re têkiliyê daynin.    Di derbarê vê mijarê de Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Edlê Ehmed Bekir ji ajansa me re nirxandin kir.   'Tecrîda li ser rêberê me bandoreke mezin li ser civakê dike'   Edlê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrida giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a bi rojane girantir dibe, bi rastî em şermezar dikin. Ev tecrîda li ser rêberê me bandoreke mezin li ser civakê dike. Ev tecrîd li ser gelê kurd tevahî ye. Serokatî nefesa gelê kurd e, eger ew tune be gelê kurd jî tune ye. Rêber Apo ji bo me jinan gelekî xebat da meşandin, jin bi fikir û felsefeya wî rêxistin û artêşa xwe ava kir. Jin di jiyanê de kire wateya herî pîroz."   'Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê jin rakir ser lingan'   Edlê di domandina axaftina xwe de bi lêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêya jiyana azad ji jinê re ava kir û wiha da pê axaftina xwe: "Rêber Apo ji bo azadiya jinê têkoşîna herî mezin da meşandin. Jin îro xwedî rola herî girîng e. Rêber Apo jin di nava civatan de kir cihê çareseriyê. Serokatî hişt ku jin xwe perwerde bike, xwe bi rê ve bibe, her wiha bû sedem jin di nava siyasetê de bibe xwedî roleke bi bandor û cihê xwe di her qadên jiyanê de bigire. Ev yek jî ji serokatî dest pê kir ji ber ku wî perwerde derxist holê û ji bo jinê xebateke  mezin kir. Her wiha 4'ê Nîsanê bi berxwedana ku li Îmraliyê bi salan berdewam dike dê bibe serkeftina li dijî hewldanên qirkirin û têkbirinê. Li her çar parçeyên Kurdistanê jin rakir ser lingan. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin bi nav û deng bû."   'Bi fikir û fesefeya Rêber Apo jinê serî li ber dagirkeriyê netewand'   Edlê di nava axaftina xwe de diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jin bû xwedî dewlemendiyeke mezin û wiha got: "Îro jina kurd di her alî de cihê xwe girt û têkoşîna xwe berdewam kir. Bi taybet têkoşîna me bi xwe ji KCK'ê dest pê kir. Avesta, Besê, Bêrîtanan jî bingeha têkoşîna azadiyê ava kirin. Bi vî rengî jî jinê xwe bi rêxistin kir û di nava cîhanê de bû mînaka aştiyê û sembola berxwedanê."   '4'ê Nîsanê li te pîroz be, serokê me'   Edlê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê tu carî dev ji xeta têkoşîna azadiya jinê û azadiya Abdullah Ocalan bernedin û wiha got:"Ev çend sal in ji bilî gelên kurd, tu kes behsa mjiara tecrîda giran a li ser Rêber Apo nake. Tu dewletên garantor an jî rêxistineke ku behsa mafên mirovan dikin vê yekê li ber çavan derbas nakin. Ji ber serokatî projeya Netewa Demokratîk ava kiriye û tevahî gelan hembêz kiriye. Xwestin vê projeyê hilweşînin û tevliheviyê di nava netewan de çêbikin lê dîsa jî çi dibe bila bibe heta kêliya dawiyê em ê li pey fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Em tu carî dev ji xeta azadiya jinê û azadiya Rêberê xwe û civakê bernadin û heta dawiyê jî ji bo azadiya Rêber em ê li ser piyan bin. Em weke jin dibêjin 4'ê Nîsanê li te pîroz be, serokê me û dê di vê salê de azadiya tevahî gelan teqez bibe."