Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya li Mexmûrê bi coşek mezin didome 2022-04-04 10:24:30   MEXMÛR - 14’emîn Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê ya di roja fînalê de bi coşek mezin didome.   14'emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ê ya ku ji hêla Qada Perwerdê ya wargehê ve hatî organîzekirin didome. Mîhîcana ku îro dê bi dawî bibe de çalakiyên cuda tên li darxistin.    Serê sibê xwendevanan bi dar çandinê dest bi çalakiya xwe kirin. Piştre jî bi cil û bergên kurdewarî û bi alên xwe berê xwe dan qada Navenda Çand û Hunera Mexmûrê. Piştî kombûna girseyê bername bi rêzgirinê dest pê kir.    Hevseroka Qada Perwerdê mamoste Bêrîvan Kaya axivî û got: “Di destpêkê de em jî weke qada perwerdê 4’ê Nîsanê di dest pêkê de li Rêber Apo, girtiyên zindanan û li tevayî gelê ku daxwaza azadiya xwe dike pîroz dikin. Em vê mîhrîcanê diyarî rêberê xwe dikin. Ji ber rêberê me di vê rojê de ji dayik bûye, em vê rojê weke rojbûna Gelê Kurd dibinin. Em bi ruhê 8’ê Adar û Newrozê rojbûna Rêber Apo pêşwazî bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev mîhrîcan bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo, em bi van pîrozbahî û coşa gelê xwe me bersîvek da dijminê Gelê Kurd. Em li vê derê 14’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ji bo em li xwe û zimanê xwe xwedî derbikevin, her sal weke kevneşopî em vê mîhrîcana çand û werzîşê li dar dixin em di wê hêviyê de ne ku salên pêşiya me em ê vê rojê bi rêberê xwe Rêber Apo re pîroz bikin.”   Pîştî axaftina Bêrîvanê pasteya ku hatî amadekirin hat birin. Pîştre jî koma dengbêjiyê û pêşbaziyên dengbêjiyê ya di navbera dibistanên seretayî de derket ser dikê.   Hejayî gotiniyê ku wê pîştî nîvro jî bi pêşwaziyên werzîşî yên weke torbe, hêk, meşa mêrû, mast, pêşbirka zanistê û pêşbirka govendê ya di navbera dibîstanên seretayî de derket ser dike û wê heta êvarî berdewam bike û pîştre ji wê encam werin xwendin.