Jinên li Botanê: Em azadiya serokê xwe dixwazin 2022-04-03 09:01:36     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Jinên Botanê bal kişandin ser rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Bi girankirina tecrîdê re pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Pirsgirêk bi azadiya serok dê çareser bibe. Azadiya serok jî bi yekitiyê pêkane."    Amadekariyên ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Di 73'yemîn rojbûna Abdullah Ocalan de welatî dê carek din berê xwe bidin gundê Amara ya navçeyê Xelfetî a Rihayê. Jinên Botanê bi minasebeta 4’ê Nîsanê ji ajansa me axivîn.    'Em ê her tim azadiyê binîn ziman'    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê Zeynep Begenîr, anî ziman ku ew jî dixwazin wek hemû gelên cîhanê di nav jiyanek wekhev û azad de bijîn û wiha got: “Kesên ku dibêjin ez mirov im ji bo girtiyan û Îmraliyê dengê xwe bilind bike. 4’ê Nîsanê nêz dibe û dilê me xemgîn e. Ev demeke dirêje serokê me di nava çar dîwaran de tê girtin û tecrît li ser tê meşandin. Îro ne bi tenê serok di bin tecrîdê de ye. Hemû girtiyên ku di nav çar dîwaran de tên girtin di bin tecrîdê de ne. Gelek girtiyên nexweş jî di nava çar dîwaran de nayên berdan. Îro ev tecrît li ser wan tê meşandin. Girtiyên me li ber mirinê ne.”   ‘Ji bo çareseriyê divê tecrîd rabe'    Zeynep, destnîşan kir ku li hember tecrîda girankirî divê gel rabe ser piyan û wiha berdewam kir: "Demeke dirêje tecrîdek giran tê meşandin em jê tu agahî nagirin û em ji ber rewşa wî bifikarin. Destûrê nadin ku malbat û parêzerên wî biçin hevdîtina wî. Bila dewletên navneteweyî çavê xwe li hemberî mijarê negire û bila bêdeng nebin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî divê tecrît bê rakirin û serok azad bibe. Encax serok dikare vê pirsgirêka kurd çareser bike.  Hêviya me ew e ku serok di vê rojbûna xwe ya îsal de azad be.”   'Azadî û aştî jî bi serok pêkane’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê Besna Ozturk jî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got: “Li girtîgehan tecrîdeke mezin heye. Bi girankirina tecrîdê re pirsgirêka ku kurd jî kûr dibe. Dixwazin vîn û nasnameya kurdan tune bikin. Ji ber vê yekê jî şer zêde dikin. Ger ku serok azad be dê pirsgirêka kurd jî çareser be. Ji ber vê yekê jî mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Em dixwazin deriyê Îmraliyê vebe. Daxwaziya me îsal ew e ku serok azad be û di nav gelê xwe de be. Hêviya me ew e ku di vê 4’ê Nîsanê de azadî û aştî ava bibe û ev zilm bi dawî bibe. Ji xeynî azadî û aştiyê tu daxwaziyek me tuneye. Azadî û aştî jî bi Serok pêkane.”   'Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek'   Dayika bi navê Behiye Bîlîr jî 4’ê Nîsanê ne pîroz kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez bang li qada navnetweyî dikim ku ku bila guh bidin dengê kurdan. Hêviya me ew e ku 4’ê Nîsanê bibe wesîleya rojên xweş û aram. Niha li hemberî Gelê Kurd û girtiyan tecrîdek heye. Bi girankirina tecrîdê re rewşa girtiyan jî di xeterê de ye. Em jî wek hemû gelên cîhanê serokê xwe dixwazin. Em jî daxwaza ziman, nasname û çanda xwe dikin. Ev jî hemû bi azadiya serok pêkane. Em naxwazin dilê dayikan êdî bişewite. Banga me ji çar parçeyê Kurdistanê ew e ku li hemberî bindestiyê dengê xwe bilind bikin. Em 4’ê Nîsana îsal bi dilek xemgîn pêşwazî dikin. Lê ji bo şikandina tecrîdê bila dengê xwe bikin yek û rabin li ser piyan. Divê em tecrîdê bişkînin û serokê xwe azad bikin.”