Welatî ji ber qeyrana aborî ji dan û stendinê destvala vedigerin 2022-04-02 09:09:25   Sema Çaglak   AMED - Jinên ku diçin dan û stendinê di vê meha Ramazanê de destvala vedigerin malê. Jinan diyar kir ku  heke nikarin welat rêve bibin bila zêdetir  wan perîşan enekin û dest ji desthilatdariyê berdin.”   Her diçe ji ber qeyrana aborî welatî bêzar dibin û li dijî bihabûnê hêrsa wan a li hember desthiladariyê zêde dibe. Desthîlatdariya ku ji rewşa welatiyan re xwe korr û kerr kiriye, bi hincetên cûrbecûr hewil dide ku mijara qeyrana aborî ji rojevê derxîne. Li gorî Daneyên ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK -AR) ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê bûye 4 hezar û 927 TL, sînorê xizaniyê jî bûye 16 hezar û 52 TL. Enflasyona salane ji sedî 76,39 zêde bûye.   Jinên Amedî ku li dijî zêdebûna bûhayê zêde yê tê kirin bertek nîşan dan, destnîşan kirin ku welatî ji ber qeyrana aboriyê dema diçin dan û stendinê destvala vedigerin malê.   ‘Em êdî nikarin hilmê bigirin’   Ayten Koç(65), diyar kir ku bi mûçeyê teqawîtê tu pêdiviyên xwe nikare bîne cih û ji neçarî deyn li ser deyn dike. Ayten, wiha nerazîbûna xwe yên li dijî qeyrana aboriyê nîşan da: “Ez ne dikarim fatureyên xwe bidim ne jî dikarim dan û stendinê bikim. Niha fatureya min  a gazê 710 TL hatiye. Min gaz jî gelek kêm bi kar aniyê lê ez mat mayî mam ku ewqas zêde hat. Heke em goşt bistînin nikarin hêkan bistînin. Heke hêkan bistînin nikarin şîr û pênir bistînin. Kirêya mala min ji 1500 TL derxistine 2000 TL. Ez 250 TL aîdat didim. Ji aliyek din ve jî faturayên wekî din tên jî hene. Ez mûçeyê teqawît digirim û ew jî têrî nake. Em êdî nikarin hilmê bigirin. Xwediyê xanî dibêje ji xanî derkeve, ez çawa derkevim. Ji bo ku ez derkevim divê pereye min têrî min bike, pereye depozito lazim e. Ez di vî temenê xwe de çi bikim nizanim. Ne dikarim şeker bistînim ne jî rûn. Dibêjin rûn bi kar neyinin lê em çawa xwarinê çêkin. Xelk êdî birçî ne. Ne tenê ez, hemû kes divê rewşê de ye.”   ‘Divê ev rewş were guhertin’   Ayten di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna bihayê goşt jî û destnîşan kir ku êdî kes nikare xwe nêzî goştê bike. Ayten wiha berdewam kir: “Jixwe me nedikarî goşt bistanda û goştê ku me distend me dikir parçeyên biçûk û dikir xwarinê têra me bikira. Niha êdî nema dikarin wî jî bistînin. Em dikevin meha remezanê lê em ji bo remezanê tu tiştek jî nikarin bistînin. Jixwe deynê min pir zêde ye, li benda vekirina banqayê me ku biçim deynê krediya xwe bidim. Hêviya min ji vê jiyanê nemaye. Ez 65 salî me, dil dixwest ku di vê temenî de jiyanek aram bijîm.  lê em tu tahmê nagrin ji vê jiyanê. Divê ev rewş were guhertin. Divê mûçeyê me bê zêdekirin û alîkarî ji kesên teqawîtbûyî re were dayîn.”   ‘Qeyrana aborî bandorê li ser derûniyêa me jî dike’   Nûpelda jî anî ziman ku ew tenê li zêdekirina bihayê temaşe dikin û wiha axivî: “Meriv dixwaze dilê malbata merîv çi dixwaze bistînê lê têrî nake. Hertişt gelek biha ye û di warê derûnî de jî bandorê li mirîv dike. Ev çend sal in ez nikarim bi rêk û pêk pêdiviyên malê bistînim. Em bi bêrika vala diçin marketan. Xurmeya ku di meha remezanê de divê li ser hemû sifreyan hebin nayê sitendin. Min kulmek xûrme sitend 50 TL. Nexweşiya roviyan bi min re heye. Divê ez xwarinên bi proteîn bixwim.  Lê lîtreya şîr 10 TL ye. Jixwe hêk û pênîr nayê sitendin. Êdî em goşt jî tenê li qesab dibînin.  Dibêjin Tirkiyê welatekê di aliyê cotkariyê de dewlemend e. Lê em nikarin nan bistînin.”   ‘Divê li dijî qeyrana aborî hemû kes bibe yek’   Nûpelda, destnîşan kir ku heke hemû kes ji tiştekê nerazî be wê demê tiştekî terz tê kirin heye. Nûpelda, diyar kir ku heke nikarin vî welatî birêve bibin bila zêdetir welattiyan perîşan nekin û ji desthîlatdariyê dakevin û wiha pêde çû: “Ne ji cotkariyan re piştgirî heye ne jî ji welatiyan re. Beravajî her tişt biha dibe. Em dixwazin mihtacî kesî nebin û bikaribin debara xwe bikin. Divê li dijî qeyrana aborî hemû kes bibe yek.”   ‘Xwendevan şûna xwendinê dixebitin’   Xwendevan Fatma Îlver jî diyar kir ku xwendevan ji qeyrana aboriyê gelek zêde bi bandor dibin û wiha axivî: “Her tişt gelek biha ye. Mixabin êdî xwendevan li şûna xwendinê aboriyê difikirin û ji bo ku debara xwe bikin dixebitin. Ez hem dixwînim hem jî dixebitim. Ji ber ku ji xwendevanan re piştgirî nîne. Xwendevan ciwantiya xwe nikarin bijîn. Hêviya wan ji peşerojê nema ye. Gav avêtin jî bi pere ye. Divê ji bo qeyrana aboriyê demildest çareseriyek were dîtin.”   ‘Bûdçeya ku bide welatiyan ji bo şer tê dayîn'   Elîf Yilmaz jî destnîşan kir ku welatî li şûna lîsteya pêdiviyên malê zêdetir li etîketan dinihêrin û wiha berdewam kir: “Ez ji bo zanîngehê xwe amade dikim lê ji ber vê qeyranê çawa bixebitim nizanim. Ji ber ku ne dikarim biçim dersxaneyek ne jî dikarim pêdiviyên xwe yên pirtûkan bînim cîh. Malbata min jî nikare pêdiviyên min e perwerdehiyê bîne cih. Em êdî ditirsin ku biçin marketan. Bi hinceta şer bihayê her tiştî zêde dikin. Bûdçeya ku bidin welatiyan ji bo şer tê dayîn. Ev ne rast e û hemû gel jî hay ji van polîtîkayan heye. Êdî bes e.”     ‘Êdî bes e’   Emîne Abdu jî yek ji welatiyên ku ji ber qeyrana aboriyê nikare danustandina xwe ya remezaniyê  bike ye. Emîne, wiha bertek nîşanê qeyrana aboriyê da: “Hevjînê min astengdar e û mûçeyê wî yê astengdariyê heye. Wî muçeyî divê em ji bo pêdiviyên wî bi kar bînin lê ji ber bêkarî û ji ber qeyrana aboriyê em neçar dimînin ku wî pereyî ji bo malê bi kar bînin. Jixwe ew jî têrî nake, her tişt gelek biha ye. Me ji berê de rûnê  ku bi 40 Tl yan distend niha bûye 150 TL distînin. Li mala me du nexweşên me hene. Ez ji ber vê qeyranê nikarim li wan binêrim û loma gelek xemgîn dibim. Em pênir û nan jî nikarin bistînin.”