'Em hewl didin pênûsa Evîn Buldan li erdê nehêlin' 2022-04-02 09:06:52   Medya Uren    AMED - Rêhevalên rojnamevan Evîn Buldan a ku di 2'yê Nîsana 2017'an de jiyana xwe ji dest dabû têkildarî wê axivîn û gotin: "Ya ku têkoşîna Evînê ji me re kiriye mîrate jî hezkirina wê ya ji pîşeya xwe bû. Bû 5 sal ew ne di navbera me de ye. Em wê bi hesret bi bîr tînin.”   Edîtora rojnameya rojane ya Kurdî Rojeva Medya ku bi KHK'ê hatibû girtin, Evîn Buldan di 2'yê Nîsana 2017'an de ber bi êvarê ve li ber mala xwe di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Evîn a 27 salî li dijî surgun, komkujî û zextan di çand û ziman de israr kir.  Bi ser şehadeta Evînê re 5 sal derbas dibin, rêhevalên wê yên kar wê her tim bi bîr tînin û dibêjin ew ji bo rêya me ronahiyek e.   'Kurdewar bû'   Nevîn Alkan di destpêka axaftina xwe de qala kesayata Evînê kir û got: "Evîn di aliyê kar û xebatên xwe de pir sekeftî bû. Ji ber ku evîndarê rojnamegeriya kurdî bû. Bi taybetî jî têkiliya wê ya kurdewarî şayanê qalkirinê bû. Ji van mînakên herî sereke ev bû ku qet tirkî nediaxivî. Timî di zimanê kurdî de bi israr bû. Weke her kurdî jî li hemberî hêzên serdest xwedî bertek bû û di jiyana xwe ya rojane de jî vê berteka xwe nîşan dida. Bi taybetî tenê axaftina bi kurdî jî bertekek mezin bû. Ji ber vê sedemê jî kesayetek wê ya cuda û balkêş hebû."   'Herî dawî min rûyê wê yê bi ken dît'   Nevînê roja şehadeta Evînê bi bîr anî û got: "Di roja şahadeta wê de ez bi destûr bûm, beriya rojekê me hev dîtibû. Wê demê jî ew nobedarê saziyê bû. Di aşxaneyê de paqijî dikir û min xatir jê xwestibû. Ew tim rûken û kêfxweş bû. Wê rojê jî bi henekî ji min re digot 'Keyf keyfa te ye, sibe dora te û dusibe jî dora min e ez ê bi destûr bim'. Roja destûrê jî hevalên me xeber didin û dibêjin Evîn nexweş ketiye û em li nexweşxaneyê ne. Mixabin di cihê ku qeyrana dil derbas dike de jiyana xwe ji dest dide û em nagihêjin wê."   'Em hewl didin pênûsa Evîn Buldan li erdê nehêlin'   Nevînê herî dawî jî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mirinek zû bû. Ango mirin li hinek kesan nayê û yek ji van kesan jî Evîn bû. Rûyê wê yê bi ken ji bîra me neçû. Beriya Evînê bikeve hundir, dengê kenê wê dihat me. Hezkirina wê ya jiyanê di dilê wê de mezin bû û qet baweriya kesî bi mirina wê nehat. Piştî wê weke ku bêdengiyek di saziyê de çêbû. Jixwe rojname bi KHK'yê hate girtin û weke berdewamiya wê Xwebûnê dest bi weşanê kir. Em niha cardin xebata xwe Ii vir didin meşandin. Em hewl didin têkoşîna wê zindî bihêlin. Em hewl didin ku pênûsa wê li erdê nehêlin. Ji ber ku mirovek wisa hêja bû ku tucarî nayê jibîrkirin. Em ê di kar û xebatên xwe de jî wê bidin jiyandin."   'Tenê bi kurdî diaxivî' Dîlan Aydin jî 5'emîn salvegera şahadeta Evîn bi bîr anî û wiha got: "5 sal in ku Evînê ne di navbera me de ye. Loma axaftina li ser wê û zindîkirina bibîranînê gelek zor e. Bibîranîna wan kesan ji bo me peywireke. Min 3 salan di rojnameya rojane ya Kurdî Rojeva Medya ku bi KHK'ê hatibû girtin de, bi Evînê re xebat da meşandin. Ew xwedî kesayetek kêfxweş, dildar û kelecanî bû. Di aliyê kurdewariyê de bi taybetî gelek hestiyar û dilsoz bû. Ji ber vê sekna xwe jî ew tucarî bi zimanê biyanî nediaxivî. Tenê bi kurdî diaxivî. Bi taybetî dema qala şehîdan dihat kirin ew pir hesas nêz dibû. Girêdana wê ya bi nirxên xwe ve zêde bû. Ev kesayeta wê jî pir bal dikişand ser xwe. Her tim jî bala min dikişand ser xwe."   'Mirovek xwezayî bû'   Dîlanê da zanîn Evînê miroveke xwezayî bû û wiha berdewam kir: "Evînê hevalek serwext bû. Rihekî zarokatî jî pê re hebû. Ango çanda xwe, zimanê xwe û zarokatiya xwe ji bîr nekiribû. Li aliyekî jî weke mirov ji qalibê xwe mezintir be. Seknek wê ya wisa hebû. Kêm zêde ji qalkirinên wê em dibûn şahidê şert û mercên jiyana wan a bi zehmet. Di şert û mercên dijwar de mezin bû. Tevî wê jî ji jiyanê  hez dikir û bi evînek mezin hembêz dikir. Mirovek xwezayî bû. Tê zanîn bi taybetî li Tirkiyeyê mirov rojnamevanek jin be, gelek zor e. Lê jinên kurd di şert û mercên zor de karê xwe bi hezkirin dan meşandin. Ya ku Evîn ji me re kiriye mîrate jî hezkirina pîşeya xwe bû. Em wê bi hesret bi bîr tînin."