Sarah ya ji akademiya jîneolojiyê: Hevaltî têkiliya di navbera jinan de mezin dike 2022-04-02 09:05:44   Derya Ren   AMED - Xebatkara Akademiya Jîneolojiyê Sarah Marcha da zanîn ku bi îdeolojiya azadiya zayendî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş xistiye, piştgiriya mezin daye têkoşîna jinê û got: “Bandor û destkeftiya herî mezin a Abdullah Ocalan a li ser jin û civakê hevaltî bû. Hevaltiya ku Rêbertiyê li ser hemû civakê empoze kiriye, niha têkiliyeke mezin a di navbera jinan de ava dike.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Îmraliyê tê girtin di 4’ê Nîsanê de dikeve 73’yemîn saliya xwe. Di serî de gelê kurd û gelên din vê rojê wek vejîna nû digirin dest û fikr û ramanên Abdullah Ocalan ji bo rizgariya gelek gelan bû hevî.   Fikir û nêrînên Abdullah Ocalan li gelek welatan tên nîqaşkirin û jîneolojî jî ku wek zanista jinê ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat pêşxistin, di qada mafê jinan de xebatan dimeşîne û akademîsyen, aktîvîst, xebatên akademî û kovarê dimeşînin.   Yek ji jinên ku li Parîsê xebatên jîneolojiyê dimeşîne û dema pêvajoya şoreşa Rojava dihat jiyîn têkoşîna azadiya kurd nas kir, Sarah Marcha ye. Sarahê der barê 4’ê Nîsanê û Abdullah Ocalan de nirxandin kir.   *We têkoşîna azadiya kurd çawa nas kir?   Di 2015’an de bi berxwedana Kobanê re têkoşîna kurdan di çapemeniya cîhanê de cih girt. Bi şoreşa jinê re min têkoşîna kurd û têkoşîna jinên kurd nas kir. Têkoşîna li wir dihat dayîn di esasê de tenê li dijî DAIŞ’ê nedihat dayîn. Min dît ku pergala tê avakirin alternatîfa li dijî pergala heyî ye. Di 2016’an de li Parîsê konferansa jîneolojiyê pêk hat. Min li wir Jîneolojî ji nêz ve nas kir. Bi nîqaşkirina jîneolojiyê min ji lêgerînên xwe re bersiv dît. Bêguman wê pêvajoyê min paradîgmaya serokatiyê nas kir. Ez piştî vê li Brukselê tevli atolyeya Jîneolojiyê bûm.   *Hûn paradîgma wekheviya zayendî ekolojîk û demokratîk a Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?   Gelek têkoşînên li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm, binpêkirin û zayendperestiyê hebûn. Di dîrokê de yên rastî binpêkirinan hatine li berxwe dane. Ligel vê analîzên mezin hatin kirin. Lê ev analîz ji pergala kapîtalîst re nebûn bersiv, alternatîf. Ji ber xwe ji modernîteya kapîtalîst xilas nekirin. Tevgerên femînîst, tevgerên çep-sosyalîst li dijî dagirkirinan bedelên mezin dan. Lê li dijî êrîş û tasfiyeyan serhildanek radîkal pêk nehat. Dema min paradîgma serokatiyê xwend, min fêm kir ku rêya ew dide ber me ji kapîtalîzmê xilas bûn û  avakirina pergalek nû ye. Modernîteya demokratîk a hewl tê dayîn bê avakirin jî di encama senteza dîrokî ya mirovahiyê û jinan de derket holê. Em îro dibînin ku ev pergal bi têkoşîna jinên kurd tê avakirin û rizgariya jinên hemû cîhanê tê hedefkirin.   *Fikra netewa demokratîk a Abdullah Ocalan li Rojava dikeve jiyanê. Jiyana hevpar a li Rojava tê avakirin çi nîşanê gelan da?   Di encama têkoşina azadiya kurd de şoreşa Rojava pêk hat. Ev şoreş diyariyê hemû cîhan û jinê hat kirin. Ji ber gelê kurd xwe bi felsefeya serokatiyê û îdeolojiya wî, xwe bi rêxistin kirine. Jinên Rojava li dijî rejîma Sûriyeyê rêxistinek mezin afirandin. Mînakên şênber ên rêxistinbûna wan jî derketin holê. Ev encama têkoşîna azadiya kurd a 40 salî bû. Her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn bû hêvî. Ji bo pergala kapîtalîst û hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê bû bersiv. Pergala li Rojava tê afirandin di encama têkoşîna jinan de pêk hat. Îro fikr û îdeolojiya serokatiyê li ser vê pergalê li hemû cîhanê tê bihîstin. Destkeftiyên li Rojava ji bo avabûna pergalek nû bû hêvî. Her jin, her gel reng, hebûna xwe bi modelek nû ava kir.    *Ji îdeolojiya rizgariya jinê heta jîneolojiyê piştgiriya Abdullah Ocalan a ji bo têkoşîna jinê çibû?   Bandor û destkeftiya herî mezin a Abdullah Ocalan a ji bo jin û civakê hevaltî bû. Ger ku em bixwazin tiştekî ji nû ve ava bikin divê em tiştên pêwist ên çê pêk bînin. Hevaltiya ku serokatiyê li hemû civakê empoze kiriye, di niha navbera jinan de têkiliyek mezin diafirîne. Cihên ku fikr, têkoşîn û dîroka jinan lê zindî dibe akademiyên Jîneolojiyê ne.    *Hûn di alî pratîk û teorîk de jinên jinên kurd a di têkoşîna jinê de çawa dinirxînin?   Dema em perwerdeyê didin jinan mînaka me ya herî mezin têkoşîna jinên kurd e. Em hewl didin ji ser tecrubeyên jinên kurd xebatên xwe bimeşînin. Têkoşîna ku jin didin di rayagiştî ya cîhanê de tê dîtin. Bi mîrateya têkoşîna jinên kurd jîneolojî hat avakirin. Di van akademiyan de ji rêxistina jinan bigirin heta gelek mijaran nîqaş tên meşandin. Carnan xitimîn tên jiyîn lê di roj bi roj têkoşîna jinan xurtir dibe. Di her xebatên em dikin de em ji jinên kurd mînakan didin.   *Abdullah Ocalan ji 1999’an de ye di bin tecrîdê e ye. Hûn hiqûqa ku Tirkiye pêk tîne çawa dibînin û nêzîkatiya Ewropayê çawa dinirxînin?   Piştî hilweşîna Rusya Sovyet şûnde yekem hêza li dijî hêzên hegemonîk têkoşîyan PKK û jinên kurd bûn. Îro ji ser serokatiyê tecrîd tê meşandin. Li aliyê din jî hewl didin modela azadiyê ya serokatiyê tune bikin. Ji ber gelê kurd koletiyê qebûl nake, tecrîdê li serokatiyê ferz dikin. Rêber Apo di sedsala 21’ê de ji bo azadiya jinan bû hêvî. Ligel vê pêşiya azadiya jinên cîhanê jî vekir. Rêber Apo di salên 90’î de dibêje ‘azadiya Kurdistanê azadiya hemû jinên cîhanê ye’. Vê gotinê ji bo jinên enternasyonel peywirek girîng bar kir.    Di esasê de dewlet li dijî tecrîdê bêdeng namînin. Ev ji xwe rastiya wan e, yên tecrîdê pêk tînin ew in. Ji bo me ya esas ev e ku nêzîkatiya dewletan û pergal bê guhertin. Azadbûna serokatiyê tê wateya pêngava şoreşê ya cîhanê. Ger em jin û hemû gel bibin yek em ê bi ser bikevin. Ev rewş ji bo Kurdistan û gelê kurd jî derbasdar e. Kurd ji berê de li berxwe didin. Ji bo gelên cîhanê mînak in. Em ê bi pêşengiya jinên kurd têkoşîna xwe bidomînin.   Têkoşîna azadiya kurd ji bo gelek aliyan bû moral û hêzek mezin. Lê bêguman ev kedek mezin dixwaze. Ji ber vê jî em xeyalên hevalên xwe yên jin ên kurd ên şehîd ketine baş dizanin û wek peywir dibînin. Em ê xeyala hevalên xwe ku dixwestin Rêberê Gelê Kurd azad be, pêk bînin û em ê rêber Apo azad bikin.   *4’ê Nîsanê Rojbûna Abdullah Ocalan e. Ew jî vê wek vejîna yekem vedinasîne. Bi vê wesîleyê hûn dixwazin çi bêjin?   4’ê Nîsanê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo me hemûyan rojek girîng e. Rojbûna serokatiyê vejîna fikir û nêrînên nû ye. Manîfestoyên serokatiyê bûye wesîleya vejîna nû. Serokatî ji zarokatiya xwe de pêşengiya analîzkirina dîroka jin û gelan kiriye.    Sala Abdullah Ocalan hatiye dinê peymana Transatlantîk hatiye îmzekirin. Lê piştre wek NATO guheriye. Bêguman ev bûyerek sembolîk e lê girîng e. Bi vê peyman û planê re pêşiya binpêkirina gelan hatiye vekirin. Lê di heman dîrokê de li Kurdistanê Abdullah Ocalan hatiye dinê û serokatiyê li dijî plana tunekirina civakê fikra afirandina nû ya civakê derxistiye holê.   Ji bo min 4’ê Nîsanê rojeke gelek watedar e. Niha krîz û kaosek mezin li cîhanê tê jiyîn. Divê jin xwe bi rêxistin bikin û bibin bersiv. Divê em lîstikên hegemonîk bibînin û li dijî vê bibin  yek. Divê em paradîgma Abdullah Ocalan baş binirxînin û her roj gavê biavêjin jiyanek nû. Em bi vî awayî dikarin Rêber Apo azad bikin. Em jin û ciwak dikarin wisa bibin bersiv.