‘Em ê bi kedkaran re di lêgerîna çareseriyê de bin’ 2022-04-01 09:07:43     ENQERE - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê berpirs Şaziye Kose da zanîn ku Tirkiye bûye bihişta hêza kar a erzan û wek komîsyona kedê wê li dijî krîza tê jiyîn li qadan bin. Şaziyeyê got wê hem pirsgirêkan li meclîsê bînin ziman û hem jî di nokteya çarseriyê de nîqaş bikin.   Krîza aborî roj bi roj giran dibe û bandoreke mezin li ser civakê dike. Krîz roj bi roj bandora xwe dide hîskirin, kedkar jî li qadan ji bo mafên xwe têdikoşin.    Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê berpirs Şaziye der barê krîz û rewşa karkeran de nirxandin kir.   ‘Em  li zem û hilweşînan difirin’   Şaziyeyê got Midûrê Giştî yê Saziya Goşt û Şîr Osman Uzun ji peywirê hatiye girtin û ji ber li Saziya Goşt û Şîr bihayê kême gel berê xwe didin wir û mirov ji ber nebûna goş berê xwe nadin wir û wiha got: “Gotinên ‘me rêz kêm kirine’ tê wateya ku krîz nayê dîtinê. Tirkiye bi zema nû ya ji bo genim îro şiyar bû. Bihayê nan her diçe zêde dibe. Em malbateke ji çar kesî pêk tê bifkirin, bi pereyê digirin ancax dikarin nan bigirin. Gelek mirov jî êdî nikarin nan bigirin. Desthilatdarî tevî vê dibêje ‘Em di aboriyê de difirin’. Belê em difirin lê em bi zem û hilweşînan difirin.Mirov bihêlin marketan êdî nikarin biçin bazaran jî.”   ‘Sedema ji çandiniyê derketin rante’   Şaziyeyê bi lêv kir ku desthilatdarî her tim krîzê ji nedîtîve dibîne û ji bo debara gel 8 hezar TL zem bê kirin jî ji ber enflasyonê zemên tên kirin tu fêdeya wê tune ye. Şaziyeyê berteka xwe wiha anî ziman: “Her roj zemên nû tên kirin. Em ji xwe di krîzek aborî de bûn. Pandemî jî lê zêde bû. Herduyan ev rewş hîn girantir kir. Em niha encamên wê dijîn. Sedemek vê ya din jî heye, em ne welatekî xwe dispêrin hilberînê. Em di gelek tiştî de girêdayê welatên dinin. Tirkiye welatekî çandiniyê bû. Lê niha bi gitşî ji holê rabûye û sedema vê jî hemû qad ji rantê re hatine vekirin. Çandinî nayê kirin, ji ber zema zibil û mazotê cotkar tiştekî naçînin.”   ‘Jin bi xizaniyê re rû bi rû hiştin’   Şaziyeyê axaftina xwe wiha domand: “Nanê hilatî jî bûye 18 TL. Desthilatdarî êdî nikare zeman bide sekinandin. Krîzê herî zêde bandor li ser jiyana jinan kir. Em li bazaran dibînin ku krîzê bandorek çawa li ser jiyana jinan kiriye.Wan rojan jinekê wê kartol bigirta. Berê me bi çewalan kartol digirt. Ji esnaf sê kartol xwest. Em jin wê baş fêm dikin, ji ber ew hewl dide roja xwe derbas bike. esnaf kartol pîva û got 4 TL û 80 kuruş. Jin neçar ma ku ji çar kartolan yekê derxe. Ev rewş di esasê de zehmetiyên ku jin dikşînin nîşan dide.   Di pandemiyê de hezaran jin ji hêza kar hatin derxistin. Bi xizaniyê re rû bi rû man.”   ‘Tirkiye bû bihûşta hêza kar a erzan’   Şaziyeyê destnîşan kir ku serokomarê AKP’î Erdogan her tim soza hêza kar a erzan dide sermayê û Tirkiye niha bûye bihûşta hêza kar a erzan. Şaziyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di rojên borî de me li Stenbolê daxuyaniyek çapemeniyê da û bi vê me pêşnûmqanûnek ji bo karkeran da. Pêşnûme der barê pergala esnaf-kuryeyê de ye.  Bi pandemiyê re sektora herî zêde mezin bûye. Yekane tişta ku desthilatdarî dke heye; her tim piştgriyê dide sermayê, qadê jê re vedike. Hewza hêza kar jê re çêdike. Çandinî têk birine û her kes avêtiye hewza betalan. Em wek Komîsyona Kedê ya HDP’ê wê ji hefteyê pêş de kedkaran ziyaret bikin û bernameyan amade bikin. Bi wesîleya 1’ê Gulanê re em ê biçin serdana kargeriyên ku berxwedana wan heye.”