Li dijî hevkariya TSK û PDK’ê bertek: Hedef destkeftiyên Kurdan e 2022-04-01 09:06:23     Oznur Deger   ENEQERE - Cigira hevserokatiya giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari  der barê nîqaşên ku TSK û PDK'ê li hember herêma Federal a Kurdistanê amadekariyên leşkerî dikin de axivî û piştgiriya PDK’ê ya ji bo TSK’ê rexne kir û  got gelek sedemên êrîşan hene lê ya herî zêde jî destkeftiyên Kurd hedef tên girtin.   TSK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê operasyona leşkerî dabû destpêkirin û didome. Tê nîqaşkirin ku di 15’ê Nîsanê de wê PDK û TSK êrîşek nû pêk bînin. Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî meha borî bi serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan re hevdîtinekir û piştî vê amadekariyên êrîşeke nû derketin holê û KCK’ê ev bi daxuyaniyê diyar kir. Her wiha çavkaniyên herêmî jî van îdiayan piştrast dikin. Li gorî agahiyên ku çavkanî ji  Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re ragîhandî wê di 15’ê Nîsanê de li herêma Kanîmasî ya Dihokê li nokteyên ku HPG lê ne wê bi hevkariya TSK û PDK’ê êrîş bê destpêkirin.   Amadekariya êrîşê: wê 3 rayedarên PDK’ê bên kuştin    Çavkanî ji der barê êrîşan de agahiyên girîng da û got di teqîneke bê jiyîn de wê sê leşkerên payebilind yên PDK’ê bên kuştin û yek ji van sê kesan serbazê parastinê yê li ser maseya PKK’ê dixebite û yê duyemîn jî  yek ji berpirsên hêzên Zêrevane û di êrîşê de wê Hêzên Zêrevan (yekîneyên taybet yên PDK) û pêşmergeyên Roj jî hebin.   Bi MÎT’ê re dixebite: Şîrketa Asayîş ya Lewen   Çavkanî got ekîbek ji 15 kesî pek tê ku  hêzên Zêrevan û pêşmegeryên Roj jî têde ne li barageha Bînesalaw bi cih bûne û wiha got: “Ekîbe  ji ser GPS'ê li heman derê ekîbek din di bin berpirsyariya kesekî îstîxbarata artêşa tirk de hatiye avakirin. Ev ekîba duyem bi navê Şîrketa Asayîşa Lewan bi cil û bergên sivîl digerin.”   Piştî sê geşedanên girîng wê êrîş dest pê bike   Çavkanî der barê êrîşan de geşedanên pêk bên wiha rêz kir: “Kuştina hinek pêşmegeryên girêdayê PDK’ê, teqandina xeta boriya ji Başurê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê û li wê herêmê li qada sivîl lê ne teqandina wesayîtê. Bi vê jî tê armanckirin ku êrîşa dagirkirinê di alî gel de bê rewakirin û mafdar bên dîtin.”   ‘TSK ê muhîmat bide PDK’ê’   Çavkanî der barê êrîşê de agahiyên berfireh dan û amadekariyên Tirkiyeyê jî wiha rêz kir: “Qada şer û derdora wê ji hewayî ve tê kontrolkirin. Cebilxane û teqemenî yên ku bidin PDK’ê temîn kirine.  Piştgiriya ji bo hêzên bejayî (wesayîtên wek tanq û zirxî).  Odeya operasyonê ya ku Artêşa Tirk û PDK bi hev re wê têde cih bigirin, li nêzî herêma şer hatiye avakirin.”   Cigîra Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogullari jî der barê amadekariyan de nirxandin kir.    ‘PDK piştgiriyê nede TSK nikare operasyonê bike’   Tulayê diyar kir ku desthilatdarî destkeftiyên Gelê Kurd qebûl nake û li dijî Kurdan polîtîka şer dimeşîne û wiha got: “PDK piştgiriya herî xurt dide Tirkiyeyê. Ger ku PDK’ê ev piştgirî nedabûna wê îro sivîl nehatina bombebarankirin, di pevçûnan de sivîlan jiyana xwe ji dest nedana û li hember Şengal û Mexmurê operasyon pêk nehatiba. Daxwaza Tirkiyeyê ev e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Bi operasyonên dersînor  re li dijî Kurdên wir şer didin destpekirin.”   ‘DYA rê dide operasyonan’   Tulayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Armancek din a Tirkiyeyê ev e ku dixwaze li herêmê bibe hêza hegomonîk.  Li Suriye û Iraqê Tirkiye dixwaze bibe hêza hegomonÎk û dixwaze dora Îranê jî dorpêç bike. DYA di operasyonên li Başûrê Kurdistanê de rê dide. ji ber hêzeke ku Îranê sînor dike dixwaze. Yanî dixwazin wek Sûriyeyê li Iraqê jî pêşiya Tirkiyeyê vekin û encamê bigirin. Ev wê dîsa gelên herêmê tune bike. Hêzên emperyalîst heta îro Ereb jî anîn hember hev. Kurd anîn hember hev. Wekê ku PDK û gelê Kurd anîn hember hev.”   ‘Ev tên wateya binpêkirina Kurdistanê’    Tulayê got divê bangên ku ku tifaqa neteweyî xurt bibin û ava bibe li PDK’ê bê kirin û di vê mijarê de peywir dikevin ser milê PDK’ê û wiha vegot: “Divê PDK bizanebe bi van êrîşan destkeftiyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji holê radibin. Tiştên navbera wan û Tirkiyeyê de 5 sal şûnde garantiya wê tune. Tirkiye dixwze pertrola wir li rojava pêşkêş bike. Ev hemû tên wateya tunekirina destkeftiyên Kurdistanê.”   Banga piştevaniyê   Tulayê di berdewamiyê de wiha dirêjî dayê: “PDK li hember dîrokê bi mijarên ku nikare hesabê wê bide re hatiye rû hev. Di rewşa êrîşên PDK’ê bidomin de wê destkeftiyên gelê kurd ji holê rabin. Ez banga piştevaniyê li gelên herêmê dikim. Divê elê kurd yekitiya neteweyî jî xurt bike.    ‘Dixwazin petrola herêmê ji Rojava re ragihînin’ Tulayê diyar kir ku PDK jî wek Tirkiyeyê naxwaze gelê kurd têkoşîna azadiyê bide û ev tişt anî ziman: “Ji ber PDK vê naxwaze bi Tirkiyeyê re tê heman xetê. Berjewendiyên hevpar av dibin. PDK dibêje ‘em ji we re maolvaniyê dikin, hawirê amade dikin, werin, hun dixwazin lêxin.’ Ji bo PDK’ê girîngiya vê tune. Em dizanin ku Tirkiye ji bo pertrola Kurdistanê ji Rojava re bê veguhestin navbeynkariyê dike.”   ‘Di Newreozê de aştî û yekitiya neteweyî hat xwestin’   Tulayê di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê kurd di Newrozê de banga yekitiya neteweyî kiriye û wiha dawî lê anî: “Em heta dawî li ligel xeta siyasî ya rast in. Em xwedî hêza ku xeta siyasî ya şaş mahkum bikene. Gel bersiv daye AKP û MHP’ê. Heta ku hun di vê riya şaş de bimeşin wê îradeya gel derkeve pêşberê we.Gelan di Newrozê de li dijî polîtîkayên şer aştî aniye ziman.”