Dayikên Aştiyê: Bila temenê nû yê serokatiyê bibe wesîleya aştî û azadiyê 2022-03-31 09:04:56     COLEMÊRG - Endamên meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku ew dixwazin di 4’ê Nîsanê roja 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Amarayê bin û diyar kirin ku bila temenê nû yê Abdullah Ocalan bibe wesîleya aştî û azadiyê.   4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane ji aliyê Gelê Kurd ve wek roja vejîna hêviyê ya Gelê Kurd tê venasîn û her sal li gundê Amara ya Halfetî ya Rihayê bi çandina şitlan tê pîrozkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê diyar kirin ku ew dixwazin îsal jî li Amarayê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin.   ‘Em gelek kêfxweşin’   Dayika Aştiyê Emîne Atak da zanîn ku bi rojan beriya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariyan dikin û bi stranan rêwitiya berbi Amara pêk tînin û got: “Em di 2009’an de çûn Amarayê  û em gelek bi kelecan bûn. Bi dîtina mala ku lê hatiye dinê gelek kêfxweş dibim. Dema em çûn leşkeran her der girtibûn. Tevî evqas astengî me bi govend û stranan rojbûn pîroz kir. Her tim astengî hebûn. Wê rojê me 5 saetan li ber xwe da. Parlamenterên me axaftinên xwe kirin. Me govend geran. Piştre em asteng kirin gule û gaz berdan. Wê demê du ciwanên me qetil kirin. Em ji bo kêfê çibûn. Lê ciwanên me Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan qetilkirin.”   ‘Divê bi pêşengiya jin û ciwanan bê pîrozkirin’   Emîneyê di berdewamiyê de bang kir ku divê 4’ê Nîsanê bi coş û girseyek mezin bê pîrozkirin û wiha daxuyand: “Em dixwazin rojbûna serokatiya xwe li Amarayê pîroz bikin. Divê bi pêşengiya jin û ciwanan bê pîrozkirin. Serokatiyê girîngiyek mezin dida jinan. Ez rojbûna wî pîroz dikim. Hêvî dikim ku rojbûna wî bibe wesîleya aştî û aramiyê. Bila bibe wesîleya azadiya serokatî û hemû girtiyan.”   ‘Hebûna serokatiyê hebûna Gelê Kurd e’ Ji Dayikên Aştiyê Gulê Polat jî destnîşan kir ku ew dixwazin 4’ê Nîsanê li Amarayê pêşwazî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez rojbûna serokatiyê pîroz dikim. Hebûna serokatiyê hebûna Gelê Kurd e. Her sal ji bo pîrozkirina rojbûnê ji her bajarê mirov dihatin û em diçûn Amarayê. Kelecanek mezin hebû. Malbata serokatiyê jî dema ew qerebalix didît kêfxweş dibûn. Dema ez nû çûm Amarayê pir bi kelecan bûm. Ez çûm hundirê mala wî min destê xwe da alavên wî. Her tiştî ez kêfxweş dikirim. Niha qedexe kirine. Nahêlin em behs bikin. Lê nizanin ku her tim serokatî di dilê me de ye.    ‘Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê’   Gulê, da zanîn ku 4’ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her sal di 4’ê Nîsanê de roj ji bo me pir cudaye. Ew rojên çûyîna Amara tê bîra min kezeba min dişewite. Ez dixwazim vegerim wan rojan. Her çiqas wan çûyîna Amarayê asteng bikira jî em li cihên xwe pîroz dikin. Em her sal ji bo serokatiya xwe daran diçînin. Em bi coş rojbûna wî wek cejnê pîroz dikin. Bila rojbûna serokatiya me bibe wesîleya aştî û aramiyê.”   ‘Em her sal şitlan diçînin’   Emîne Engudar jî bi lêv kir ku herî dawî di 2010’an de çûye Amarayê û wê jî ev tişt anî ziman: “Em ji Geverê bi coşeke mezin çûn Amarayê. Ji bo rojbûna serokatiya xwe em her sal diçûn Amarayê. Beriya wê me amadekarî dikin. Me di rêwitiya xwe de stran digotin û li cihên em disekinin me govend digeran. Li mala ku hatibû dinê em bi hezaran kes hatin gel hev. Her kesî kevir û axa dora malê kom dikir dibirin ji bo bîranînê. Kelecan û coşa 4’ê Nîsanê pir mezin e. Em her sal ji bo serokatiya xwe şitlan diçînin.”