Hunermendên Jin: Em ê bibin dengê Nûdem Dûrak 2022-03-30 09:03:13     Sema Çaglak- Oznur Deger   AMED - Hunermendên jin ên kurd destnîşan kirin ku di şexsê Nûdem Dûrak de êrîşî ziman û hunera kurdî tê kirin û xwestin ku Nûdemê demildest serbest bê berdan.     Zext û zordestiyên li ser Çand û Hunera Kurdî bi dawî nabin û her ku diçe zêde dibin. Hunermendên ku çand û hunera kurdî pêşve dibin bi zext û zoriyan re rûbirû dimînin. Hunermendên ku bi  kurdî kar û xebatên xwe meşandine hin caran karê wan hatiye astengkirin û gelek caran hatine binçavkirin, girtin. Herwiha hîna jî hûnermendên ku di girtîgehan de tên girtin hene. Ji van hunermendên kurd yek jê jî Nûdem Dûrak a di girtîgehê de ye.    Hunermend Nûdem Dûrak ji sala 2015 an vê girtî ye û li girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê dimîne. Her wiha Nûdem di heman demê de yek ji girtiyên nexweş e ku hem pê re nexweşiya guatra jehrî dike heye û hem jî nexweşiya helandina hestî lê peyda bûye. Ev demek dirêj e ji bo azadkirina Nûdem bang tê kirin û kampanyayên piştgiriyê tên destpêkirin. Herî dawî ji bo ku Nûdemê serbest bê berdan li Ewropayê kampanya bi navê "Free Nudem Durak" (Ji Nûdem Durka re azadî) hat destpêkirin. Li ser hesabê dijîtal ku bi navê Free Nudem Durak hat vekirin ji gelek deverên cîahanê hûnermend û kesên ronakbîr banga bila Nûdemê serbest bê berdan kirin.      Di vê çarçoveyê de Hunermendên kurd jî ji bo Nûdemê banga piştgiriyê kirin û destnîşan kirin ku ziman û hunera kurdî di nav çar dîwaran de nikare bê girtin.   'Dixwazin ziman û hunera kurdî qir bikin’ Hunermend Şîlan Dora diyar kir ku ew ne biyaniyên zext û qedexekirina ziman û hunera kurdî ne. Şîlan daxuyand ku bi salan e li dijî ziman û hunera kurdî polîtîkayên qirkirinê tên pêşxistin û di vê çarçoveyê de gelek sazî û dezgehên ku ji bo çand û hunera kurdî dixebitîn hatine girtin. Şîlanê wiha berdewam kir: “Heke mirov bixwaze xwedî li çand û hunera xwe derkeve rêya zimanê xwe dikare. Nûdem hevalek me ya ciwan ku li saziya Mem û Zînê ya Cîzîrê karê çand û hunerê dikir bû. Ji hêla afirandin û hilbêrinê de hunermendek serkeftî ye. Nûdem ji malbatek dengbêjî tê û di nav çand û hunera kurdî de mezin bûye. Le mixabin Nûdem yek ji hunermendên me yên ku ji bo stranên kurdî gotiye hatiye ceza kirin e. Li Nûdemê du doz hatibû vekirin. Zext û  qedexekirina çand û hunera kurdî tenê ne ji hêla muzîkê ve tê kirin. Li ser tevahî çand û dîroka kurdan polîtîkayek qirkirinê heye.”   ‘Divê Nûdemê demildest serbest were berdan’   Şîlanê, balê bal kişand ser rewşa Nûdemê ya tenduristiyê û anî ziman ku nêzîkatiya desthîlatdariyê ya li dijî girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê demildest Nûdem û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan. Şîlanê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzikatî ne tenê li dijî ziman û hunera kurdî ye. Ev polîtîkayên çewisandinê ên li ser Gelê Kurd in. Gelek girtiyên nexweş ên ku divê werin tehlîyekirin hene lê tevî van yekan nayên berdan. Ev jî polîtîkayên li dijî Gelê Kurd li ber çavan radixe. Em wekî hunermendên jin ên vî gelî bang dikin ku bila Nûdem serbest were berdan. Ji bo ku hunera kurdî bi awayekî azad were kirin, divê xwedî li Nûdemê were derketin û piştgirî were kirin. Li cîhanê jî gelek kesên navdar piştgirî dan Nûdemê û ji bo ku balê bikşînin ser rewşa wê û serbest were berdan gelek kampanya li dar xistin. Ev kampanya hê jî berdewam dikin.  Herwiha gelek daxuyanî û çalakî jî tên kirin.”   ‘Em dixwazin muzîk û hunera xwe bi awayê azad bikin’   Şîlan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qedexekirina mûzîka kurdî û cezakirina hûnermendên kurd nayê qebûl kirin. Li tu dera cîhanê mînakên bi vî rengî tune ne. Ne tenê Nûdemê, gelek hevalên me yên hunermend ji ber stranên kurdî gotine hatine cezakirin û di girtîgehan de ne. Ev rewşekê şermezarkirinê ye. Van zext û polîtîkayan jî bi taybet li ser jin û hunerê peş dixînin. Em dixwazin muzîk û hunera xwe bi awayekî azad bikin. Bi salan heman polîtîka tên meşandin û êdî em dixwazin ev êrîş û zext bi dawî bibin. Çand û hunera me xwedî mîrateyek mezin e û em ji kevneşopiyek mezin tên.”   ‘Hunera kurdî di nav çar dîwaran de nikare bê astengkirin’   Hunermend Kudret Uçku jî qedexekirin û cezakirina li ser ziman û hunera kurdî şermezar kir û bang kir ku divê Nûdem Dûran demildest serbest were berdan. Kudret, anî ziman ku divê hunermend bi awayekî azad bikaribin bi zimanê xwe hunerê bikin û wiha got: “Ez jî wek hunermendek kurd êrîşên li dijî zimanê kurdî, li dijî çand û hunera kurdî şermezar dikim û qebûl nakim. Divê baş bizanibin ku kes nikare stran û zimanê kurdî tune bike. Em ê çand û hunera xwe di nav kolanan de jî, di nav bajaran de jî û di nav çar dîwanran de jî berdewam bikin. Hunera kurdî di nav çar dîwaran de nikare bê girtin. Em ê herçî hunera xwe mezintir bikin. Di şexsê Nûdem Dûrak de xwestin hunera bi zimanê kurdî were dîlgirtin. Lê huner û çanda kurdî bi her awayî li her qadê dê were mezinkirin. Em wek hunermendan bang dikin ku bila Nûdem û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.”   ‘Di şexsê Nûdemê de çand û muzîka kurdî tê girtin'    Hunermend Pinar Aydinlar jî daxuyand ku gelek hunermend û sîyasetmedar ji ber fikr û ramanên xwe bêsûc li girtîgehan tên girtin û destnîşan kir ku dewlet di her qadê de li dijî kesên ku wekî wan nafikirin, polîtîkayên dijminane dide meşandin. Pinar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet wê polîtîkayê wek şêwazek terbîyekirinê bi kar tîne. Di şexsê Nûdem de tê xwestin ku ziman û hunera kurdî di nav çar dîwaran de were girtin. Lê belê bi salan e mîrate û kevneşopiya çand û hunera kurdî hatiye parastin.  Em wek hunermendên ku xwedî li çand û mîrateya xwe derdikevin li gel Nûdem in û dixwazin NûdemÊ desmildest serbest were berdan.”   ‘Li dijî Nûdemê polîtikayek dijminane tê sepandin’   Pinarê,  bal kişand ser darizandina hunermendên kurd û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Berê ji ber ku min strana 'Gula Sor' gotibû gelek caran hatim darizandin. Biryara ceza li min bibirin hatibû dayîn. Her wiha ji ber stranênên ku min digortin gelek caran cezayê pere li min hatibû birîn. Stranên ku min digotin, ji bo gelên bindest û ji bo azadiyê bûn. Nûdem jî ji ber stranên xwe bi salan e di girtîgehê de ye. Tevî nexweşiyên wê dîsa jî nayê berdan. Divê em li dijî vê polîtîkaya dijminane dengê xwe zêdetir bilind bikin. Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Divê em ji vê pêvajoyê bi dengekî hevpar xilas bibin.  Wekî Nûdemê gelek hevalên me yên girtî hene.  Bi taybetî ji ber bernameyên Newrozan  gelek hunermend hatin cezakirin. Em ligel hemû girtiyên xwe ne.”   ‘Em ê bibin dengê Nûdemê’   Pinarê, destnîşan kir ku divê çalakî û kampanyayên ji bo azadiya Nûdem werin mezinkirin û got: “Cih tê, em carinan bi mîkrofona xwe dibin dengên gelê xwe yê ku di nav şert û mercên tengav de ne. Carinan gotinên me ji wan re dibin cesaret carinan jî dilê wan şa dike Li ku zilm hebe li hemberê wê berxwedanek heye. Em bang li tevahiya cîhanê dikin bila ji rewşa Nûdemê re çavê xwe negirin. Di şexsê Nûdem de deng û awazê gelekî tên cezakirin. Ji bo azadiya Nûdem kampanyaya îmzeyê hatiye destpêkrin. Divê em vê kampanyayê xurttir bikin û bêyî ku em dereng bimînin bibin dengê wê.”