Fatma Ocalan: Bila gelê kurd xwedî li nirxên xwe derkeve 2022-03-30 09:02:58     Medya Uren-Şîrîn Çinar   AMED - Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî 73'yemîn rojbûna wî û tecrîda ku 23 sal in li ser tê meşandinê axivîn û gotin: "Serokatî dikeve 73 saliya xwe û li cihê ku di nava gelê xwe de be, di nava tecrîdek girankirî de dîl tê girtin. Me di Newerozê de daxwaza gelê kurd dît. Divê dewleta tirk vê jinedîtî ve neyê. Her wiha divê gelê kurd jî bi vê ve sînordar nemîne. Divê bi çalakiyên ku mafê me yê demokratîk in em dakevin qadan. Ji ber ku azadiya serokatî azadiya gelê kurd e."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin tecrîda girankirî ya dewleta tirk de dîl hatiye girtin. Di 4'ê Nîsana 1949'an de li Gundê Amarayê yê girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê ji dayik bû. Di 73'yemîn salvegera jidayîkbûnê ya Abdullah Ocalan de ev saleke bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Ji sala 2015'an ve bi tu awayî hevdîtina bi parêzeran re pêk nehatiye û di nava pêvajoya 8 salan de tenê 3 caran bi hevdîtinên kurt ên bi rêya malbatê pêk hatine xeber jê hate girtin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi qansî 5 deqeyan hevpeyvîna bi rêya telefonê pêk hat.   Li ser salvegera 73'yemîn a ji dayîkbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji malbata wî Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji ajansa me re axivîn. Malbata ku jiyana wî parve kirin gotin:"Ew ji zarokatiya xwe ve di lêgerîna nasnameya xwe de bû. Ji hevalên wî heta hemû gelên li ser van axan dijîn di fikara wî de bûn. Ji ber wê yekê ye ku em dibêjin rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê rêbertî ye. Tecrîda girankirî pêşî li ber çareseriyê digire."   'Her tim di lêgerîna nasnameya kurd de bû' Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1949'an de li gundê Amarayê weke zarokê malbatek xizan ji dayik dibe. Navê diya wî Uveyş û navê bavê wî Emer e. Zarokatiya wî li Amara û gundê Cibinê ku lê dibistan dixwend derbas dibe. Ji ber rewşa aborî ya malbatê tune ye di karên demsalî de xebitiye û li gel jî dibistan xwendiye. Li Enqereyê dibistana Tapû Kadastro dixwîne. Di sala 1972'yan de jî derbasî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê dibe. Weke ku xwişka wî Fatma Ocalan jî dibêje ew ji zarokatiyê ve di nava lêgerînên nasnameya kurdbûnê de bû. Ji çalakiyên mîlîtanî yên Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bi bandor dibe, bi wê re jî xebatên xwe yên siyasî kûrtir dike. Di sala 1973'yan de jî li bendava Çûbûkê ya Enqereyê cara yekem ji bo avakirina rêxistineke kurd civînê li dar dixin û cara yekem gotina 'Kurdistan mêtingeh e bi kar tîne'. Di 27'ê Mijdara sala 1978'an de li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê ya bajarê Amedê di encama nîqaşên têr û tije yên li mala Alaattîn Zogurlu de Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) tê demezrandin.   Li Kurdistan û li Tirkiyeyê her ku çû rêxistin bi nav û deng bû. Lewra bi armanca tasfiyekirina rêxistina kurd, di 15'ê Sibatê de bi komploya navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê tê kirin û 23 sal in di Grava Îmraliyê tê tecrîdkirin.   'Her tim ji bo me hemûyan dibû alîkar'   Fatma Ocalan a qala zarokatiya Abdullah Ocalan kir wiha got: "Me zarokatiya xwe bi hev re derbas kir. Bi taybetî jî dema em diçûn paletiyê me dem bi hev re derbas dikir. Lewra ew tim ji me cudatir bû. Di karê xwe yê paletiyê de jî û di dibistana xwe de jî bi baldarî dixebitî. Pêşiya me karê xwe diqedand û wextê xwe bi xwendina pirtûkan re derbas dikir. Ji bo bê deng bû diçû ji derveyî gund li bin dara fisteqan pirtûk dixwend. Bi qasî kar û dibistanê ji bo têkiliyên xwe yên hevaltî û malbatî jî baldar bû. Bi taybetî jî ji bo jinan pir bi rûmet tev digeriya. Her tim ji bo me hemûyan dibû alîkar."   'Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewl dide'   Fatmayê da zanîn ku ji vê kesayeta Abdullah Ocalan mamosteyên wî jî pir bi hêvî bûn û wiha pê de çû: "Bavê min carekê ji bo rewşa serokatî bipirse çû dibistanê. Mamosteyên wî ji bavê min re got pêwîst nake tu rewşa wî bipirsî ji xwe ew dersê dide me. Di ber vê re jî her tim di lêgerîna nasnameya xwe de bû. Ji bo kurdîtiyê pir bi mereq û dilxwaz bû. Gelek caran qala pêşengên kurd ên weke Şêx Saîd dikir û ji wan feyz digirt. Bavê min dema digot pey wan tiştan nekeve, digot 'kes pêşiya min nikare bigire'. Kesî ji pêşiya wî negirt û ji her tişta kiriye re em gelek serbilind û şa ne. Niha jî 23 sal in di hucreyê de tê tecrîdkirin. Lewra di girtîgehê de jî dev ji vê doza xwe berneda û hîna ji bo çareseriyê hewil dide. Yên ku çareseriyê naxwazin di tecrîdê de bi israr in."   'Bila hevdîtin pêk werin'   Fatmayê bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha bertek nîşan da: "Zêdetirî 6 salan in em bi tu awayî neçûne hevdîtinê. Jixwe cihê tê de tê girtin bi serê xwe tecrîd e. Ji bo me hemûyan astengî ye. Ji me û ji civakê tê dûrxistin. Niha jî girav têr nekir hevdîtinên me asteng dikin. Ew jî girtiyekî siyasî ye û em dixwazin êdî tecrîd were şikandin. Em dixwazin ji wî agahîyê bigirin ango em bi guman in. Ji bo pirsgirêka kurd bi dawî bibe, pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dawî lê werin pêwîst e hevdîtin dest pê bikin. Divê em jî, parêzer û şande jî biçin pê re li ser maseyê rûnên."   'Bila azad were berdan'   Fatmayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Me di Newrozê de dît ku daxwazên gelê kurd jî di vî alî de ye. Dîmenên ku derketine pêş me gelek kêfxweş kirin. Piştî Newrozê salvegera jidayîkbûna rêbertî tê. Beriya niha bi girseyek mezin ev roj jî dihat pîrozkirin. Êdî hikumet destûrê nade. Hatina gel a Amarayê bi rastî jî me kêfxweş dikir. Niha ji bo kes neyê gund dorpêç dikin. Dixwazin bi vî rengî gelê kurd biçewisînin. Di heman demê de jî dixwazin bi van astengiyan serokatî bi gelê kurd bidin jibîrkirin. Lê belê kes ji bîr nake. Hûn nikarin bidin jibîrkirin û daxwaza me tevan di aliyê azadiya wî de ye. Divê demlidest şert û mercên tê de tê hêlan werin başkirin û azad were berdan."   'Tirkiyeyê qanûnên xwe pêk neanî'   Mehmet Ocalan ê ku salek û nîvekê ji Abdullah Ocalan biçûktir e jî bi van gotinan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da naskirin: "Rêbertî hertim di her alî de ji bo me hemûyan û ji bo hevalên xwe jî dibû nimûne. Li dibistanê, di gund de jî bi tiliyan dihat nîşankirin. Lewra min tim didît ew di lêgerînê de bû. Di dema zanîngehê de, ez jî li Enqereyê bûm. Min li wir leşkerî dikir. Weke gelek ciwanan rêbertî jî ji Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bi bandor dibe. Piştî qetilkirina wan ew jî tevlî çalakiyan dibe û tê girtin. Wê çaxê jî destûra hevdîtina me nedabûn. Ez ji bo hevdîtina wî ji leşkeriyê hatim, lewra hatin min girtin û cezayê disîliplînê li min birîn. Piştî wê bûyerê serokatî name ji min re şand. Di nameya xwe de digot çima tu nehatî dîtina min. Min bûyer jê re ragihand û wî jî digot 'Ya ku wan kiriye ne hiqûqî ye. Tirkiye qanûnên xwe jî pêk nîne'. Ev bûyer di 1973'yan de rû da, ji ser re 49 sal derbas dibe û hîna Tirkiye bi heman rengî qanûnên xwe nayne cih û hevdîtinên me asteng dike."   'Ev ji tecrîdê jordetir e'   Mehmet di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî bi komploya navneteweyî Abdullah Ocalan hate girtin şûnde tê tecrîdkirin û wiha berdewam kir: "Ev 23 sal in bê navber ev tecrîd berdewam dike. Dibe ku hinek caran weke pêvajoya aştiyê tecrîd sist kiribin lê berdewam e. Di 8 salên dawî de jî bi awayê herî girîng berdewam dike. Bi têkoşîna gel û bertekên li dijî tecrîdê re hevdîtinên biçûk pêk hatin. Ev ji tecrîdê jordetir e."   'Hevpeyvîna bi telefonê tenê nayê qebûlkirin'   Mehmet diyar kir ku pêwîst e ew hevpeyvînên bi telefonê hatine kirin hesap nekin û wiha qal kir: "Salek berê niha me bi rêya telefonê hevpeyvîn kir. Ew jî herî zêde 3 an 5 deqeyan berdewam kir. Ji min re got 'ya ku tu dikî û ya ku dewlet dike jî şaş e. Pêwîst e hevdîtin pêk were. Bi rêya telefonê hevpeyvîn nayê qebûlkirin'. Min jî diyar kir ku li ser mereq û gumanên gel em neçar man hevpeyvînê bikin. Xeberek biçûk jî be pêwîst bû me ji te girtibana. Jixwe li wir telefon hate qutkirin. Em jî dibêjin ev ne qanûnî ye û nayê qebûlkirin."   'Divê gelê kurd berteka xwe nîşan bide'   Mehmet da zanîn pêwîst e ew dîlgirtina Abdullah Ocalan baş binirxînin û wiha li ser axivî: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn jî pêdivî bi serokatî heye. Heta ku tecrîd neyê şikandin û azadiya serokatî pêk neyê wê pirsgirêk jî bidome. Ger ku pêk neyê jî divê hemû gel çalakiyên ku mafê wan ê demokratîk e li dar bixe. Em gel daxwaza van çalakiyan dikin ji ber ku wek îdin çareserî nema. Ev ne mafê me ye. Em ne ji bo serokatî dibêjin em ji bo pirsgirêka kurd vê daxwazê dikin. Tu bangewaziyên me di vê mijarê de ji partiyên siyasî re tune ye. Jixwe wan nêzîkatiya xwe nîşan kirin. Divê gel berteka xwe nîşan bide. Ji bo demokrasiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn. Ev bar dikeve li ser milê gelên Tirkiyeyê jî. Em jî daxwaza azadiya wî ya fîzikî dikin û pêwîst e demlidest gav werin avêtin."   'Divê di nava gelê xwe de ba'   Mehmet herî dawî jî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Me li qadên Newrozê daxwaza gel dît. Divê îktidar vê banga gel ji nedîtî ve neyê. Serokatî dikeve 73 saliya xwe û divê di nava gelê xwe de ba. Di nava tecrîda girankirî de dîl tê girtin. Ev yek divê neyê qebûlkirin û ji bo azadiya wî hîn bêhtir em di nava hewldanê de bin."