'Em bi girtin û kuştinê xilas nabin' 2022-03-29 09:01:36     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Nafiye Kuçuk, di salên 90'î de 3 birayên wê tên qetilkirin, di sala 2015-2016'an de jî 2 kurên wê di jêrzemînên Cizîrê de tên qetilkirin û kurek wê jî di sala 2021'an de tê girtin. Nafiye ligel êşa dilê xwe wiha dibêje: "Divê bê zanîn ku heta damleyeke xwîna me hebe em ê li ser vê rêyê bin. Em kurd in û em serbilindin. Em hene û em ê li her derê bin."   Nafiye Kuçuk, wekî bi hezaran jinên kurd bi zim û zordariya dewletê re rûbirû maye Kuçuk winda kiribû, piştî 6 salan vê carê jî kurê wê Serhat Kuçuk hat girtin. Nafiye, anî ziman ku tu carî li hember zilmê serî natewîne û wiha got: “Heta damleyek xwîna me hebe em ê li ser vê rêyê bin û dev ji vê dozê bernadin. Em kurd in û em serbilindin. Ew me bikûjin û bigirin jî em kurd in û em xilas nabin.”   Li ser axa Kurdistanê bi hezaran cîrokên jinên kurd ên ku dişibin hev hene û lê heta niha yên ku qet nehatine vegotin jî hene. Ligel eş û azaran jin bi berxwedan û têkoşîna xwe jî her tim di nav berxwedanê de bûn. Wek jinên li Cizîra Şirnexê. Li Cizîrê 14'ê kanûna 2015'an de li hemberî hovitiyê dîrokeke berxwedanê hat nivîsin. Nafiye Kuçuk şahidiya vê hovîtî û berxwedanê kir.   Her wiha Nafiye bi serpêhatiya xwe rastiya kurdan tîne ziman. Di salên 90'î de 3 birayên wê tên qetilkirin, di sala 2015-2016'an de jî 2 kurên wê di jêrzemînên Cizîrê de tên qetilkirin û kurek wê jî di sala 2021'an de tê girtin. Nafiye ligel êşa dilê xwe, dixwaze aştiyek pêk bê û ev zilm û zordarî bi dawî bibe.    Egît û Adil   Nafiye, di dema qedexeya derketina derve ya di salên 2015-2016’an de li Cizîrê bû û du kurên wê Egît û Adil Kuçuk di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Çend 6 sal derbas bibin jî nafiye hêj heman rojê dijî û heman êşê dikişîne. Nafiye wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Egît û Adil di jêrzemînên Cizîrê de bi awayek hovane hatin qetilkirin. Du kurên min qetilkirin dilê wan rehet nebû, piştre kurekî min girtin û kirin girtîgehê. Du zarokên ku li cem min jî astengdar in."   Hovitiya ku mirov nikare behs bike...   Nafiye, zilm û hovitiya ku pêk hatî wiha anî ziman: "Xaniyên me dan ber topan û zarokên me neçar man ku di jêrzemînên Cizîrê de kom bibin. Zarokên me bi awayek zanebûn bi kîmyasalê hatin şewitandin. Dema ku min hestiyê cenazeyê kurê xwe Egît dît û wan cenazeyan kirin kîskê çopê. Kurê min Adil jî zindî girtibûn û lê qetil kiribûn. Ji ber ku rûyê kurê min Adil hemû bi kêrê hatibû birîn. Çavekî wî bi kêrê derxistibûn. Min bi xwe kurê xwe wisa teşhîs kir. Laşê kurê min hemû bi kêrê birîbûn. Adil û çend hevalên wî birîndar girtibûn û bi îşkenceyê wan qetil kiribûn. Wan li nexweşxaneyê qetil kirin. Piştre em çûn me cenazeyê xwe li morga nexweşxaneya Silopiyê anî û defin kir. Biraziyê min jî di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin.”   ‘Sê birayê min jî hatin qetilkirin’   Xeynî hovitiya li hemberî her du kurê wê, sê birayên Nafiyeyê jî di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û wiha got: "Xeynî herdu kurê min sê birayê min jî di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Ji van birayê min yek çû derveyê welat qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Herdu birayê min dinê jî ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. Zilma dewletê ji berê heta îro berdewam dike û tu carî bi dawî nebû.”   'Serhatê min jî hat girtin'    Nafiye, destnîşan kir ku zilm û zordariya dewletê piştî qetilkirina her du kurên wê bi dawî nebûye û wiha axivî: "Her du kurê min hatin qetilkirin. Du zarokên min jî astegdar in. Tenê Serhatê min ma bû. Serhatê min hem di nav xebatên partiyê de bû û hem jî ajokar bû. Tu carî zilm û zexta dewletê ya li hemberî me bi dawî nebû. Di 11’ê kanûna 2021’ê de polîsan bi ser malê de girtin û Serhatê min binçavkirin û di 17’ê kanûnê de jî ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê."   ‘Hem li dervê û hem jî li hundir zilmek heye'    Nafiye, ligel ev qas êş û azaran niha dilê wê ji bo Serhad ê ku hatî girtin diêşe û wiha hestên xwe tîne ziman: "Zilm ne tenê li dervê li hundir jî li hemberî zarokên me yên girtî pêk tê. Kurê min ji ber şahidên veşartî û gotinên derev hat girtin. Niha jî darizandina wî didome. Niha jî kurê min li Girtîgeha Şirnexê di bin zilmê de ye. Her wiha dema em diçin hevdîtinê jî zilmeke mezin li me dikin ku em zarokên xwe nebînin. Her tiştî dikin hincet ku hevdîtin pêk neyê. Her wiha ji xwe li girtîgehê rewşeke xirab heye û zilmê li girtiyan dikin. Ava germ nîne, nikarin serê xwe bişon, cilên xwe bişon. Xarineke baş nadin, dema xarin jî didin kêm didin."   ‘Em bi kuştin û girtinê xilas nabin’   Nafiyeya ku bi salan bi zilmê re rûbirû maye wekî bi hezaran jinên kurd tu carî dev jî berxwedanê bernedaye. Nafiye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet dixwaze bi zilmê malbatên kurd têk bibe. Lê belê divê bê zanîn ku heta damleyeke xwîna me hebe em ê li ser vê rêyê bin û em dev ji vê dozê bernadin. Em kurd in û em serbilindin. Ew me bikûjin û bigirin jî em kurd in û em xilas nabin. Em hene û em ê li her derê bin. Ev 40 sal in kurdan dikujin û qetil dikin. Lê kurd tu carî xilas nabin.”