Jinên Riha yê: Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê li qadan bin 2022-03-28 09:03:09     Medya Uren - Şîrîn Çinar     RİHA - Jinên Rihayê bi wesîleya 73’yemîn salvegera rojbûna rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hestên xwe parvekirin û gotin: “Em hêvî dikin ku îsal tecrîd wer bidawîkirin û em azadiya birêz Abdullah Ocalan bibînin. Çawa di 8'ê Adarê û Newrozê de me azadiya birêz Abdullah Ocalan xwest, em ê di 4'ê Nîsanê de jî bi heman daxwazê li qadan bin.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an radestî Tirkiyeyê hat kirin û 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Polîtîkaya tecrîdê ya girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ji dema radestkirina wî ya Tirkiyeyê ve berdewam dike. Malbat û parêzerên wî ji ber tecrîda ku tê berdewamkirin nikarin pê re hevdîtinê bikin û serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê li Girava Îmraliyê bi hincetên pûç û vala tên redkirin. Li gel bana bila tecrîd bi dawî bibe rayedar bêdengiya xwe didomînin    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Riha ji dayik bûye û ji rojbûna wê re tenê çend roj mane. Li gel ku ev roj ji aliyê kesên ku diçûn Amarayê bi girseyî dihat pîrozkirin ev 6 sal in ku ev pîrozbahî jî tê astengkirin û gundê amaryê beriya vê rojê bi çend rojan ji aliyê polîs û leşkeran ve tê dorpêçkirin.   Bi minasebeta vê rojê jinên Rihayî di 73’yemîn salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, hestên xwe parvekirin û gotin, " Roja me ji Amarayê hilat. Ji bo azadiya Rêberê xwe  di 4'ê Nîsanê de em ê li qadan bin."    ‘Bû hêz û bawerî’   Fatma Korkmaz di destpêka axaftina xwe de got ku birêz Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê xwedî nirxek girîng e û wiha berdewamkir: “Di 40 salên dawî de jinan ji bo azadiya xwe riyên dirêj û zehmet derbas kirin û destkeftiyên mezin jî bi dest xistin. Bi saya birêz Abdullah Ocalan jinan xwe naskir û ji bo nasnameyeyeke azad a zayendî û çanda xwe têkoşiyan. Jin ji qalibên ku ji wan re hatine diyarkirin derketin û xwe li her cihî bi cihkirin. Ji siyasetê heta hemû qadan jinan bi keda xwe xwe bi cih kirin.Vê jî hêz da jinê ku di armanca xwe de israr bike. Ango birêz Abdullah Ocalan hem bû hêz hem jî ji bo serkeftinê bu bawerî. Em jin jj ber vê yekê birêz Abdullah Ocalan diparêzin û rêzê ji ramanên wî re digirin. Li dijî dîlgirtina wî jî em ê jin xwe bi rêxistin bikin û ji bo azadiya wî têbikoşin.”   ‘Gel daxwazên xwe anîn ziman’   Fatma wiha pêde çû: “Her ku têkoşîn mezin bû êrişên îqtidara AKP’ê û MHP’ê jî li gorî wê zêde bûn. Ketin feqa pêşketina jinê û encamên ku ev pêşketin bi xwe re tîne. Bi vê re êrişên xwe yên li ser jinan û Gelê Kurd ji zêde kirin. Tecrîda ku 23 salin li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin jî yek ji van êrişan e ku îro weke rêbezeke li ser hemû girtiyên siyasî û Gelê Kurd tê meşandin. Bi tecrîdê, bi girtinan, qayûman û êrişan gotin em ê kurdan xilas bikin. Lê wan di Newrozê de bersiva vê yekê girtin. Gel daxwazên xwe bi eşkera anîn ziman. Li qadan tenê diruşmeyek hebû. Ew jî ‘Bijî serok apo’ bû. Ew jî tê wateya ku  gel rêberê xwe ji bîr nekiriye û tecrîdê ji qebûl nakin. Gel tecrîdê jî û wan polîtîkayên serdestan jî qebûl nakin. Em hîna li ser ya xwe û li cihê xwe ne.”   ‘Roja hatina biharê ye’   Fatma herî dawî rojbûna birêz Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha qala girîngiya rojê kir: “Ev roj ji bo me rojek girîng e û bi nirx e.  Ew roj bihar û vebûna gulan e. Em dixwazin her sal vê rojê li Amarayê kom bibin.  Her sal bi hezaran kes dihatin Amarayê û pîrozbahî dikirin. Lewra bi hêncetên vala li hemberî vê jî bûn asteng. Beriya rojbûnê bi rojan dora navçe û gundê Amarayê digirin. Ev 23 sal e birêz Abdullah Ocalan di girtîgehê de di bin tecrîdê de ye û daxwaza me ew e ku di 73’emîn rojbûna xwe de di nav Gelê Kurd de be. Em Gelê Kurd azadiya wî dixwazin.”   ‘Bû felsefeya azadiyê’   Hemîde Goktaş jî bal kişand ser girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Gelê Kurd û wiha got: “Di eslê xwe de ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest ew bû felsefeyek ya azadiyê. Ya herî girîng jî di aliyê naskirina nasnameya jinê de riyek mezin vekir. Xwenaskirin û bûyîna xwedî wê nasnemeyê ji bo jiyana me gelek girîng e. Ez bi xwe jî piştî ku min rêxistin nas kir şûnde ketim ferqa gelek tiştan. Min xwe û nasnameya xwe ya zayendî naskir. Li gorî hişmendiya berê em nikaribûn ji mal derbikevin an jî di nava siyasetê de cih bigirin. Lewra niha weke min bi hezaran jinên kurd dîwarên li pêşiya xwe şkandin û derketin. Tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin di heman demê de li ser hemû girtiyên siyasî û li ser jinê ji ev tecrîd tê meşandin. Jinê ku destkeftiyên mezin bi dest xisitine dixwazin dûbare wan dîl bigirin. Ango bidawîkirina tecrîdê ji bo Gelê Kurd û ji bo hemû gelên Rojhilata navîn pêdiviyeke sereke ye. Ger tecrîd bê bidawîkirin wê qeyranên civakî û aborî ji werin çareserkirin. Qetlîamên jinan wê werin astengkirin. Divê em hemû û bi taybetî jî jinên kurd xwedî li rêbertî derbikevin. Di 4’ê Nîsanê de jî ji bo aşitiyê divê em rabin ser piyan.”   ‘Newroz ji bo bidawîkirina tecrîdê bû hêvî’   Naime Bayram dema qala birêz Abdullah Ocalan kir Newroza 2022’an bi bîr xist û got: “Newroza îsal ji bo me hemûyan bû hêviyek mezin. Em gelek şa bûn. Lewra Gelê Kurd daxwazên xwe li qadan anîn ziman. Wê girse û daxwazê bi me re hêviya bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan zêdetir kir. Ev 23 salin ev tecrîd bê navber berdewam dike ku daxwaza me ya serke jî bidawîkirina tecrîdê ye. Lewra qeyranên li Tirkiyeyê yek li pey yekê tê û zêde dibin. Ev qeyran têkiliya wan bi pirsgirêka kurd, şerê tê meşandin û bi tecrîdê re heye. Pêwîste ji bo çareseriyê deriyê Îmaliyê werin vekirin. Lewra em dibînin gelek kes polîtîkayên dijminatiya kurdan didin meşandin. Naxwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Lewra li tu dera cîhanê gelekî ewqaz hejmara wî zêde û bê nasname tune ye. Em ji weke herkesî li mafê xwe diğerin. Em ji zimanê xwe, çanda xwe dixwazin.”   ‘Jin dikarin bikin’   Naîme got ku li dijî tecrîdê pêwîst e jinên kurd xwe rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan di 8’ê Adarê de hêza xwe nîşan dan û bi wî rihî ber bi Newrozê ve çûn. Rengê Newrozê ji 8’ê Adarê diyar kir. Em ji dibêjin jin dikarin hertiştî bikin û xwedî hêzin. Tecrîda ku 23 sal in berdewam dike jî enceq bi rêxistina jinê dikare bê bidwîkirin. Jinên kurd ji berê de nîşaneya aşitiyê bûn û têkoşer bûn. Lewra bi rêxistinê re jinan xwe baştir naskir û niha jî her ku diçe pêşde gavê diavêjin. Bi wan re civak jî pêşve diçe. Pêwîst e em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Îro ne demA runiştinê ye. Çawa ku di 8’ê Adarê û di Newerozê de herkes bi heman dengî rabû û berê xwe dan qadan niha jî bila hemû li dijî tecrîdê rabin. Tecîrîd bi berxwedanê dikare bê bidawîkirin. Ji bo ku  em vê roja bi nirx 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”   ‘Bila bibe wesîleya azadiya rêbetî’   Aslihan çîftçî jî rojbûna birêz Abdullah Ocalan pîroz kir û ev  bangewazî kir: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo Gelê Kurd û ji bo jinê xwedî nirxekî mezin e ku em di serî de azadiya wî dixwazin. Ev 23 sal in bê navber tê tecrîdkirin û di çend salên dawî de jî mixabin bi tu awayî agahî jê nayên girtin.  Em ji rewşa wî bi gumanin û dixwazin demlidest bi malbata û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Azadiya Rêbertî wê ji bo hemû gelan bibe riya çareseriyê. Di Newrozê de jî Gelê Kurd vê daxwaza xwe anî ziman. Lewra em dixwazin di 4’ê Nîsanê de jî gel bi heman daxwazê dakevin qadan. Divê em ji bo aşti û azadiya Rêbertî careke din rabin ser piyan. Pêwîste jî jin li herî pêş ji bo vê têkoşînê bidin. Ango em îsal bi coşeke mezin 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”   ‘Divê tecrîd were bidawîkirin’   Çidem Karakeçîlî bal kişand ser tecrîdê û wiha axivî: “Pêvajoyekw 23 sal in birêz Abdullah Ocalan di grava Îmraliyê de tê tecrîdkirin heye. Her ku çû tecrîd hate girankirin. Lewra di gravekê de û bi tenê hiştin bi serê xwe îşkence ye. Em zirara tecrîdê dibînin. Bi sistkirina tecrîdê re di salên 2013’an de pêvajoya aşitiyê dest pê kir. Hevdîtinên ku bi birêz Abdullah Ocalan re hatine kirin ka çawa dibe çareserî, pêvajoya aşitiyê nişaneyeke. Li Tirkiyeyê cezayê îdamê hatiye rakirin, lewra bi rê û rêbazên xwe yên tecrîdê re girtiyan terkî mirinê dikin. Ger ku Tirkiye ji xwe re bibêje ez demokrat im pêwîste di serî de pirsgirêkên me rêz kirine çareser bike. Heta ku tecrîd hebe, binpêkirinên mafan hebin û êrişên li ser kurdan berdewam bikin ev dewlet nabe dewletek demokrat. Pêwîste demlidest hevdîtin pêk werin û tecrîd were bidawîkirin. Bersiv û peyamên pêwîst di Newrozê de ji aliyê gel ve hatin ragihandin. Em hemû fêrbûn ku pêwîstiya gelan bi aşitiyek mayînde heye û bi wê baweriya xwe daketin qadan. Bila ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî were rakirin.  Gel birçî yê edalet û demokrasiyê ye. Lê ji girtîgehan cenaze derdikevin. Em bi taybetî jî dixwazin şert û mercên girtiyên nexweş werin başkirin.”   ‘Em ê li qadanbin’   Çîdemê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hêvî dikin ku ev 4’ê Nîsanê bibe wesîleya aşitî û azadiyek mayînde ji bo hemû gelan. Ji ber ku em bawer in ê ku aşitiyê bîne wê birêz Abdullah Ocalan be. Bi fikir û ramanên wî re wê Rojhilata navîn nefesekê bistîne ku me ev di pêvajoya aştiyê de jî dît. Me di 8'ê Adarê û Newrozê de daxwazên xwe anîn ziman.  Em ê di 4’ê Nîsanê de jî bi heman daxwazê li qadanbin.”