Şerê Rusya Ukraynayê: Divê rêya sêyem ji her alî de bê hûnandin 2022-03-25 09:04:42     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Endama Meclîsa HDP'ê Îdîl Ugurlu da zanîn ku şerê Rusya Ukraynayê li Rojhilata Navîn piştperdekiriye û der barê rola Tirkiyeyê ya di şer de axivî û got: “Divê ewil agirê ber derê xwe bitemirîne, piştre  îtîrazê pirsgirêkên cihên din bike. Ji ber vê divê riya sêyem li her derê bê hûnandin.”   Di ser operasyona Rûsyayê ku li hember Ukraynayê daye destpêkirin de mehek derbas bû û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan nêzî 10 mîlyon kesî malên xwe terk kirin. DYA û Ewropayê pêkanînên der barê Rûsyayê de aşkera kirin û nîqaşên muzakerê jî di rojevê de ne.  Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ugurlu der barê mijarê de axivî û got şerê Rusya Ukraynayê şerên li Rojhilata Navîn piştperde kiriye.   ‘Ukranayê bendewariya xwe ya ji NATO’yê nedît’   Îdîlê da zanîn ku sêyemîn şerê pavekirinê yê navê wê nehatiye danîn didome û di sedsala Peyman Lozanê de hêzên emperyal di hewldana ji nûve sazkirina Rojhilata Navîn de ne û wiha vegot: “Ukrayna ku di alî erdîgarî de nêzî Ewropayê ye ji NATO’yê hêvî dikir lê mixabin hêviya wan pêk nehat. Ukraynayê li cihekî dixwest li ser Kirim û Donbaskê bazarê bike. Polîtîkayên wê jî dişibiyan yên Tirkiyeyê ku li ser gelan li derfetan digeriya bû. Lê di encama helwesta YE û Almanyayê de canê gelê mazlum şewitî.”   ‘Nêzîkatiya dirû’   Îdîlê her wiha di berdewamiyê de got ku nêzîkatiya li hember penaberên Ukrayna tên nîşandan li hember yên Rojhilata Navîn nayê nîşandan û  got Tirkiyeyê li dijî dagirkirina Ukraynayê derdikev û butçeyê vediqetîne û her wiha li aliyê din jî tezkeriyên şer erê dike û got: “Ev naqokiyek mezine. Tirkiye her diçe xizan dibe rewşa gel pir xrabe. Jin, ciwan û gel bedela vê didin. Her roj li hember Kobanê operasyon tên kirin. Destnedana parlamenteran radike. Dengê kesî ji vê re dernakeve. Ev dûriyeke mezine. Ji şerê li hember Ukraynayê re dibêje dagirkirine. Lê li Tirkiyeyê şer didome.”   ‘Tirkiye li gorî berjewendiya xwe tevdigere’   Îdîlê, daxuyand ku hêzên hegemonîk alavan bikar tînin û şerê li herêmê dimeşînin û di berdewamiyê de wiha got: “Ji ber vê jî dest nadin hev. Rûsya dikare bi Çînê re bikeve lêgerînek din. Rûsya li dijî NATO’yê dertê. Dibe ku cerebandineke hêzê be. Lê çi dibe bila bibe gelên mazlum bedelên giran didin. Tirkiye hewl dide navbyenkariyê bike. Tirkiyeya ku zilmê li gelê xwe dike, hewl dide navbera Rûsya û Ukraynayê çêbike. Ji bo berjewendiyên xwe her tiştî bike.”   ‘Têkoşîna li dijî şer ya herî rewaye’   Îdîlê bi lêv kir ku li Rûsyayê bi hezaran kes daketine kolanan û şer protesto kirine û li Ewropayê jî hişmendiyek wisa gelek girînge û got: “Tirkiyeyê sedema şer bi îtîrafa ‘Hûn dizanin guleyeke bi çiqasî ye’ derxist holê. Em bibîr bînin ku zeytun çawa ji Efrînê hatin û genim çawa ji kewaran hat valakirin. Ji cihekî xesp kiribûn. Li dijî her tiştî derkeve lê li dijî vê bêdeng e. Gelo wê ev dûrûtî çawa be. Şer sedema xizaniya gelê Tirkiyeyê ye. Divê her kes têkoşîna xwe bide. An jî wê rewş hîn bêtir xera be. Têkoşîna herî rewa têkoşîna li dijî şer e.”   ‘Divê ewil agirê ber derê xwe bitemirîne’   Îdîlê, destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî polîtîkayên şer yên desthilatdariyek ku dixwaze polîtîkayên neo-osmînî bike jiyanê, serîhildin û axaftina xwe wiha domand: “Dema tezkereyek tê derxistin yên dîsa dimrin zarokên xizananin. Di vî alî de ger ku em li dijî şerê li cîranê me tên meşandin dernekevin û li dijî şerê li Ewropa tê meşandin derkevin, ev pisgirêkê çareser nake. Divê ewil em agirê ber mala xwe bitemirînin ku piştre îtîrazê şerên cihên din bikin. Hêzên emperyalîst li dijî berteka serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ya li hember Sûriyeyê bêdeng man lê dema mijar bû Ukrayna sûcdar îlan kirin. Di vir de jî dûrûtî dertê holê.  Şerê li Ukraynayê şerê Rojhilata Navîn piştperde dike.”   'Rêya sêyem divê li her derê bê hûnandin'   Îdîlê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê heyetên serbixwe yên der barê şerê li Rojhilata Navîn de bên şandin û rayagiştî ya cîhanê bên agahkirin û wiha dawî lê anî: “Li cihekî deng bilind dibe û li cihê din jî bêdengî heye. Ger ku hun agirekî netemirînin yê din wê di hembêza we de biteqe. Kî dizane wê sibê çi bibe. Em dizanin ku gelo wê sibê li Almanyayê jî şer nebe. Çekên Japonyayê bikaranîne hîna jî di hişan d eye. Ji ber vê divê gel îtîraz bikin. Di vê nokteyê de divê riya sêyemîn di her alî de bê hûnandin û vegotin.”