Dayika Nûdem Durak: Hikûmet ji stranên Nûdemê ditirse 2022-03-25 09:02:22     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Dayika Nûdem Durak Hatice Durak banga xwedî derketinê kir û got: "Hikûmet ji Nûdem û stranên wê ditirse. Ji ber vê yekê keça min girtiye û nayê berdan. Banga min ji hemû humermendan heye, bila ji bo Nûdemê dengê xwe bilind bikin. Em bibin dengê Nûdemê."   Nûdem Durak a ku di sala 1988’an de li bajarokê Dergûlê ya Şirnexê ji dayik bû, zarokatiya xwe li vir derbas kir. Nûdem ku di temenê biçûk de ji ber eleqeya xwe ya bi mûzîka kurdî, di temenê xwe yê ciwantî de dest bi gotina stranên bi kurdî kir. Nûdem yekem car di sala 2012’yan de ji ber ku bi kurdî stran got hat girtin. Nûdem piştî salekê hat berdan û piştî demeke kurt bi heman hincetê hat girtin û vê carê jî 9 mehan di girtîgehê de ma. Nûdem ku piştî hat berdan dev ji mûzîka kurdî berneda, piştre li Navenda Çanda Mem û Zîn a girêdayî Şaredariya Cizîrê dest bi mamostetiya erbanê kir. Dîsa di sala 2015’an de bi hinceta “bi kurdî stran gotiye” hat girtin û di du dozên cuda de 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nûdem a ku 7 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê girtî ye, bi gelek nexweşiyan ketiye. Nûdema ku hestiyên wê dihele û pirsgirêkên çavan dijî, par jî nexweşiya Graves (gutra jehr) ket. Nûdem ji ber guatra jehrî emeliyatê qebûl nake, bifikare ku dengê xwe winda bike.   Lîstikvan, çêker û nivîskarê Amerîkî John Kusack, lîstikvana şano û sînemayê ya Brîtanî Maxine Peake û lîberal û jîngehparêzê Amerîkî Mark Ruffalo bi parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal piştgirî dan Nûdemê.   Dayika Nûdem, Hatîce Durak ji gelê cihan û Tirkiyê re banga hêstiyariyê kir û got hemû kes xwedî Nûdemê derbikeve.     ‘7 sal in girtî ye’   Hatîce, bi bîr xist ku keça wê 7 sal in girtî ye û wiha got: “Keça min hûnermend bû û li Cizîrê perwerdehiya erbaneyê dida zarokan. Dema ku hat girtin jî xwendekarên wê gelek xemgîn bûn. Keça min bi tenê hunermend bû. Tu sûcekî din nekiriye. Keça min tim bi kurdî stranên xwe digot. Ji ber ku bi kurdî stranan digot keça min hat girtin. Her wiha carna bi tirkî jî digot. Zimanê me wekê berê wê demê jî qedexe bû û ji ber vê yekê keça min hat girtin. Ew tu sûcê nekirine. Zarokên me bêsûc û sedem di girtîgehan de digirin û dirizînin.”   ‘Şev di ser qawişên wan de digirin’   Hatîce, bal kişand ser zext û binpêkirinên mafên li ser girtiyan û wiha domand: “Dema bi keça xwe re axivîm dibêje zilmek mezin li ser wan tê meşandin. Her şev di ser qawişên wan de digirin û lêgerînê dikin. Dema lêgerînê dikin hemû alavên wan belav dikin. Keça min digot ew nikarin şev rabikevin. Her şev hevalekê nobetê digire. Alavên ku em ji wê re dişînin nadin wan û carekedin paşve dişînin. Bi zanebûn li ser zarokên me zilmek mezin tê meşandin.”     ‘Wê tu tiştî nekiriye, bi tenê stran gotiye’   Hatîce, bi bîr xist ku keça wê beriya ku bê girtin tu nexweşiyên wê tunebûne û piştî hatiye girtin nexweşiyên wê derketine û wiha pêlda axaftina xwe: “Niha nexweşiya wê ya guatira bi jehr derketiye. Her wiha hestiyên wê dihelin. Her wiha çavên wê jî diêşên. Par dema em bi telefonê diaxivîn dengê wê xirap dihat. Min jê pirs kir çima dengê te ew qas xirap tê, lê belê nedigot. Piştî ku rewşa wê giran bû rêvebiriya girtîgehê wê biriye nexweşxaneya Erziromê û li wê derê bişîjkan gotiye nexweşiya guatira bi jehrê ketiye. Bişîjk gotiye ‘divê em te emeliyet bikin.’ Lê belê keça min gotiye ‘ez hunermend im’ û li ser vê yekê bişîjk gotiye wê demê emeliyet nakin û derman dane wê. Ji par ve heta niha ji bo tedawiyê du caran birine nexweşxaneyê. Wekî din di girtîgehê de bi dermanan tedawiya xwe didomîne. Wê nabin nexweşxaneyê naynin. Hunermendek ji ber ku stran gotiye çawa tê girtin. Wê tu tiştî nekiriye, bi tenê stran gotiye.”   ‘Bila hikûmet dengê Nûdemê bibihîze’   Hatîce, dawiya axaftina xwe de banga hêstiyariyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku hunermendên tirk bûna dê xwedî derketinek mezin bihata kirin û dewletê wan berdaya. Di dewletên dinê de tiştek wiha tuneye. Em dixwazin bila hikûmet dengê Nûdemê bibihîze û wê serbest berdin. Hunermendên cihanê û li Tirkiyê ji bo Nûdemê xwedî deketinek heye û em spasiya wan hemûyan dikin. Em dixwazin hemû kes bibe deng û awazên Nûdemê. Hikûmet ji Nûdem û stranên wê ditirse. Ji ber vê yekê keça min girtiye û nayê berdan. Banga min ji hemû humermendan heye, bila ji bo Nûdemê dengê xwe bilind bikin. Em hemû bibin dengê Nûdemê. Em destûrê nedin stranên me bêdeng bibînin. Ne bi tenê Nûdem, ez dixwazin hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehan de ne demildest bên berdan.”