Siyasetmedarên Tifaqa Demokrasiyê: Em hêviya gelan e 2022-03-23 09:05:15     Marta Somek   STENBOL - Siyasetmedaran der barê Tifaqa Demokrasiyê de ku di çarçoveya ‘rêya sêyemîn’ de duyem civîna xwe pêk anî de nirxandin kirin û gotin: “em tifaqa demokrasiyê ku pêngav bi pêngav li qadan têkoşîn tê mezinkirin û destkeftî tên bidestxistin, hedef dikin. Em ê pergaleke cuda bi tifaqê derxin pêş.”   HDP’ê demek dirêj banga Tifaqa Demorkasiyê kiribû û wekî gava yekem di 18’ê Çile de bi 7 partiyan re hat avêtin.  Der barê pirsgirêkên li welat de gavên şênber di vê çarçoveyê de tê avêtin. HDP di civîna yekem de bi Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Gel a Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Meclîsa Sosyalîst û Malên Gel (SMF) re hatin gel hev.   7 partiyan di çarçoveya ‘lêgerîna rêya sêyemîn’ de di 26’ê sibatê de duyemîn civîn pêk anîn. Bi tevlibûna nûnerên EMEP, TÎP, TOP, SMF, EHP û Malên gel re civîn hat kirin. Di gelek sernavan de gavên şênber hatin avêtin. Her wiha biryar hat girtin ku di Nîsanê de li Stenbolê Mîzgînga Mezin a Aştiyê pêk bê.   Berdevka TOP’ê Pelîn Kahîloglu û Berdevka EHP’ê ya Stenbolê Ozge Akman der barê civînê de axivîn.   ‘Em aştiyê diparêzin’   Pelînê got piştî civîna yekemîn bi gel re hêviyek afiriye û hevdîtinên tên kirin ji bo avakirina bernameyan û berxwedanên gel yên demek dirêjin tên meşadin di zemînek hevpar de bê gel hev gelek girînge û wiha vegot: “Civîna duyem li ser vî esasî de pêk hat. Biryarên şênber hatin girtin. pêngavên ewil hatin avêtin. Em wek TOP hevdîtinê gelek girîng dibînin. Civîna yekem der barê paratîkên têkoşînê û zemînan de bûn. Di ya duyem de ji bo wê gav hat avêtin. Me 7 partiyan daxuyanî da ku em aştiyê diparêzin.”   Pelînê her wiha destnîşan kir ku di civînê de zemîneke hevpar a berxwedana Gelê Kurd, gelan, jinan û kedkaran a di hem 8’ê Adar hem Newroz û hem jî 1’ê Gulanê de pêk anîne.   Rojevên sereke   Pelînê balkişand ser heybeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û got bi coşeke mezin derbas bûye û tevî hemû zextan jinan daxuyaniya xwe ya li Taksîmê dane û her wiha di meha Çile û Sibatê de jî berxwedanên karkeran pêk hatine. Pelînê ev tişt vegot: “Em di zemîneke ku ev berxwedan bi destkeftiyan encam dibe de ne. Dîsa têkoşîna Gelê Kurd bi salane didome. Hatina gel hev a tifaqê wê pêşiya destkeftiyan vebike.”   ‘Mezinkirina têkoşînê’   Pelînê daxuyand kir ku di hevdîtinê de hem li ser hilbijartinan hem jî li ser avakiria civakek nû sekinîne û wek TOP bi vê berpirsyariyê tevgeriyane û di koordînasyonê de cih girtine. Pelînê got ew Tifaqeke Demokrasiyê ya gav bi gav li kolanan têkoşînê mezin dikin û têkoşîna bi destkeftiyan encam dibin hedef dikin. Pelînê wiha dawî lê anî: “Em tifaqa demokrasiyê di zemîneke ku çareseriyan pêk tîne û li gorî hewcedariyan çareseriyan hildiberînin û dibin hêvî disekinin. Em ê bi vê berpirsyariyê tevbigerin.”   'Gelek rojev hatin nirxandin'   Berdevka EHP’ê ya Stenbolê Ozge Akman jî got di hevdîtinên yekem de nêrînên der barê hewcedariya zemîna têkoşîna hevpar de hatine nîqaşkirin û di civîna duyem de jî gelek mijarên der barê rojeva welat de hatine nirxandin û di pêvajoya pêş de riyeke çawa bê şopandin axivîne. Ozgeyê wiha vegot: “Yekji rojeva sereke ya welat şer bû. Her wiha dîsa yek ji rojeva herî germ a civînê krîza aborî û bandora wê ya li ser civakê bû. Der barê vê de têkoşîneke çawa wê bê meşandin de axaftin hatin kirin.”   ‘Yek ji rojevên sereke jî Newroz bû’ Ozgeyê destnîşan kir ku rojeva din jî qadên Newrozê bûye û wiha dirêjî dayê: “Di pêvajoya pêş de em ê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bên ge hev. Ji bo em têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin wê xebatên me li ser vê bên meşandin. Di meha Nîsanê de bi pêkhateyan re wê li Stenbolê mîtîngek pêk bê. Em plan dikin ku li dijî xizanî û her wiha ji bo aştiê hevdîtinekê plan bikin. Ji niha de li ser mijarên wisa şênber me dest bi nirxandinan kir. Em dikarin rêveberiyeke bi kok û guherîbar daynin holê. Gelek aliyên civakê ji bo guherîneke bi kok nîqaşan dimeşîne. Em ê bi tifaqa demokrasiyê pergaleke pir cuda danîn holê.”