'Bi rihê Nûjiyanan em karê ragihandina azad didin meşandin' 2022-03-23 09:01:17     Yara Kendeş-Hêlîn Asmîn   KOBANÊ/ŞEHBA - Rêhevalên Rojnameger Nûjiyan Erhan ên bi wê re di nava xebatan de cih girtine û bûne şahidê têkoşîna wê wiha gotin:"Nûjiyan dengê jinên Şengalê bû, di nava heval û karê xwe da her tim jêhatî bû. Her tim dixwest tiştên nû biafirîne. Mîna navê xwe di jiyana xwe de jî nûjen bû. Armanca yekemîn a Nûjiyanê ew bû ku rastiyê ji raya giştî re ragihîne û li ser vî esasî xebatên xwe bi hevalên xwe re dikir. Bi rihê Nûjiyanan em jî karê ragihandina azad didin meşandin."   Nûjiyan Erhan dema ku li bajarokê Xanesora li ser bi bajarê Şengalê nûçe dişopand, di 3'yê Adara 2017'an de ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve rastî êrişê hat û birîndar bû. Piştî 9 rojan têkoşîna jiyanê da ango şeva 22'yê Adarê bi 23'yê Adarê ve girê dide jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan di salên 2005'an de, dest bi karê çapemeniyê kir. Di ajansên Nuçeyan a Jinê (JINHA) û rojnameya Şûjinê ku bi biryara KHK'yê hatine girtin de nûçegihanî kir. Her wiha Nûjiyanê di Çira TV'yê de jî bername pêşkêş dikir. Nûjiyana ku li her qadê xwe gihand jinan û bû dengê wan herî dawî li Şengalê xebitî. Ji bo li dijî zilma DAIŞ'ê têkoşîna jinên Êzidî ji cîhanê re vebêje li wir cih girt.   Bi wesîleya 6'emîn salvegera qetilkirina Nûjiyan Erhan me mîkrofon dirêjî rêhevalên wê yên pê re xebitîne kir.    'Ragihandina jinê rola herî girîng di şoreşê de lîst' Rojnameger Jînda Asmin di destpêka axaftina xwe de diyar kir wê di destpêkê de Nûjiyanê li çiyayê Kurdistanê dîtiye û Nûjiyanê karê ragihandinê dikir û wiha da pê axaftina xwe: "Min dema Nûjiyanê dît, wê karê ragihandinê dikir. Piştî wê ez jî ketim nava karê ragihandinê. Min û Nûjiyanê bi hev re karê ragihandinê dimeşand. Heval Nûjiyan enerjiyek dida derdora xwe. Nûjiyanê her tim rû bi ken bû. Enerjiya wê mirov ber bi xwe ve kaş dikir. Min çawa ew nas kir parvekirinek di navbera min û wê de çêbû. Wê pir ji xwezayê hez dikir. Bi rastî hertim dixwest bi xwezayê re mijûl bibe."     'Em bi hev re derbasî Şengalê bûn'   Jîndayê di nava axaftina xwe de anî ziman ku Nûjiyanê xwediyê kelecaneke mezin bû û wiha pê de çû:"Me didît Nûjiyanê bi kelecaneke çawa nêz dibû û derdora xwe şa dikir. Lêgerîneke wê li ser xweza, lawir, deşt û çiyan hebû. Piştî demekê li Şengalê ferman pêk hat, heval Nûjiyan jî dixwest derbasî Şengalê bibe. Wê demê em  bi hev re derbasî Şengalê bûn, wê demê şer berdewam bû. Jiyana Şengalê bi rastî gelekî zehmet bû. Rewşeke şer hebû, gel di nava metirsiyê de bû. Lê tevî ku şêniyên Şengalê di nava ewqas zor û zehmetiyan de derbas dibûn jî, berxwedanek bêhempa nîşanî cîhanê dan. Em jî di wê demê de derbasî Şengalê bûn. Me dixwest em karê ragihandinê berdewam bikin. Me dixwest em karê xwe zêdetir pêş bixin û li Şengalê rengê jinê bêhtir derxin pêş. Ji ber vê Nûjiyanê pir dixwest here Şengalê. Piştî wê şer û pevçûn li Şengalê zêde bû, ji ber vê yekê heval Nûjiyan dubare xwest biçe Şengalê."   'Nûjiyanê dixwest jinên êzidî pêş bixe'   Jîndayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jin berê li Şengalê di qada ragihandinê de lawaz bûn lê belê niha baştir pêşketinek heye û wiha lê zêde kir:"Berê li Şengalê jinan nikaribûn bi rehetî kar bikirana û di nava karê ragihandinê de cih bigirin. Ji ber vê yekê hinekî fêrkirin û rêxistinkirina wan zehmet bû. Ev bû sedemek ku zû nekevin kar, lê Nûjiyanê bi rastî pir ked da. Da ku jin bi rêxistin bibin, bi rê ve bibin, pêş bikevin. Her wiha bi nêzikatiya heval Nûjiyan jinan xwe pêş xistin. Heval Nûjiyan tim dixwest bi wan re heval be."   'Em her tim şopdarê rêya çirûskên azadiyê ne'   Jîndayê da zanîn ku Nûjiyanê di qada ragihandinê de gihaştiye armanca xwe û wiha got:"Her çiqas rewşa Şengalê zehmet bû jî, lê li dijî van zehmetî û astengiyan Nûjiyanê weke rojnamevaneke jin bi ked, berxwedan, kelecan û şewqa xwe hemû astengî derbas kir û gihaşt armanca xwe. Bi rastî jî avakirina ragihandinê ya di Şengalê de bi kedek pir mezin pêk hat. Di destpêkê de dem a em gihaştin Şengalê Nûjiyanê 2 zarokên şivan dîtin û hema li ser wan nûçe çêkir. Nûçeyên wê bi wan re dest pê kir, ew bû afrîner. Yanî di 2 salan de Nûjiyanê gelek hêviyên xwe pêk anîn. Gelek rêbazên wê yên guhertin û veguhertinê hebûn, karê ragihandinê bi rastî çetîn e û di eynî demê de jî gelekî xweş e. Nûjiyanê mohra xwe di dilê rêhevalên xwe de hişt û em her tim şopdarê rêya çirûskên azadiyê ne."   'Nûjiyanê bû deng û rengê jinên Şengalê'   Rojnameger Dilgeş Aryen jî derbarê jiyan û serpêhatiya Nûjiyan Erhan de axivî û ev tişt anî ziman :"Wekî tê zanîn rêhevala me Nûjiyan dema ku li Şengalê şerê li Bajarokê Xanesorê dişopand bi zanebûn hate hedefgirtin. Li ser şehadeta Nûjiyanê 5 sal derbas bûn. Em wekî kedkarên çapemeniya azad   karê xwe didin meşandin. Lê ez dikarim vêya bêjim ku cihê ku Nûjiyanê hiştiye ne paş de, pêş de çûye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî niha karê ku li Şengalê tê meşandin e. Ji ber li Şengalê niha bi dehan jinên Êzidî xebatên ragihandinê didin meşandin. Bêguman ev encamên keda Nûjiyanê ye. Gelek kes heta niha li Şengalê behsa Nûjiyanê dikin. Ji ber ku Nûjiyanê dema çû Şengalê xwest bibe dengê jinên Şengalê, ji ber ku jinên Şengalê ji komkujî û fermanê re derbas bûbûn. Di wê demê de rêheval Nûjiyan bi kameraya xwe êşa jinê Şengalê ji raya giştî re radigihand. Nûjiyanê bû deng û rengê jinên Şengalê. Keda Nûjiyanê bandoreke erênî li ser rewşê kir. Ez dîsa bi vê boneyê bi hezkirin û bi bêrîkirinek bi hest û rêzdarî rêheval Nûjiyan bi bîr tînim."   'Nûjiyanê rastiya jinan, deng û qêrîna zarokan bû'   Dilgeşê bi lêv kir ku Nûjiyanê bû rastiya jinan, deng û qêrîna zarokan û wiha pê de çû: "Rêheval Nûjiyan pênûs û kamereya Gurbet û hevalên wê girt û berdewam kir. Em niha wek şopdarê wan hevalan vî karî didin meşandin. Heval Nûjiyan hevalek rûken bû. Her tim di jiyanê de dikeniya. Dema min di destpêkê de Nûjiyanê dît hema bala min kişand. Min jê pirs kir ma navê te Rûkenê ye? Ew jî wê demê keniya û got na. Min heval Nûjiyan di wê demê de nas kir. Bi sekna xwe hemû derûdor jê bi bandor dibû. Wê digot min xwe li dijî êş û azarên li Kurdistanê kir mertal. Got ez wekî mertalê zindî tevlî tevgerê bûm. Nûjiyanê piştî demêkê hate xebatên ragihandinê û demek dirêj xebatên ragihandinê da meşandin. Herî dawî jî di vê rêkê de şehîd bû. Heval Nûjiyan li ser rêka heqîqetê û rastiyê di rêya ragihandinê ya ji cîhanê re jiyana xwe ji dest da. Dî wê demê de bi piştevaniya AKP û PDK'ê êriş li bajaroka Xanesorê ya Şengalê hat kirin. Nûjiyanê di wê demê de dixwest rastiya êrişên PDK'ê ragihîne. Ji ber ku armanca vî şerî ew bû ku dîsa fermana Şengalê dubare bikin. Nûjiyanê jiyan diafirand û hestên wê taybet bûn. Di nivîs û helbestên wê de jî ev diyar bû. Ew rastiya jinan, deng û qêrîna zarokan bû."   'Her tim bi xeyalên xwe yên zarokatiyê dijiya'   Dilgeşê bi lêv kir ku Nûjiyanê wek jineke kurd wek rojnamevanekê û wek têkoşerekê her tim li berxwe da û wiha lê zêde kir:"19 rojî di nexweşxaneyê de li berxwe da. Nûjiyanê ji destpêka beşdariya nav mertalên zindî heta dawiyê jî berxwedana li dijî fermanê da û xwest rastiyê derxe holê. Yanî bi kurtasî li hemû qadên jiyanê berxwedêr bû. Mirov dikare bêje Nûjiyanê bi her awayî di nava têkoşîn û berxwedanê de bû. Mîlekî heval Nûjiyanê pir têgihiştî bû, lê mîlekî wê dixwest xeyalên xwe yên zarokatiyê bijî. Bi temenê xwe her tim mezin xuya dikir ji ber ku ji emrê xwe mezintir difikiriya û dijiya. Ew pir zindî bû."   'Bi rihê Nûjiyanan em karê ragihandina azad didin meşandin'   Dilgeşê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Heval Nûjiyan yeke pir çalak bû. Vê çalakbûyina wê yên li dora wê jî dixist nav tevgerê. Lê ev nêzîkatî ne di rewşeke wisa de bû ku tu jê bêzar bibî. Ev ji bo çalakkirina derûdorê bû. Enerjiya wê ji bo hevalên wê zêde bû. Nûjiyanê taybetmendiyên xwe yên hevaltiyê her tim parast û gelek caran ji bo hevalên derûdorê fedakarî dikir. Rengê xwe dida diyarkirin. Ew bi çalakbûyina xwe dihat naskirin. Wek şoreşgerek jin mirov çiqas behsa heval Nûjiyanê bike wê kêm bê. Em jî rêya rêhevala xwe dişopînin. Bi rihê Nûjiyanan em karê ragihandina azad didin meşandin."