Ji Amedê banga 'Dem dema yekitiyê ye' 2022-03-21 15:50:36     AMED - Li Amedê tevî hemû astengiyan pîrozbahiya Newrozê didome. Siyasetmedar Ahmet Turk xîtabî sed hezaran kesî kir û got: "Dem dema yekîtiya me ye. Êdî divê em kurd bên cem hev û em sîwanek hevpar ava bikin.”    Li Amedê tevî hemû astengî, êriş û provokasyonan jî pîrozbahiya Newrozê berdewam dike. Bi sed hezaran kes daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike.    Piştî ku Hozan Kazo strî, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm danîne şûna wî xîtabî bi sed hezaran kes kir.    Siyasetmedar Ahmet Turk gel silav kir û Newroza gel pîroz kir û got: "Ez rêz û hezkirinên xwe pêşkêşî Ameda rengîn dikim. Ez bi germahiya agirê Newrozê we silav dikim. Jin, ciwan ji bo azadiya gelê Kurdistanê li ser pêya ne û li ber xwe didin. Em ji bo siberoja kurdan her roj li ser pêya ne. Em spasiya gelê xwe dikin û berxwedana wan silav û pîroz dikin. Newroz berxwedana gelê me ye.    Yên ku dixwazin dengê gelê kurd qut bikin, xwe xapandin. Dengê gelê kurd her roja ku diçe belavî dinyayê dibe. Li ser siyasetmedarên kurd zilmek mezin heye. Bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindanan de ne. Dibe di zindanan de bin lê ruhê wan li Newroza Amedê ye.     Îro li ser gelê me tecrîd tê sepandin. Birêz Ocalan bi salan e di bin tecrîdek giran de ye. Nahêlin parêzer û malbata wî biçe hevdîtinê. Gelê kurd vê siyasetê pûç kiriye. Bi salan e hevala min Aysel Tugluk nexweş e û nayê berdan. Rewşa wê dijwar e û dîsa jî di zindanê de tê hiştin. Tiştek li ser navê ehlaqê mirov nemaye. Divê were berdan lê zilm lê tê kirin.    Êdî dinyayek ku guherî ye heye. Êdî em di dinyayek ku pergalên nû ava dibin de derbas dibin. A rast divê em dersê ji şerê Rûsya û Ûkraynayê derxin. Tevî ku bi dehan sal e li ser Kurdistanê û siyasetmedarê wê êriş û zextên giran hene jî lê siyasetmedarê wê li hev nakin. Em ji Amedê gazî dikin; êdî dem dema hatina cem hev e. Êdî dem dema avakirina sîwanek hevpar e. Heke hûn wisa tevger bikin wê dîrok û gelê kurd we efû neke.”