Li Agiriyê qada Newrozê di saetên serê sibehê de tije bû 2022-03-21 11:48:22   AGIRÎ - Bi dirûşmeya "Dem, dema serkeftinê ye" qada Newrozê di saetên serê sibê de tije bû.   Navnîşaneke din a pîrozbahiya Newroza îsal a bi dirûşma "Dem, dema serkeftinê ye" hat lidarxistin, Agirî bû. Bi hezaran kes li qada li kêleka stadyumê tevlî Newrozê bûn. Newroza ku bi dirûşmeyên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" dest pê kir wê li kêleka stady»mê bê pîrozkirin. Gelê Agiriyê li ber def û zurnê dest bi govendê kir.  Tevlibûna ciwanan a pîrozbahiyê balê dikişîne.   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî wê di Newroza Agiriyê de biaxive. Piştre Koma Pel û Koma Kolektîfa Êlihê wê derkevin ser dikê.