Gel diherike Qada Newrozê ya Amedê 2022-03-21 11:45:08     AMED - Li Amedê gel ji bo pîrozbahiya Newrozê ya “Dem dema serkeftinê ye” bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" berê xwe dan qada Newrozê.    Newroza 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Amedê pêk tê. Newroz li Parka Newrozê ya li Rêzana Amedê pêk tê. Ji bo pîrozbahiyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelê navçeyan û navendê seferberbûn.    Ji bo pîrozbahiyê gel hêj serê sibê li malên xwe derketin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Li navçeya Baglarê gel bi cil û bergên xwe yên kurdewarî daketin taxê û bi dihol û zirneyê meşiyan. Jin, ciwan û zarok bi rengê kes, sor û zer rêyên ber bi qadê ve diçû xemilandin. Her wiha maşîneyên derdorê jî bi korne lêxistinê piştevaniya rêwitiyan kir.    Her wiha îro xwendevan yek car dibistan boykot kirin û berê xwe dan qadê.    Li navçeya Peyasê jî bi sedan kesî bi cilên rengîn berê xwe da Qada Newrozê. Gel li beramberê dihol û zirneyê govend gerand û dirûşma "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Tevlîbûna zêde ya ciwanan balê dikişîne ser xwe.    Ji 5 hêlan ve dikevin qadê   Bi hezaran kesên ku xwe gîhandin Parka Newrozê ya pîrozbahî lê tê kirin ji 5 hêlan ve ji di lêgerînê re tên derbaskirin û dikevin qadê.  Di lêgerîya ku hat kirin de alavên taybet ên wekî pênûs çalkmak . Bi hezaran kesên ku di lêgerînêr re derbas bûn li qadê dest bi gonvendê kriin. Ên ku li benda lêgerînê ne ji bo bikevin qadê jî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" berz dikin.   Astengkirina ji ber cil û bergên kurdî   Muduriyeta Polîsan a Amedê ku bi roja ye bi hincetên pûç dixwaze astengiyan derzîne vê carê jî li cihê lêgerîn hat kirin ji bo cil û bergên kurdî astengî derxist. Gelek siyasetmedar, rojnameger û kesên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin nekirin qadê.    Heman helwesta polîsan xwe li cihên din ên lêgerînê jî nîşan da.   Dê axaftinê bikin   Li Newroza Amedê ku Hunermend Devrîm Demîr û Ozcan Ateş pêşkêşvaniyê dikin, wê Hevserokê KCD'ê berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li ser navê Koma Kurdistanî Serokê Giştî yê Partiya Azadî  Ayetullah Aştî wê biaxivin.   Bi dirûşman govend gerandin   Bi hezaran kesên ku li qadê kom bûn, li ber dirûşman govendê digerînin, polîsên ku ketin qadê, xwestin ciwanên dirûşman berz dikin binçav bikin. Li ser  vê ciwan ber bi barîkatan ve meşiyan  û dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin. ji ber polîsan xwest li ser sahnê jî ji muzîkê bigire heta axaftinan asteng bike di navbera wan û komîteya amadekar a Newrozê de gengêşî derket.