Gelê Cizîrê diherike qada Newrozê 2022-03-21 11:26:47     ŞIRNEX - Jinên Cizîrê bi cil û bergên xwe yên kurd bi rûhê Newroza 1992'yan ber bi qada pîrozbahiyê ve dimeşin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê tê lidarxisin. Ji serê sibehê ve pîrozbahî dest pê kir. Yên ewilî hatin qadê jinên Cizîra Botan in. Ji zarokan heta kal û pîran cilên xwe yên netewî ango kurdî li xwe kirine û ev cil û bergên wan li qadê dibe ahenga rengan.    Yek ji welatiyên serê sibê zû hat qadê jî Hecî Hesen e ku  ji ber îşkenceya 12’ê Îlonê lê hatiye kirin hişê wî serê wî çûye ye. Hecî Hesen bi kêfxweşî û govendê ket qadê. Amadekariyên dawî li qadê temam bûn û welatiyên li ber nokteyên polîsan hatin seknandin, govendê gerandin.    Gelê Cizîrê ku ji du baskan ve ketin qadê hem strîn û hem jî govendê digerînin. Piştî vekirina deriyên qadê gel bi salvegera 30’emîn a ruhê Newroza sala 1992’yan diherike qadê.    Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Omer Ocalan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Pinar Aydinlar, Şerzad, Şiyar Berwerî û Nesîm Arsû jî dê derkevin ser dikê.    Li qadê bi hezaran kes li ber muzîkê govenda azadiyê digerîne.