Ciwanên Kobanê agirê azadiyê pêxistin 2022-03-19 16:17:36   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê, bi dirûşma “Di sala serkeftinê werin cenga azadiyê” şahî li dar xistin.   Bi dehan jin û ciwanên Herêma Firatê bi boneya Cejna Newrozê, li gundê Iwêneyê ya girêdayî Navçeya Qinê ya Rojavayî Kantona Kobanê şahî li dar xistin. Di şahiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate hildan. Bi dehan malbat û ciwan bi cil û bergên kurdî beşdarî şahîyê bûn. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir paşê axaftin  li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyê ji aliyê Xunav Xelîl ve hat kirin.   ‘Newroz ji nû ve xwepêşandan e’   Xunavê di destpêka axaftina xwe de Newroza sala 2022’yan li tevahî gelê kurd û aştîxwaz pîroz kir û wiha got: "Newroz bi keda ciwan û têkoşerên azadiyê ava bû. Newroz ji nû ve xwepêşandan e. Em ê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger  hertim li ser piyan bin ji bo sazkirina van rojên pîroz."   Her wiha piştî axaftinê agirê Newrozê ji aliyê Xwişka cangoriyê azadiyê Newres ve hat pêxistin.   Şahî bi gerandina dîlanê berdewam dike.