Li Îdirê agirê Newrozê geş bû 2022-03-19 13:28:48     ÎDIR - Pîrozbahiya Newroza Îdirê ya bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" pêk hat. Newroz bi dîmenên rengo rengo bala gel kişand. Jin bi cilên xwe yên kurdî derketin qadê.    Bi hezaran kes bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" heriqîn qada Newrozê ya Îdirê. Di saetên serê sibehê de jin bi kincên xwe yên kurdî herikîn qada Kiliçlar a Newrozê ya Îdirê. Tevî berfê jî bi def û zirneyê gel govend gerand. Pankartên "Dem dema serkeftinê ye" û "Newroz pîroz be" li qada Newrozê hatin daliqandin.    Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP'ê ya Bajêr Suleyman Serhat axivî.    Pişre jî Hevşaredara Idirê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Eylem Çelîk axivî û bal kişand ser parastina pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan.    Parlamenterê HDP'ê ya Idirê Habip Eksîk jî diyar kir ku Newroz cejna yekitiyê ye û Newroza girtiyan pîroz kir.    Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Sezaî Temellî jî di Newrozê de bal kişand ser têkoşîna ku li hemberî zilmê tê dayîn û got: "Gel li dijî zilmê her tim bi biryar têkoşin da. Li hemberî zilmê sekna kurdan her tim diyar e. Tekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdulah Ocalan e."   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Pîrozbahî bi stranên Koma Muzîkê ya Dengê Meymanê bi dawî bû.