Li Mêrsînê gel diherike qada Newrozê 2022-03-19 12:21:18     MÊRSIN - Li Mêrsînê Newroza li Qada Tirmilê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Girseya ku kom bûyî li beramberê stranan govend digerînin.    Newroza îsal bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Çukurovayê li 5 bajar û li 2 navçeyan tê pîrozkirin. Newroza yekem a Çûrovayê li Qada Tirmil a Mêrsînê tê pîrozkirin.   Jin bi cilên xwe yên kurdewarî ber bi qada pîrozbahiyê ve diherikin. Li qadê pankartên "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkut nemir e" hat vekirin.    Hatina girseyî didome.