Li Qoserê coşa Newrozê 2022-03-19 12:06:08   MÊRDÎN - Pîrozbahiya Newrozê li Qoserê dest pê kir, li gel baranê gel diherike qadê.   Pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Qosera Mêrdînê hat destpêkirin. Derdora qadê bi bariyeran hat dorpêçkirin. Ji bajarên derdorê bi otobusan polîs anîn qadê. Polîsên ku hatin li qadê ji bo kontrolê hatin belavkirin û welatî li bendêne ku bikevin qadê.   Saet ji 10.00'an de gel diherike qadê. Gel bi dirûşmên "Bijî Newroz" derbasî qadê bû. Kesên ketin qadê bi cil û bergên kurdî qad xemilandin û govend gerandin.  Li gel barîna baranê herikîna gel ber bi qadê ve berdewam dike. Kesên ku li qadê destmalên kesk, sor û zer girtin destên xwe dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" ," Bijî Serok Apo" berz dikin.   Piştî rêzgirtin û sirûda "Çerxa şoreşê" pîrozbahî hat destpêkirin. Pîrozbahiya ku gelek kes tevli bû li gel Nûnerên HDP, TJA û DBP'ê Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, Dayikên Aştiyê û siyasetmedar Ahmet Turk jî cih girtin.   Axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu kir û got ku ew hêza xwe ji Gelê Kurd û Newrozê digirin .Perîhan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî da û got ku wê tundiya li ser Gelê Kurd bi têkoşînê bê bidawîkirin.   Girseya ku piştî axaftinan bi govendê pîrozbahî berdewam kir û piştre girseyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir. Polîsan jî êrîşî girseyê kir.