Ji 7 salî heta 70 salî Şirnexiyan qada Newrozê tije kirin 2022-03-19 11:58:55     ŞIRNEX - Şêniyên Şirnexê bi cilên xwe yên kurdî bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Coşa Newrozê bi govendê dest pê kir.    Li Şirnexê bi hezaran kes bi cilên kurdî û coşeke mezin herikîn qada Newrozê. Li qada Newrozê ya li Çerxerêya Sîteya Sanayiyê ya navenda Şirnexê pankartên "Dem dema serkeftinê ye","Em bi agirê Newrozê serî hildin, azad bibin","Newroz Raperîna Azadiyê ya Jinê ye" hatin daliqandin.    Ji serê sibehê de ji 7 salî heta 70 salî Şirnexiyan qada Newrozê tije kirin. Tevî sermayê qad tije bû.    Pîrozbahiyên Newrozê bi stranan dest pê kir û gel govend gerand.    Hûrguliyên wê tên...