Dayika Aştiyê: Em ê ji bo azadiyê li qaden Newrozê bin 2022-03-18 09:08:01     Gulîstan Dursun   STENBOL - Emîne Şener û keça wê ya ku dayika aştiyê ye Bedîa Gokkuz bi salane tevî hemû zext û qedexeyan li Stenbolê tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibin û wan rojan wiha vedibêjin: “Me li dijî zilmê serî hilda. Me çavên xwe vekir û em di ferqa her tiştî de bûn. Çi dibû bila bibe me agirê Newrozê pêdixist.  Dema ku wan çaxan qedexe dikin kelecana me zêdetir dibû.”   Newroza ku ji bo hinek gelan wek hatina biharê tê pîrozkirin jî ji bo Gelê Kurd bû navê ji nû ve vejînê. Bi taybet piştî derketina têkoşîna azadiya Kurd yanî 50 sal berê Newroz ji bo Gelê Kurd gihişt armanca xwe ya esas. Gelê Kurd ku Newroz ji nû ve watedar kir, bi agirê ku pêxist ji bo berxwedanê gav avêt. Jin, ciwan, zarok, kal û pîran li her derê di 21’ê Adarê de berê xwe dan qadan. Bi cil û bergên xwe yen kurdî govend gerandin û gotin ‘em hene, em li vir in û dimeşin azadiyê’. Bi taybet jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye sembola Newrozê.   Bi salan e li eniya pêş in   Tevî hemû qedexeyan Stenbolê ku metropola Tirkiyeye ye 43 sale bê navber Newroz lê tê pîrozkirin. Îsal wê bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ gel biçin Newrozê û îsal wê li Qada Yenîkapi Newroz bê pîrozkirin. Beriya Newroza ku wê di 20’ê Adarê de bê pîrozkirin, Emîne Şener û keça wê ya ku dayika Aştiyê ye Bedîa Gokkuz der barê Newrozê de axivîn.   ‘Dewletê her tim di pozîsyona êrîşê de bû’   Emîne Şener daxuyakirin ku ew şahidê darbeya 12’ê îlona 1980’yî ye û ji ber zext û zilma hatiye jiyîn ji Amedê koçî Stenbolê krine. Emîneyê der barê pêvajoya li Amedê de wiha axivî: “Her tim zext, zilm hebû. Rojekê di hembêza min de keça min em di nav pevçûnê de man. Ciwan li ber çavên min kuştin. Dewletê her tim êrîşê Gelê Kurd dikir. Hîna jî wisa ye. Em ji zilmê reviyan. Me koçî Stenbolê kir. Tevî em hatin bajarê mezin me dest ji çanda xwe berneda. Li vir jî jiyana me wisa ne hêsan bû. Dema em diçûn ser kaniyê digotin hun terorîst in digotin Kurdên bi boç. Ciwanên me her tişt dizanibûn. Min bi kurê xwe re têkoşîn nas kir. Rojekê min ji hevjînê xwe re got ‘zarokên me çi dikin’. Wî jî got ‘Ma tu nizanî? Em di bin zilmê de ne’. Ji ber tiştên dihatin jiyîn ciwanên me rabûn ser piyan.”   Dijminahiya li hember rengan   Emîneyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku dewletê bi şev û roj zilm li gel û ciwanan dikir û ev tişt daxuyand: “Rojekê min fistanekî kesk sor zer li xwe kir. Min baş wateya wê jî nizanibû. Yek hat got ez qurbana van rengên fîstanê te bim. Ez matmayî mam. Min fêm nekir. Di wê navberê de kesekî din êrîşê me kir. Sedema wê jî rengên fistanê min bû. Em li dijî zilmê bêdeng neman. Me her tişt ferq kir. Belê em li ser axa xwe jî dîlgirtî bûn. Partiya me em ji zilmê xilas kirin. Xwedî li ziman derket. Ez tu car ji têkoşîna xwe poşman nînim.”   Tevî qedexeyan çûn Newrozê   Dayika Aştiyê Bedîa Gokkuz ku salek piştî darbeya 12’ê îlonê bi malbatê re koçî Stenbolê dike û ala têkoşinê hildigire diyar dike ku li Stenbolê jî zext û zilm dîtine û wiha vegot: “Em nikaribûn biçin nexweşxanê. Her tim zilm hebû. Bi zilma wan re me xwe nas kir û me fêm ku ji ber em Kurdin vê zilmê dijîn. Li dijî vê zilmê me li qadan li kolanan berxweda. Di 1992’an de yekem car tevlî Newroza Stenbolê ya girseyî bûm. Heta sala 1992’yan li salonan dihat pîrozkirin. Bêguman hinek tirs hebû. Lê me xwe bi rengên xwe xemiland û em bi dirûşmên ‘Bijî serok Apo’, ‘Bijî Newroz’ çûn Qada Kartalê. Agir hatibû pêxistin. Em komeke 50-100 kesî bûn. Polîsan pêşiya me girt û hevjîn û tiyê min derb kirin, binçav kirin.”   Keça xwe ya yek salî girt pişt xwe û çû Newrozê   Bedîayê destnîşan kir ku her roja Newrozê wekê ku nû hatine dinê bi coş tevlî bûne û wiha bi lêv kir: “Bi salane em bê navber diçin Newrozê. Keça min Evîn (Hebun Argeş)  di 2012’an de tevli PKK’ê bû û jiyana xwe ji dest da. Wê demê yek salî bû min li pişta xwe dikir û ez çûm Newroza 1995’an. Em her tim çûn. Ez hem ji 8’ê Adarê hem ji Newrozê hez dikin.  Newrozên berê dihatin qedexekirin, zêdetir bi coş derbas dibûn. Me zarokên xwe kom dikirin û em diçûn. Em xwedî li Newrozên dihatin qedexekirin derdikevin. Me digot ‘Newroza me heye’ em diçûn.”   ‘Min bi serokatiyê hebûna xwe nas kir’   Bedîayê daxuyakirin ku wan hebûna xwe bi Newroz, şehîdan, Mazluman nas kiriye û her wiha bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re têkoşîna hebûnê dane û wiha vegot: “Em di xewa mirinê de bûn. Em hişyar bûn. Serokatiyê rê da ber me û derfet da ku em xwe nas bikin. Em heta niha li dijî zilmê bêdeng neman û ji vir şûnde jî em namînin. Me her tim agirê Newrozê pêxist. Em ê ji vir şûnde jî bidominin.”   ‘Em ji bo serokatiyê li qadan bin’   Bedîayê wiha dawî lê anî: “Em ê bi daxwaza azadiya serokatiyê û hemû girtiyên Kurd li qadan bin. Bila şer biqede aştî bê. Dem dema serkeftinê ye. Em bi vê dirûşmê diçin Newrozê. Serkeftin bê em ê azad bin. Newroz tenê cejna Gelê Kurd nîne. Hemû gelên di bin zextan de ne divê tevlî Newrozê bibin. Werin em dest bidin hev û xwedî li azadî û aştiyê derkevin.”