Berteka li dijî binçavkirinan: Tundiya dewletê tundiya malê zêde dike 2022-03-17 14:27:40   AMED - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn derbarê 23 jinên bi serdegirtina malan hatin binçavkirin de got:"Em bang li AKP'ê dikin. Dev ji tundiya li ser jinê berde. Tundiya dewletê tundiya malê zêde dike."   Bi lêpîrsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin 23 jin bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Komeleya Jinê ya Rosayê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    'Em li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm, zayendperestiyê derdikevin'   Eren Keskîn da zanîn ku îktidarê helwesta xwe ya li dijî jinê bi feshkirina Peymana Stenbolê diyar kir û wiha got:"Bi serdegirtina malan a hevalên me tundî li wan hat kirin. Çalakiyên li qadên sîvîl pêk anîne bûye sûc û hatine binçavkirin. Em polîtîkayên dewletê yên jinê ji nêz ve nas dikin. Do li Stenbolê mêrê li ber çavan li hevjîna xwe xist îro serbest e. Lê belê hevalên me jî kirin bin çavan. Loma tundiya li ser jinê polîtîk e. Dema em vêya dibêjin em tenê li dijî têkiliya çewisandinê ya di navbera jin û mêr de dernekevin. Em di heman demê de li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm, zayendperestiyê derdikevin. "   'Tundiya dewletê tundiya malê zêde dike'   Erenê bal kişand ser tundiya li jinê tê kirin û got:""Em bang li AKP'ê dikin. Dev ji tundiya li ser jinê berde. Tundiya dewletê tundiya malê zêde dike."