‘Aysel ji ber sedemên siyasî nayê berdan’ 2022-03-16 09:10:04     Hîkmet Tunç   WAN - Parêzera OHD’yî Mehtap Işik der barê rapora ATK’ê ya derbarê rewşa Aysel Tugluk de hatiye dayîn axivî û got: “ATK ne bi biryarên tibî bi siyasî biryaran dide. Ji ber vê jî girtiyan tehliye nakin. Divê ATK biryarên tibî bide û qe nebe înfazên wan bên taloqkirin û berdan.”   Rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê dimîne û teşhîsa demansê lê hatiye kirin her diçe giran dibe û ATK’ê cara duyem rapora ‘dikare girtî bimîne’ dayê. Ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş Nobedên Edeletê didomin û li her bajarî di vê çarçoveyê de bername û çalakî pêk tên. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Mehtap Işik der barê rewşa Aysel û girtiyên nexweş de nirxandin kir.   ‘Bi sedemên siyasî nayê berdan’   Mehtabê der barê rapora ATK’ê de axivî û got bi biryarê siyasî rapor hatiye amadekirin û wiha vegot: “Aysel niha ji ber hincetên siyasî tê girtin. Ev dijhiqûqiyeke mezin e. Aysel nexweş e û nexweşiya wê demans e. Gelek tişt nayên bîra wê. Bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Her wiha yek hevalek jî ligel wê tune ye.”   ‘Li dijî hiqûqiyê ye’   Mehtabê bi lêv kir ku di rapora ATK’ê de îfadeyên wekî ‘di dîroka sûc kiriye de ehliyeta wê ya cezayî heye’ cih girtiye û wiha dirêjî dayê: “Ev biryar li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Dema em li hiqûqa Tirkiyeyê û ya navneteweyî dinêrin, ne dîroka sûc, dema mirov li qanûna înfaza girtîgehan dinêrin, divê rewşa wê ya li girtîgehê li ber çavan bê girtin. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku ATK’ê di rapora xwe de bi giştî li gorî siyasî tev geriyaye. Ya ku ATK’ê kiriye nirxandineke siyasî ye.”   ‘Divê pêvajoya nexweşiyê binirxînin’   Mehtabê her wiha destnîşan kir ku dema ku ATK’ê heyeta der barê Ayselê de kom kiriye divê pirsgirêkên tenduristiya wê bianiya ziman û wiha daxuyand: “Divê rewşa Ayselê, nexweşiya wê, dikare hewcedariyên xwe bîne cih an na, ev li ber çavan bihata girtin. Lê di raporê de cih dane dîroka ehliyeta cezayî. Piranî girtiyên nexweş bi sedemên siyasî nayên berdan. Rewşa piraniya giran e. Nayên berdan. Înfaz nayê taloqkirin. ATK bi awayekî dijhiqûqî tahliyekirinan asteng dike.”   ‘Divê bi daneyên tibî tev bigerin’   Mehtabê wiha dawî lê anî: “Di vê pêvajoya ku siyaset tevli hiqûqê bûye de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ji raporên ATK’ê jî encamên erênî dernayên. Rapora ‘dikarin girtî bimînin’ didin. Lê hemû nexweşên giran in. Divê ATK biryarên tibî bide û demildest tahliye bikin.”