Şahidên Newroza 92'yan: Ev berxwedan dê berdewam bike 2022-03-16 09:02:44     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Şahidên Newroza 92'yan a li navçeya Cizîr û Şirnexê diyar kirin ku ruhê Newroza 92’an îro jî hîn berdewam dike û gotin: "Berxwedana sala 92'yan wek mirateyek heta wan rojan hatiye. Agirê Newrozê ya bi ruhê salên 92’yan bilind dibe dê îsal jî bi heman ruhê bilind bibe.”   Newroza îsal a 2022’yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Newroza ku ji bo gelek gelan wek mizgîniya biharê ye, ji bo kurdan jî veguheriya roja hebûn û berxwedanê. Bi taybetî ji pîrozbahiyên kurdan ên salên 90’î mohra xwe li dîrokê xistin.   Di salên 1990’î de êdî Newroz bi girseyî li kolan û qadan bi girseyî hatin pîrozkirin. Dema pîrozbahî bûn girseyî, êrişên bi tund jî dest pê kir. Lê tevî hemû zext û zordestiyê gel qad neterikand û li ber xwe dan. Qadên Newrozê êdî ji bo kurdan wateyek din dida. Yek ji wan deran jî Şirnex û navçeya Cizîra Şirnexê bû.   Li dijî zextan berxwedana Şirnexê   Pîrozbahiya ku di 21’ê Adara 1992’yan de pêk hatî hêzek mezin da derdora xwe. Dewleta ku ji pîrozbahiya girseyî agahdar bû, li dijî pîrozbahiyê tedbîr girt. Êvara 21’ê Adarê de Şirnex hat bombekirin. 3 rojan li vir pevçûn derket. Li gorî daneyên fermî li Şirnexê di pîrozbahiyan de 47 kes jiyana xwe ji dest dan.   Pîrozbahiya bi nav û deng Cizîr   Her wiha pîrozbahiyên ku li Cizîra Şirnexê jî pêk hatî jî bi nav û deng bû. Di 21’ê Adara 1992’an de şêniyên ji taxên Nûr, Cûdî û Yafesê hatin cem hev ligel muzîk dîlana azadiyê gerandin. Piştî re girseya ku berê xwe da cedaya Nisêbînê bi êrişa polîs û leşkeran re rûbirû man û gule li ser wan hat reşandin. Li gorî daneyên fermî 57 û li gorî çavkaniyên herêmî jî zêdetirî 100 kes jiyana xwe ji dest da.   Ayşe Kulter a 67 salî şahidiya Newroza 1992’yan a Şirnexê û Hatîce Durmuş a 59 salî jî şahidiya Newroza 1992’yan a Cizirê kir. Ayşe û Hatîce tiştên ku wan rojan jiyabûn ji ajansa me re qal kirin.   ‘Agirê Newrozê pêxistin…’   Hatîce, diyar kir ku serê sibehê bi hezaran kes li taxa Nûrê kom bûn û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gel agir pêxist, govend gerand û Newroza xwe pîroz kir. Gel xwest bimeşe goristanê lê belê polîsan pêşiya me girt û destûr neda ku em bimeşin. Ji ber astengiya polîsan gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.”   ‘Li hember guleyan bi keviran bersiv dan’   Hatîce di axaftina xwe de wiha bal kişand ser berxwedana girseyê: “Dema ku girse dest bi çalakiya rûniştinê kir polîsan bi gaza îsotê êrîş kir. Ji ber êrîşê her kesek bi cihekî ve reviya. Ji ber gaza îstotê çav çavan nedidît û dinya tarî bû. Ji ber êrîşan min xwe bi zorê avêt dikanekî. Lê gel ji tu cihekî ve neçû. Piştre dengê çekan hat û gule li ser gel de barandin. Panzêr bi ser gel de ajotin. Gel jî bi keviran bersiv da polîsan.”   Ligel her cureyên êrişan berxwedana gel   Hatîce, da zanîn ku di vê Newrozê de ligel her cureyên êrişan gel li ber xwe da û wiha bi lêv kir: “Li ser ceda Nisêbînê gule hat barandin û li vir gelek kes jiyana xwe ji dest a û gelek kes jî birîndar bûn. Bi gulebarandinê dixwestin gel bitirsînin û belav bikin. Lê li dijî her cureyên êrişan jî girse belav nebûn. Ew Newroz, Newrozek bi xwîn bû. Gelek kes li ber çavên me hatin kuştin. Şerê ku li ceda Nisêbînê dest pê kir, piştre li hemû kolananên Cizîrê belav bû. Êrîş heta êvarê bê navber berdewam kir.”   ‘Bêrîvan pêşenga Newrozê bû’   Hatîce, bal kişand ser pêşengiya Bêrîvan Cizîrî û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Bêrîvan pêşenga Newrozê bû. Di nav wê şerê de li ber xwe da. Piştî ku gel belav bû jî Bêrîvan û ciwanan hîn li kolanan li ber xwe dida. Bêrîvan jinek zîrek, jêhatî û berxwedêr bû. Bêrîvan ji gel re rêber bû. Min Bêrîvan berê nasnedikir, min di Newrozê de ew nas kir. Bêrîvan wê demê bû sembola berxwedanê. Piştî wê li Cizîrê zarokên keç ên ku hatin dinyayê navên wan danîn Bêrîvan. Bi hezaran Bêrîvanên nû çêbûn.”   'Heta roja îro berxwedan didome'   Hatîce, daxuyand ku berxwedanên wê demê heta îro jî hatiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hember van êrîşan berxwedana me jî mezin dibe. Gel tu carî wan rojan ji bîr nekiriye û nade ji bîr kirin jî. Em ê ji 7 salî heta 70 salî wekî salên 92’yan berê xwe bidin qadên Newrozê."   ‘Ji 7 salî heta 70 salî kes herikin qadan’   Ayşeya ku wê demê 30 salî bûye û şahidiya Newroza Şirnexê ya sala 92’yan kir wiha bal kişand ser pîrozbahiyê: “Ew roj bi hezaran welatî li Şirnexê kom bûn. Bi taybetî jî bi cilên xwe yên kurdewarî daketin qadan û govend gerandin. Ligel qedexeyan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin û li qadê alên kesk, sor û zer hatin bilindkirin. Ji heft salî bigire heta heftê salî kes di nav pîrozbahiyê de cih girtin.”   ‘Ligel êrişan gel li ber xwe da’   Ayşe, da zanîn ku wê demê zext û zordariya dewletê gelek zêde bû û wiha bi lêv kir: “Ligel zext û zilmê girse Newroza xwe pîroz kir. Polîsan negot ew jin in, zarok in, ciwan in, kal û pîr in bi panzêran bi ser me de hatin. Gule bi ser me de barandin û bi sedan kes birîndar kirin. Gelek kes jî hatin qetilkirin. Li dijî êrişan me meşek li dar xist, lê dîsa gule li me barandin.  Du kes li ber çavên min hatin kuştin. Lê gelek kes hatin kuştin. Ez bûm şahida mirina wan kesan. Polîs wê demê gelek kesî bi îşkenceyan binçav kir. Ev zilma ku li ser me kurdan hatiye kirin, li ser tu kesî nehatiye kirin.”   Pîrozbahiya Newrozê ya bi ruhê 92’yan   Ayşe destnîşan kir ku gel tu carî li hemberî êrişan serî netewandiye û wiha dom kir: “Ruhê Newroza 92’an îro hîn berdewam dike. Em li ser doza xwe ne û em ê heta dawiyê jî li ser vê rêyê bin. Di dawiyê de mirin jî hebe em dev ji vê rêyê bernadin. Berê ligel hemû qedexeyan gel bi rihê berxwedanê pîrozbahiyên xwe dikir.  Agirê Newrozê bi rihê salên 92’yan bilind dibe.”   ‘Em ê biherin qadan’   Ayşe di dawiyê de bang li gelê Botanê kir û got: “Banga me ji hemû gelê Botanê ew e ku xwedî Newrozê derkevin û biherikin qadan. Her wiha divê em kurd bibin yek û tifaqa xwe ava bikin. Ger ku em bibin yek em ê maf û nasnameya xwe hemû kesan bidin qebûl kirin.”