'Dê siberoja azad bibe ya jinan' 2022-03-15 15:39:47     STENBOL - Jinên li ser Kursiya Demokrasiyê ya ji aliyê Ji bo Demokrasiyê Yekîtî hat avakirin gotin ji bo aştiyê ew ê li her derê dengê xwe bilind bikin.    Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DÎB) ji bo jin li dijî şer, xizanî, newekheviyê, mêtingeriyê, dengê xwe bilind bikin li Îskeleya Beşiktaşê Kursiya Demokrasiyê ava kir. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum û gelek sazî beşdar bûn. Li cihê çalakiyê pankartên "Jin jiyan azadî","Jin bi hev re bi hêz in","Jin li dijî şer û xizaniyê ne" hatin vekirin.    Ji Pîrebokên kampusê Beyda Ceylan diyar kir ku karê qeyûm ê ewil ew bû ku jinan bike hedef û got em îktidara ku dixwaze mafên me yên me bi destên xwe qezenc kiriye ji me bê girtin, baş nas dikin û em ê ji têkoşîna xwe neqerin.    Endama Piştevaniya Morê Rojda Aksoy jî da zanîn ku ew ne bêçare ne û got ji bo em xwedî li mafê xwe derkevin em li berxwe didin û em ê bi têkoşînê mafên xwe bi dest bixin.    Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum da zanîn dê siberoja azad bibe ya jinan û got ew ê destkeftiyên xwe mezin bikin.    Endama Rizgariya Jinê Burcugul Çubuk jî da zanîn ew bi hêz in û ew ê bi ser bikevin û got ger em jiyana xwe nedin destên mêran em ê bi ser bikevin.    Piştî axaftinan endama DIB'ê Nesteren Davutoglu û endama Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) Perihan Koca daxuyaniya çapemeniyê xwendin.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin li dijî şer dengê xwe bilind dikin û jin natirsin, serî natewînin. Her wiha hat gotin jin di eniya pêş a têkoşînê de cihê xwe digirin.    Kursiya Demokrasiyê piştî çepik û dirûşman bi dawî bû.