Li Elkê agirê Newrozê ya sala 2022'an hat pêxistin 2022-03-15 11:46:45   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê îro agirê ewilê ya Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hat pêxistin.    Starta Newrozê ya ku wê îsal bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye” dê  li 72 cihan bê pîrozkirin îro starta wê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat dayîn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê û partiyên ku di nav Tifaqa Kurdistanî de cih digirin tevlî pîrozbahiyê bûn.    Gel ji bo pîrozbahiyê li pêşiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê kom bûn û bi meşeke girseyî çûn qada navçeyê. Gel piştî ku gihişt qadê stranên li ser Newrozê strandin.   Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di pîrozbahiyê de axivî û got “Em niha li  dilê Kurdistanê agirê Newrozê pê dixin. Kurd li her derê agirê Newrozê pê dixin. Em agirê pêşîn îro li Çiyayê Kato pêdixin. Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn û ya gelê Kurd pîroz be. Îsal sala serkeftinê ye. Wê gelê Kurd vî tiştî nîşan bide. Bi ruhê berxwedanê yê Newrozê em Newroza we hemûyan pîroz dikin. Em bang li hemû hêzên siyasî dikin, hesabên şaş nekin. Gelê Kurd yekîtî, aştî û azadiyê dixwaze. Desthilatdariya AKP û MHP’ê hemû faşîzma xwe ji ser înkara gelê Kurd dide meşandin. Bi tunekirin û înkarkirinê re li vî welatî çareserî pêk nayê. Çareserî li Îmraliyê li ba rêzdar Ocalan e.”   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir gelê Botanê berdêleke mezin daye û wiha axivî: “Agirê ku wê îro li vir pê bikeve ,wê hemû faşîzm, tarîtî û qedexeyan veguherîne ronahiyê. Agirê li vir wê azadiyê û aştiya bi rûmet bîne. Roj roja yekîtiyê ye, em îro ji bo yekîtiyê vî agirî pêdixin. Em bi berxwedana gelê Botanê agirê azadiyê pêdixin.”   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir Newroz ji bo Gelê Kurd berxwedana li hemberî mêtingeran e û wiha bi lêv kir: “Herî zêde gelê Botanê bi vî tiştî dizane. Gelê Botanê her dem li ber xwe da û berxwedana xwe didomîne. Her dem pêşengtiya berxwedanê kir. Berxwedana Kawayan a li hemberî Dehaqan mezin dibe. Bi saya berxwedana rêzdar Ocalan ev berxwedan gihişt heta îro. Rêzdar Ocalan 24 sal in berxwedaneke mezin dike. Ji bo azadiya me, ji bo gelên Rojhilata Navîn û aştiyeke bi rûmet li ber xwe didin. Ji bo me dem dema serkeftinê û dema azadbûna rêzdar Ocalan e. Wê gelê me li qadên Newrozan peyameke mezin bidin desthilatdarê.”   Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û bi sedan kesan li dora agir li ber def û zirneyê govend gerandin.