Ji bo girtiyên nexweş bang: Piştevanî û hestiyarî civakîbûnê pêk tîne 2022-03-14 09:04:27     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Besriye Tekgur der barê Platforma ji bo Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş Azadî ya li dijî binpêkirinên mafan ya li girtîgehan hatiye amadekirin axivî û wiha vegot: “Piştevanî û hestiyarî civakîbûnê pêk tîne. Hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirovan divê bersivê bide vê bangê.”   Li Îzmîrê Platforma Ji bo Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş Azadî  hat avakirin û bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û wê bişînin ji wezareta dadê re. Platformê heta niha du caran daxuyanî da çapemeniyê û standa îmzeyan vekir. Platforma bi banga Jin Bi Hevre Xurtin (KBG) hat avakirin, têde nêzî 60 sazi û partiyên siyasî cih digirin.  Hevseroka HDP’a Îzmîrê ku pêkhateya platformê ye, Besriye Tekgur der barê xebatan de agahî da.   Wê serdanên saziyan bidome   Besriyeyê destnîşan kir ku di asta avakirina platformê de çûne serdana gelek saziyan û wiha vegot: “Ji bo ev hîn bêtir berfireh bibe wê xebatên me bidomin. Bi wesîleya 8’ê Adarê  xebat zêde bûn û ji ber vê hevdîtin hinek sekinin û ji vê hefteyê şûnde wê serdanên saziyan dîsa bidomin. Em hewl didin ku hemû sazî û şexs tevlî kampanyayê bibin û îmzeyan bidin.”   Girtiyên nexweş li ber mirinê berdidin   Besriyeyê wiha bi lêv kir: “Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan tên jiyîn di civakê de nayê dîtin û bi armanca em balê bikşînin ser vê rewşê me di şexsê Aysel Tugluk de kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di esasê de aliyê di çapemeniyê de hatiye dîtin Aysel Tugluk e. Lê em dizanin ku hîna gelek girtiyên nexweş hene. Piraniya van li ber mirinê tên berdan. Ji girtîgehan 12 cenaze hatin derxistin.”   ‘Me kampanya da destpêkirin’   Besriyeyê destnîşan kir ku girtiyên nexweş yên giran nikarin derman bibin û dema dibin nexweşxaneyan jî berovajî kelepçe dikin, îşkenceyan lê dikin û ev nirxandin kir: “Di pêvajoya pandemiyê de girtiyên diçûn nexweşxanê di vegerê de 15 rojan dihatin tecrîdkirin. Ji ber vê sedemê gelek girtî nediçûn nexweşxaneyan. Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Fatureyan li mahkuman bar dikin di odeyên 10 kesî de 20 kes dimînin û ji bo 28 kesî xwarina têrî 10 kesan dikin, didin. Şîdeta psîkolojîk têkirin. Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan li plana dawî dimînin. Di vî alî de ji bo kampanya îmzeyan bê destpêkirin me platform ava kir.”   Agahiya civakê jê tune   Besriyeyê destnîşan kir ku çapemeniya alîgir qet cih nade girtiyên nexweş û ji ber vê civak jî ji vê rewşê ne agahdarin. Besriyeyê  wiha ragîhand: “Em bi standên îmzeyan hewl didin hişmendî û hesiyariyê ava bikin.Li derve me nikaribû em xwe ji nexweşiya korona biparêzin. Li ku ma girtîgehan. Gelo li girtîgehan xweparastin pêkane? Xizmeta tendurstiyê nedidan. Xwedîbûnek baş tunebû. Gelek girtî ji ber vê nexweş ketin. Şîdeta psîkolojîk dibînin. Gardiyan wan derb dikin û gelek kes ji ber derbkirina organên xwe winda dikin. Hewcedariya herî sereke xwedîbûne. Girtî ji bo baş xwedî nabin neçar dimînin ji kantînê hinek tiştan bigirin. Gelek girtî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber vê jî girtîgeh bandor li ser nexweşxan dikin. Yên saxlem dikevin hundir nexweş derdikevin.”   ‘Divê her kes bersivê bide vê bangê’   Besriyeyê bi lêv kir ku piştevanî û hestiyarî civakîbûnê pêk tîne û ji bo civakek bi hestiyar, hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim divê bersivê bide vê bangê û wiha anî ziman: “Em behsa demokrasî, mirovahî û peymanên navneteweyî dikin. Bêguman fêdeya vê heye. Maf bi têkoşînan dikare bê bidestxistin. Bi pêşengiya jinan ez bawer dikim ku ji bo başkirina şertên girtîgehan pêngav bên avêtin.  Tenê bila em piştevaniyê mezin bikin.”   'Dibe ku sibê em jî bên girtin'   Besriyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li girtîgehên Tirkiryeyê nêzî 350 hezar kesî girtîne. Ji bo demokrasî bê welatekî divê şert û mercên girtîgehan bên başkirin an jî bên valakirin. Evqas mirov girtîne, em jî ne azadin. Em yek jî ne azad in. Dibe ku sibê em jî bên girtin. Divê em vê ji gel re vebêjin. Divê em bibin dengê girtîgehan. Ji ber ku ew nikarin dengên xwe bidin bihistin."