‘Ne 7 sal 70 sal jî derbas bibe ez ji bîr nakim’ 2022-03-14 09:02:55     COLEMÊRG - Diyar Ak ê li Geverê di qedexeyên derketina derve ya 79 rojî berdewam kir de hat qetilkirin, gumanbarên wî hîna nehatine dîtin. Dayika Diyar Mehsîma Akin wiha got: “Ez dixwazim dosya kurê min dîsa bê vekirin. Yên ku kurê min qetil kirin bila cezayên xwe bikşînin.    Di navbera 2015-2016’an de di dîrokên cuda de li Sûr a Amedê, Nisêbîn a Mêrdînê û Cizîr û Sîlopiya Şirnexê û her wiha li Gevera Colemêrgê reveberiyên xweser hatin îlankirin. Yek ji cihên ku pevçûnên dijwar lê hatin jiyîn Gever bû. Li Geverê di 13’ê Tebaxa 2015’an de rêveberiyên xweser hat îlankirin. Piştî vê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 1’ê Sibata 2016’an de damezrandina xwe îlan kir. Piştî vê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û her çû demên wê hatin dirêjkirin. Li navçeyê bi giştî 5 caran qedexe hat îlankirin û ya herî dirê jî di navbera 13’ê Adar û 29’ê Gulana 2016’an de pêk hat û ji 90’î zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de piranî  zarok hebûn.    Li gorî rapora ‘Zarokên ji pevçûnan bi bandor bûne a Çileyê 2016’an' ji 26’ê Tîrmehê heta dawiya 2015’an  herî kêm 58 zarok di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Yek ji van zarokan jî Diyar Akin yê 15 salî bû.   Diyar di dema berxwedanê de ji bo derman bigire derket derve û di pevçûnan de ji bo xwe veşêre çû katê sêyem yê avahiyê û li wir bi sê guleyan hat qetilkirin û ji avahiyê de ket. Diyar ku rakirin nexweşxana Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da. Malbata wî 7 sale ji bo gumanar bê dîtin têdikoşin. Dayika wî  Mehsîma Akin daxuyakirin ku divê demildest kujerên kurê wê bên dîtin.   Mehsîmayê di berdewamiyê de daxuyand ku kurê wê ji bo ku ji bavê xwe re derman bigire derketiye derve û di wê navberê de dengên çekan dibihîze û ditirse. Mehsîmayê wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê diçe xwe vedişêre û wê demê tê qetilkirin.Dema me agahî girt em hemû çûn nexweşxanê. Wê demê doktor bi Diyar re eleqeder dibûn. Çend saet deras bû gotin jiyana xwe ji dest daye. Me doz vekir. Wê demê ji me re gotin ‘Ew ê guleyan bi ser me de bireşînin em ê jî kulîlkan bavêjin’. Diyar zarok bû. Bila xwedê vê zilmê qebûl neke.   ‘Ne 7 sal 70 sal jî derbas be ez jibîr nakim’   Mehsîmayê her wiha ev tişt destnîşan kir: “Tevî 7 sal derbas bû êşa min wek roja ewil e. Ez li ku dinêrin Diyar dibînim. Kurê min yê mezin zarokê wî çêbû me navê wî Diyar danî. Dema li wî dinêrim Diyarê xwe dibînim. Êşa dilê min hîna tezeye. Her sibeh ez dibêjim qey nû Diyarê min şehîd ketiye. Heta ez bijîm ez li mafê xwe digerim. Ez tu car kurê xwe jibîr nakim. Ne 7 sal 70 sal jî derbas be ez jibîr nakim.”   Bila dosya dîsa bê vekirin   Mehsîmayê daxuyand ku ji bo dosya ji nûve vebe çûye dozgeriyê û polîsan jê re gotiye ‘Hewldana te valaye me sed kesên wek Diyar kuştine’ û wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim dosya kurê min ji nûve vebe. Bila kujer cezayên xwe bikşînin.”