Agirê Newrozê yê ewil li Amedê bi coşeke mezin hat vêxistin 2022-03-12 11:36:27   AMED - Li navçeya Peyasa Amedê agirê Newrozê yê ewil li Amedê bi coşeke mezin hat vêxistin. Di pîrozbahiyê de banga beşdariya ji bo Newroza Amedê hat kirin.    Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroza Amedê roja 21’ê mehê li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Li Amedê beriya pîrozbahiya mezin agirê ewil ê Newrozê li navçeya Pyeasê tê vêxistin. Şahî ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê hat lidarxistin. Agirê Newrozê yê ewil hat hilkirin.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û endam û rêveberên partiyê beşdarî şahiyê bûn. Tevî barîna berfê û hewa sar jî agirê Newrozê hat vêxistin.    Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li dar bixin û ew ê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, avakirina yekîtiya neteweyî ya kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî bi beşdariya milyonan kes pîroz bikin.    Banga beşdariya ji bo Newrozê   Zeyyat da zanîn ku ev nêzî mehekê ye dest bi amadekariyên Newroza Amedê kirine û 5 komîsyon ava kirine û armanca wan ew e bi beşdariya milyonan kes Newrozê pîroz bikin. Zeyyat got ew li çar aliyên Amedê xebata Newrozê dikin û bang li gelê Amedê kir ku roja 21'ê mehê biherikin qada Newrozê. Zeyyat diyar kir ku wê mêvanên wan ji aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê werin û ew ji bo mazûvaniya mêvanên xwe amadekariyan dikin.    'Newroz çand e, têkoşîn e'    Zeyyat anî ziman ku wê di 21'ê Adarê de çavê hemû kurdan û dostên wan li ser Newroza Amedê be û got: "Em ê dîmenek ezamet derxin holê. Ji niha ve em hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyan. Em tev bi hev re xwedî li Newrozê derkevin. Çimkî Newroz zimanê zikmakî ye, Newroz çand e, têkoşîn e. Newroz roja xwedîderketina ku kurd û dostên xwe li hebûn û nirxên xwe derkevin e."     Dirûşmên 'Bijî Newroz' hatin berzkirin   Piştî axaftina Zeyyat, li Amedê agirê ewilî yê Newrozê hat vêxistin. Pişt re endam û rêveberên HDP'ê li dora agir govend gerandin û dirûşma "Bijî Newroz" berz kirin.