Dayika Aştiyê bi kelecanek mezin Newrozê dipê 2022-03-12 09:03:43   Rabîa Onver   COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Gulçîn Karaburk ya li Geverê dijî diyar kir ku li Geverê bi mehan berê amadekariyên Newrozê tên kirin û wiha vegot: “Di dilê min de kelecaneke mezin a Newrozê heye. Wekê ez nû hatibime dinê. Ez bawer dikim ku wê îsal Newroz bi kelecanek mezin derbas bibe. Newroza îsal wê ji yên her sal bêtir xurt derbas be.”   Îsal li 72 navendên cuda bi şîara ‘Dem dema serkeftinê ye’ wê Newroza 2022’yan pêk bê û starta Newroza îsal li Amed û Stenbolê hat dayîn. Yek ji bajarên ku pîrozbahiyên Newrozê bi coş û tevlibûnek mezin pêk tê Colemêrg e. Li navenda bajar di 20’ê Adarê de, li Geverê jî wê di 21’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin û amadekariyên Newrozê bi lez didomin. Jinên bi mehane ji bo Newrozê xwe amade dikin, cil û bergên xwe yên gelerî jî bi mehan berê dirûtine. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Gulçîn Karaburk daxuyakirin ku kelecan, moral û kêfa ku Newrozê daye  ji niha de hîs kiriye û got wê bi van hestan li qadan be.   ‘Em ê bi coşeke mezin pîroz bikin’   Gulçînê destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe de bi kelecanek mezin Newroz pîroz dikir û wiha got: “Temenê min her çiqas pêş ketibe jî kelecana Newrozê tu car ji dilê min kêm nebû û ew kelecan her tim dilê min de ye. Me jî di temenê ciwan de hîna ji Newrozê re gelek dem mabû cil amade dikirin. Niha jî em amadekariyên xwe dikin. Dayikên me xwarin çêdikirin. Dianîna qada Newrozê. Me li wir bi hev re dixwar. Niha her tişt qedexe kirine. Em nikarin avê jî vexwin. Her çiqas qedexeyan bidin ber me jî em ê wek berê bi coş û kelecaneke mezin li qadan bin.   ‘Bi cil û bergan hîn bêtir xweş dibin’   Gulçînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsal jî wek her salên din me bi mehan berê cilên xwe dirûtin. Ji bo em çanda xwe bidomînin her sal em bi rojan beriya Newrozê cilên xwe amade dikin. Qadên Newrozê bi cil û bergên gelerî hîn bêtir xweş dibin. Di dilê min de kelecanek mezin a Newrozê heye û wekê ku nû hatime dinê. Newroza îsal wê bi coşeke mezin derbas bibe. Em ê hemû qadan tije bikin. “   ‘Heta serokatî azad nebe em jî azad nabin’   Gulçînê wiha dawî lê anî: “Em ê azadiya serokatiyê li qada Newrozê carek din biqîrin. Ji bo tecrîd rabe em ê carek din bi hev re dengê xwe bilind bikin. em dixwazin tecrîda li ser serokatiya me û hemû girtîgehan bê rakirin. Em ê van li qadan bînin ziman. Em aştî û azadiyê dixwazin. Em mirinê naxwazin. Heta serokatî azad nebe civak jî azad nabe.”