KBG ji bo girtiyên jin yên nexweş ket tevgerê 2022-03-12 09:03:01   STENBOL - Jin bi Hev re bi Hez in, ji bo girtiyên jin yên nexweş hefteya borî kampanya dan destpêkirin û di çarçvoveya kampanyayê de hat diyar kirin ku wê di rojên pêş de çalakî û bernameyên cuda pêk bên.   Jin bi Hev re bi hêz in (KBG) hefteya borî li ber girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de starta kampanyaya "Li girtîgehan li dijî şîdeta dewlet mêr jin bi hev re bi hez in" dan.  KBG bi vê kampanyayê hedef dike ku balê bikşîne ser rewş girtiyên jin yên nexweş û ji bo bên berdan rayedar bikevin tevgerê û polîtîkayên dewletê bên teşhîrkirin.   KBG’ê Îrem Gerkuş der barê kampanyayê de agahî û diyar kir ku beriya bikevin sala 2022’yan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan çalakî pêk anîne. Îremê destnîşan kir ku di şexsê siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk de rewşa girtiyên nexweş di rojevê de ye û daxuyand ku piştî girtiya bi navê Garîbe Gezer ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê jiyana xwe ji dest daye şûndeli ber Operaya Surreya ya Kadikoyê çalakî pêk anîne.   Fikra kampanyayê di forumê de biteşe bû   Îremê di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Fikra kampanyayê di encama foruma me pêk anî de derket holê. Me navbera xwe de nîqaş kir. Çiqas agahiya me ji hundir hebûn, çiqas agahiya girtiyan ji derve hebû. Tiştên ku me tespît kirin hebûn. Li ser vê me forumek pêk anîn. Rewşa li girtîgehan bi taybet îstîsmara zayendî, tacîza zayendî, îzolasyon  bi pandemiyê re hîn bêtir giran bûn. Yanî bi hinceta pandemiyê re qedexe û binpêkirin, lêpirsînên dîsîplînê pêk hatin û jiyana teng ya mirovan zêdetir hat tengkirin. Me di wê forumê de biryara kampanyayê girt.”   Di rojên pêş de wê çalakî dest pê bikin   Îremê axaftina xwe wiha domand: “Di forumê de rewşa jinan yên ku agahiyên wan pêş çênebûne jî hatn nîqaş kirin. Her wiha gelek kes ji van tiştên tên jiyîn agahiya wan tune. Em hewl didin têkiliya li hundir ji derve re ragihînin. Em ê bi wan re piştevaniyê bikin. Wê çalakiyên me bidomin. Der barê piştevaniya em bi hevalên xwe yên girtî re bikin wê hinek çalakî pêk bên. Em ê çalakiyên ku rayagiştî agahdar dikin jî di pêvajoya pêş de pêk bînin.”   ‘Helwestek kêfî û polîtîk’   Îremê balkişand ser rewşa Aysel Tugluk ku her diçe giran dibe û ev nirxandin kir: “Em wek KBG jî tevlî kampanyaya ‘Ji bo Ayselê 1000 jin’ bûn. Ev demeke dirêje ji bo Aysel bê berdan em bang li ATK, wezareta Dadê, Midûriyetên Giştî yên Girtîgehan dikin. Ev nêzîkatiyên kêfî û polîtikin. Ew îşkencê li Aysel Tugluk dikin û divê demildest dawî lê bê. Em her tim bang dikin. Em bang li hemû baro, rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl û rayagiştî dikin ku di vê mijarê de bikevin piştevaniyê û ji bo ev bibe banga wan jî wê çalakî û bangên me bidomin.”   ‘Divê em zêdetir bibin deng’   Îremê wiha dawî lê anî: “Em ê bi hevalên xwe re her tim bi piştevaniyê de bin û bibin dengên wan. Em ê serhildan û têkoşîna xwe ya li dijî hevkarên sûc bidomînin. Em bang li hemû kesî dikin ku ligel me cih bigirin. Bila piştgiriyê bidin kampanyaya me.”