Jin bi rihê 8’ê Adarê ji bo 21'ê Adarê amade ne 2022-03-10 09:05:48   Hîkmet Tunç   WAN - Li Wanê ku di mîtînga 8’ê Adarê de coşa jinan qet nesekinî, li ser azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekînin. Jinan gotin : “Em ê bi rihê berxwedana 8’ê Adarê, bi cil û bergên xwe yên kurdî û tilîliyên xwe li qadên 21’ê Adarê bin.”   Li Wanê mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk hat û bi sedan jin bi cil û bergên neteweyî, dirûşm û flamayan cihê xwe girt. Di mîtînga ku qet coş jê kêm nebû û kelecan gelek mezin bû de, jinan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şîdeta li ser jinan, rewşa girtiyên nexweş û krîza aborîyê.   Jinan diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo wan xwedî wateyeke mezin e û gotin wê bi heman kelecanê biçin 21’ê Adarê.    Zeynep Abî: Divê êdî tu jinek neyê qetilkirin. Jinên girtî divê demildest bên berdan. Bila deriyên girtîgehan vebin. Di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan.   ‘Yên piştgiriya şer dikin, şermezar dikim’   Bahar Abî:Bi têkoşînê em dikarin bi ser kevin. Em şer naxwazin. Divê demildest aştî pêk bê. Ez her wiha kesên piştgiriyê didin şer şermezar dikim. Bila serokatiya me demildest bê berdan. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin.   ‘Serokatiya me jin azad kir’   Şehrîstan Saribulak: Serokatiya me jin azad kir. Lê ew hewl didin jinan dîsa di bin zextan de bigirin. Bila jinan serbest berdin. Êdî bes e. Em zilmê naxwazin.   ‘Wê jin cîhanê biguherin’   Zehra Yîgît:Em ê jinên ciwan pêşerojê ava bikin. Jin dikarin li gorî dilê xwe cilan li xwe bikin. Dikarin gotina xwe bêjin. Hêza jinê ya ku cîhanê biguhere heye. Ez 20 salî me. Ez bawer dikim ku hêza me ya cîhanê biguherîne heye.   ‘Em bi hêza xwe bawer in’   Melek Ocakçi:Ji bo azadiyê çi ji destê min bê ez ê bikim. Em natirsin û bêdeng namînin. Em jin gelek xurt in, hêza me ya ku biguherîne heye. Em bi hêza xwe ya xweser bawer in.   ‘Em bi hêza ji 8’ê Adarê hatiye girtin diçin 21’ê Adarê’   Hanim Dînç: Bila hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em dixwazin bi serokatiya xwe re jiyanek azad bijîn. Bi hêza ku me ji 8’ê Adarê girtiye em diçin 21’ê Adarê.   ‘Di fitrata me de berxwedan heye’   Havîn Varhan:Em li derve dibînin, şîdeta polîs û zextên dewletê. Şîdeta herî mezin ev e. Ji jinan ditirsin. Ji ber dizanin. Di fitrata me de berxwedan heye. Ew çiqas zextan dikin bila bikin em ê li berxwe bidin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin. Bila li her derê li dijî şîdetê serî rakin.   ‘Em ê di 21’ê Adarê de li qadan bin’   Evîn Oklu:Em nû danakevin qadan. Em her tim li qadan bûn. Em ê bi biryarbûna 8’ê Adarê biçin 21’ê Adarê. Em ê cil û bergên xwe bi tilîliyên xwe qadên 21’ê Adarê bixemilînin.   ‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’   Nezahat Gur:Bila jin azad bin. Bila bi hev re têbikoşin. Bila deng û serhildana wan hebin. Em şîdeta li ser jinê qebûl nakin. Bila jin li qadan bin. Em qetilkirina jinan qebûl nakin. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.   ‘Bila bibin yek û azad bin’   Şîrîn Gur:Jin û kurd rabin ser piyan wê azad bibin. Em ê li her qadê dengê xwe bilind bikin. Em ê di Newrozê de dengê xwe ji bo azadiyê derxin.   ‘Bila tecrîd rabe’   Feleknas Tîmur:Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ancax bi têkoşîna me dikare azad bibe. Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Em jin di 21’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin.