'Ji malbata Şenyaşar re edalet, ji bo her kesî edalet' 2022-03-09 14:48:05     RIHA - Bi minasebeta salvegera yekemîn a Nobeta Edaletê yA Emîne û Ferît Şenyaşar ku li pêş edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin daxuyaniyek bi girseyî hate dayîn. Girseyê bang kir ku daxwaza edaletê ji bo malbata  Şenyaşar re ji bo her kesî ye.   Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di vê êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya pirsûsê. Lê  êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP'î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar kuştibûn. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.  Ji bo ku edalet pêk bê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar,  di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Çalakiya wan salek li dû xwe hişt.     Bi minasebeta rojê Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Ebrû Gunay, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civata Demokratîk(KCD) Berdan Ozturk, Şaxên Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) yên heremê, Xizmên Malbatên girtiyên ku li Amedê ‘Nobeta Edaletê’ digirin, Saziyên çand û hunerên yên Amedê, Partiya Karkerên Tirkiyê(TÎP) , CHP, Partiya Deva û gelek sazî û rêxistinên sîvîl bi armamca piştevaniyê hatin ber Edliyeya Rihayê û daxuyaniyeke hevpar dan.    ‘Dayika Emîne ne bi tenê ye’   Li cihê nobetê kursîya serbest hate avkirin. Her wiha daxuyaniyê de pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet ” hate vekirin û wêneyên Emîne Şenyaşar hate rakirin. Her wiha girseyç gelek caran dirûşên “Heq, hiqûq, edalet” , “Bijî berxwedana Emîne Şenyaşar”, “Dayika Emîne ne bi tenê ye”, “ Bijî berxwedana dayikan” hate berz kirin.    ‘Edaleta ji bo Emîne Şenyaşar ji bo Tirkiyê edalet e’   Dûvre Ebrû Gunay axivî û destnîşan kir ku heke ji bo Emîne Şenyaşar edalet pêk were wê ji bo Tirkiyê jî hiqûq û edalet pêk were. Ebrû, got : “ Ev saleke Emîne Şenyaşar tevî hemû şert û mercên hewayê li ser betonên edliyeyê nobetê digire. Lê belê rayedar ji wan hemûyan re xwe kerr û kor dikin.  Edaleta ji bo Emîne Şenyaşar ji bo Tirkiyê edalet e.”   ‘Wê têkoşîna ji bo demokrasiyê de edaletê bîne’   Salîha Aydenîz jî diyar kir ku desthîlatdara ku ji bo çete û mafyayan hiqûqê pêk tîne bi nedîtîna nobeta edalatê ya Emîne Şenyaşar ji vê zilmê berdewam dike Salîha, got : “ Hêj dosyayek tune ye, lê dayik her roj tê darizandin. Yên ku digotin em ji bo edalet, hiqûq, wekheviyê dixebitin, ji tirsa desthilatdariyê nikarîn dozê vekin. Ev yek bi rengekî vekirî neheqiya li Tirkiyeyê nîşanî me dide. Em sekna dayika Emîn û Ferît silav dikin. Ji bo ku em di çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk de israr dikin, bersîv bi êrîşan re tê dayîn. Çawa ku Dayika Emîne xwe paşveneda, em ê jî paşve neçin. Wê têkoşîna di demokrasiyê de dadmendiyê bîne Kurdistanê û Tirkiyê. Em ê heta dawiyê bi malbata te re bin.”   ‘Em ê heya dawiyê şopdarê dozê bibin’   Li ser navê Baroya Rihayê parêzer Nahîde Polat jî bal kişand ser dosyayaê û wiha axivî: “Ji bo daxwaza edaletê ya Dayika Emîne were pêkanîn, divê ewilî biryara veşartî ya li ser dosyayê were rakirin û darizandina dosyayê bi awayekî rêk û pêk were pêkanîn. Em ji destpêkê de heta niha ji bo daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar pêk were têkoşîna me wê berdewam bike.”   ‘Heta ku edalet pêk neyê wê çalakî berdewam be’   Li ser navê Nobeta Edaletê ya Amedê xizma girtî Nazîme Boltan jî Nobeta Edaletê silav kir û got: “Em jî li Amedê nobetê digirin û ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin. Bila êdî dayikan bibîhîzin û edaletê pêk bînin. Heta ku daxwazên me neyên bicîhanîn em ê dev ji nobetên xwe bernedin.”   Her wiha baroyên herêmê jî yek û yek axivîn û banga piştgiriya ji bo nobeta edaletê kirin. Baroyan gotin: “Saleke dayikek li dijî bêedaletî, bêhiqûqî û zilmê berxwedanê dide. Ev komkujî li ber çavên hemû kesî pêk hat lê heta niha tu gavek nehat avêtin. Kujerên ev komkujî pêk anîn hê jî tên parastin û li derve ne. Emîne Şenyaşar ji bo hemû kesan têdikoşe. Edalet ji bo hemû kesan pêwîst e. Em ji vir carek din bang dikin ku vê zilmê bi dawî bînin û edaletê pêk bînin.”   Girseyî ji bo piştgiriyê saetekê bi Emîne û Ferît Şenyaşar re li pêş edliyeyê Nobeta Edaletê girt.