Jinên Botanê herikîn qada 8'ê Adarê 2022-03-08 14:17:13   ŞIRNEX - Mîtînga 8'ê Adarê ya li Silopiya Şirnexê bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin" dest pê kir. Jinên Botanê bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn.    Mîtînga 8'ê Adarê ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê ve hat organîzekirin, li Qada Newrozê ya Sîlopiya Şirnaxê bi coşeke mezin bi lîlandin, dirûşme û govend gerandinê jinan dest pê kir. Jinên Botanê bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî mîtîngê bûn.    Jinên Botanê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana jinan" herikîn qadê. Ji 7 salî heta 70 salî kes tevlî mîtîngê bûn. Govenda jinan bi dirûşmeyan berdewam dike, Serokwekîla Koma HDP'ê û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên navend û bajaran û bi sedan jin tevlî mîtîngê bûn.     Di mîtîngê de Meral Daniş Beştaş û Nuran Îmîr dê bi axifin. Piştre jî hunermend Xecê, Koma Jinên Azad û Hediye derkevin ser dîkê û stranên xwe bêjin.