Li Wanê jin bi dirûşm û rengên xwe li qadan e 2022-03-08 12:45:50   WAN - Li Wanê ji bo Mîtînga 8'ê Adarê jin bi reng, çepik û tilîliyên xwe bi dirûşma "Dem dema Azadiya Jinê ye" bi meşê ber bi qadê ve diherikin.    Li Wanê di pêeşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" mîtînga 8'ê Adarê dest pê kir. Qada mîtînga ku li Parka Aştiyê ya Musa Anter e ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkriin û jinên beriya ku bikevin qadê li ser wan lêgerîn hat kirin. Jinên ku barîkat derbas kirin bi rengên xwe yên kesk, sor û zer ketin qadê û dest bi govendê kirin.    Li qada mîtîngê pankarteke mezin ya bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye hat daliqandin" û lolîpopên bi dirûşmên " Zimanê me hebûna me ye", "Denîz Poyraz serhildana me ye",  "Ne li jinê li dijî tundiyê destên xwe rakirin" hatin bilindkirin. Coşa jinan a li qadê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" berdewam dike.