Jinên Stenbolê: Em bê parastin nikarin bijîn! 2022-03-07 09:10:05   Marta Somek   STENBOL - Jinan beriya 8’ê Adarê axivîn û diyar kirin ku ew li Tirkiyeyê xwe di ewlehiyê de nabînin û wiha gotin: "Edelet tune ye. Em hatina asta ku bêyî parastina cewherî, nikarin bijîn. Têkoşîna me li her derê didome. Li kolanan ev tê dîtin."    Jinên ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê ve diçin çareseriyê ne bi desthilatdariyê bi hêza xwe ya xweser dibînin. Rêxistinên jinan di têkoşîna hevpar de tên gel hev û rihê 8’ê Adarê dibin qadan.   Ji taxên cuda yên Stenbolê ji her temen û baweriyê jinan ji ajansa me re der barê 8’ê Adarê û girîngiya prastina cewherî de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Jin dimirin’   Xwendekar Irmak Ozcan da zanîn ku ji ber bûyerên şîdet, tacîz û tecawizê xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha vegot: “Em nizanin ku wê çi bê serê me. Ji bo her kesî ev îhtîmal heye, ji ber vê xwe ewle hîs nakim. Li dijî şîdet û kuştinan daraz pêk nayên. Ev bi rastî rewşek xedar e. Her roj jin dimirin lê kes tiştekî nake. Gumabar nayên cezakirin. Tên berdan. Daxwaza min ev e ku kujer bi tu awayî neyên berdan û bên cezakirin.”   ‘Divê em dengê xwe bilind bikin’   Irmakê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniyê û wiha dawî lê anî: “Piştevahiya jinan ferz e. Her çiqas pêşî li piştevaniyê bigirin jî divê bidome. Ji ber dema jin nebin yek, kes  wan xilas nake. Divê hemû jin bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Divê em ji her demê zêdetir dengê xwe bilind bikin.”   ‘Divê Peymana Stenbolê dîsa bê qebûlkirin’   Xwendekar Ecem Erogullari jî wiha vegot: “Ez jî xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Dema diçim dibistanê bi fikar im. Li tu derê ewlehiya jinan tune ye. Li dijî tacîz, şîdet û kuştinan tedbîr nayê girtin. Peymana Stenbolê hat feshkirn. Lê li gorî min divê demildest Peyman şûnde bê. Ji ber peyman di mijara pêşîgirtina şîdetê de gelek bi bandor bû. Têkoşîna jinan li Tirkiyeyê pir baş e. Dema di riyekê de xwe ewle hîs nekim, diçim cem jinekê dibêjim em bi hev re bimeşin. Ji kerema xwe re bêdeng nemînin û netirsin.”   ‘Dengên xwe bilind bikin’   Xwendekar Nazli Çelîk jî ev tişt anî ziman: “Dema ji dibistanê diçim malê pir ditirsim. Wekhevî û edalet li vî welatî tune ye. Divê gumanbarên jinan bi tu awayî neyên berdan. Divê gumanbar ji rewşa baş neyên berdan. Ji hiqûq û darazê hêviya min tune ye. Her tişt tê serê jinan lê tu tedbîr nayê girtin. Divê jin bêdeng nemînin. Divê dengên xwe bilind bikin.”   ‘Ji bilî me, kes me naparêze’   Xwendekar Nîsa Ozdemîr destnîşan kir ku carinan ji siya xwe jî ditirse û wiha vegot: “Dema em biryarên li dijî bûyeran tên dayîn dibînin, em dibêjin ‘gelo tiştek bi min bê wê wisa bikin’. Em bi fikar in. Mixabin cezayên tên dayîn cesaretê didin gumanbaran. Peymana Stenbolê rakirin. Dadger li alî mêran e. Kesê dibêje ‘Wê saetê çi karê te li wir hebû, te şort li xwe nekiriba’ çawa dibe dadger. Kes me naparêze. Em tenê tên hiştin. Ji bîlî me kes me naparêze.”   ‘Em dixwazin bibin xwedî mafên wekhev’   Aybuke Yanik Çavdar jî got daxistina cezayan a ji rewşa baş gumanbaran teşwîq dike û wiha bi lêv kir: “Ji ber gelek gumanbar heman tiştî dibêjin. Dibêjin em ê çend mehan razê û derkevin. Em dixwazin bibin xwedî mafên wekhev. Em dixwazin di hawirek bi ewle bijîn. Ger wekhevî hebûna belkî me îro qet behsa parastina cewherî nekiriba.”   Cezayên formalîte   Sekretera Giştî ya Komeleya Çanda Elewî Yeşîm Kantekîn jî wiha vegot: “Em her roj bi nûçeyên kuştina jinan şiyar dibin. Bêguman wek jinekê ez jî xwe ewle hîs nakim.  Edeleta mêr pêk tê û cezayên formalîte didin gumanbaran. Ev jî encama pergala serdest ya mêr e. Em jin darizandinek adîlane dixwazin. Em dixwazin wek hev bin. Ji ber pergala edaletê pêk nayê, jin neçar dimînin parastina cewherî pêk bînin. Mixabin em hatina rewşeke ‘bêyî parastina cewherî jiyan ne pêkan e’.Di vê mijarê de tu mafê wan tune gotinekê bêjin. Li dijî zîhniyeta ku jinan tune dihesibînin divê em azadiya xwe, ewlehiya canê xwe biparêzin. Têkoşîna me li her derê didome.”   ‘Ewlehiya me tune ye’   Kedkara malê Fadîme Çîçek jî bal kişand ser rewşa hemû jinan û bi lêv kir ku ewlehiya jinan tune ye û wiha dirêjî dayê: “Lê dadger, parêzer van nabînin. Jinên dengên xwe bilind dikin jî rastî zextan tên. Di demên dawî de jin bi hinceta ‘heqaret li serokomar kirine’ hatin girtin. Yên dengên xwe bilind dikin bi vê taktîkê tên cezakirin. Li welatê me hiqûq û edelet tune. Lê ancax civak hişyar bibe, wê biguhere. Divê jin  li her derê bibin yek. Ji ber ewlehiya jinan tune ye. Jin her tiştê civakê ye.”   ‘Divê em xwe biparêzin’   Jina 76 salî ku nexwest navê xwe bide jî ev tişt anî ziman: “Em li welatên xwe ne di ewlehiyê de ne. Carnan ez dimeşim, ez dibêjim qey wê çenteyên min bigirin, an êrîş bikin. Mixabin ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê ez bi fikar dijîm. Divê jin her tim bibin yek. Piştevanî û parastina cewherî gelek girîng e. Bila jin xurt bin. Bila xwe biparêzin. Bila bibin yek.”