Helîme Gezer: Heta sax bim ez ê li pey doza zarokên xwe bim 2022-03-07 09:04:10 Sema Çaglak   MÊRDÎN - Helîme Gezer a ku du zarokên wê hatin qetîl kirin, zarokek wê jî hat felçkirin û yek jî cezayê muebetê lê hatiye birîn doza edaletê dike û destnîşan kir ku heta ew sax be wê li pey doza zarokên xwe bibe.   Gelek dayikên têkoşer û berxwedêr hene ku tevî dilşewatiyê û zilmê li pey doz û mafê xwe ne. Ji bo wan aştî û edalet wek hesretekê ye û  wekî nan û avê girîng e. Halîme Gezer(56), jî yek ji van dayikên berxwedêr û têkoşer e ku li gel di jiyana xwe de ewqas zilm û zordestî dîtiye jî serî netewandiye û doza maf û hebûna xwe û doza zarokên xwe dike.   Di 7'ê Cotmeha 2014'an de, di pêvajoya çalakiyên ji bo serhildana Kobanê de ku li Bakur hatin destpêkirin lawê Helîme, Bîlal Gezer bi guleya "kesên ne diyar"  hate qetilkirin. Lawê Helîme, Mehmet Emîn jî ji bo berpirsên qetilkirina birayê xwe Bîlal bipirse derdikeve û bi guleyên ji aliyê polîsan ve tên reşandin tê gulebarankirin û felç dimîne. Piştî van bûyeran kurê Helîmeyê Haşîm û keça wê Gerîbe tên girtin û cezayê muebetê li wan tê birîn. Gerîbe ya ku li Girtîgeha Kandirayê dihat girtin di 10'ê kanûnê de li heman girtîgehê di hucreya ku lê tenê dima bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Haşîm jî hê girtî ye.  Lê Helîme li ser şopa zarokên xwe ye û her çiqas li vî weatî êdî edalet wekî peyvek winda be jî ji bo zarokên xwe doza edaletê dike. Helîme, dibêje dewletê bi qetîlkirin û zilma li wan kiriye ew kirine neyarên xwe.   Jiyanek di nav şert û mercên dijwar de   Halîme Gezer li Gundê Xelîlîyê yê Kerboranê  ji dayik bûye.  Zarokatiya Helîme wekî gelek malbatên kurd bi xizanî û zordestiyê derbas dibe. Helîme di temenê xwe yê zarokatiyê de tê zewicandin û dibe dayika 10 zarokan. Di wan şert û mercên zehmetiyê de Helîme hem zarokên xwe mezin dike hem jî li nav zeviyan ji bo debara xwe û malbata xwe bike dixebite. Helîme wiha behsa wan rojan dike: "Zarokatiya me bi xizanî derbas bû. Me paletî dikir û bi karê pembû debara xwe dikir. Piştre ez hatim zewicandin. Li wir çend zarokên min çêbûn piştre me mala xwe bar kir Kerboranê. Zarokên min li wir mezin bûn. Min hem zarokên xwe xwedî dikirin û hem jî li zeviyna dixebitîm. Zarokên min mezin bûn çûn dest bi xebatê kirin."   'Me tevî êrîş û îşkenceyê xaka xwe neterikand'   Di salên 90'î de gelek gundên herêmê hatibûn şewitandin û her cureyê êrîşê li şêniyên wan gundan hatibû kirin. Gelek kurd ji ber wan êrîşan neçar man ku gundê xwe biterikînin û hatin koçber kirin. Malbata Helîme jî yek ji wan malbatan bû ku êrîş û îşkence li wan hatibû kirin. Helîme, di axaftina xwe de destnîşan dike ku zext û zilma li malbata wê hatiye kirin lu tu derê nehatiye dîtin. Helîme, got: "Di salên 90’ î de cerdevan, polîs û cendirmeyan tim bi ser mala me digirtin û zext li me dikirin. Li me crdevanî ferz dikirin. Lê me welatê xwe neterikand û em li pey doza xwe çûn. Em welatê  xwe naterikînin."    'Kujerên zarokên min nayên darizandin'   Helîmeya ku zarokên xwe bi zor û zehmetiyê mezin kirin, careke din bi rastiya dewletê re rûbirû hat. Helîme, diyar kir ku zarokên wê hatin qetîlkirin lê kujerên wan nehatin aşkerakirin û nehatin darizandin. Halîme, got: "Kujerên Mehmet Emîn Gezer 4 polîs bûn. Her 4 polîs jî hatin beraetkirin û tu ceza ji wan re nehate dayîn. Bîlal jî hate qetîlkirin, Gerîbe jî.. Ez doza zarokên xwe dikim û doza hemû girtiyan dikim. Ez doza edalete dikim. Bila edalet bê vî welatî. Bila zarokên me berdin û vê zilm û zordariyê bi dawî bînin. Îşkence li kurê min Haşîm kirin. Parsûyê wî şikandin û gotin em ê emeliyat bikin. Bi destê kelemçekirî wî emelliyat kirin. Ev 4 sal e kurê min di hucreya yek kesî de ye. Nahêlin malbata xwe bibîne. Kurê min di bin tecrîdê de ye."   'Dilê min pir li ser Garîbe diêşî'   Helîme piştî axaftina xwe diçe hundirê odê û wêneyên zarokên xwe yên ku bi dîwêr ve daliqandî nîşan dide. Helîme yek bi yek bahsa zarokên xwe  Bîlal, Gerîbe, Haşîm û Mehmet Emîn dike. Piştre wêneyê Garîbe dixe hembêza xwe û wiha dibêje: "Dilê min pir li ser Garîbe diêşe. Gava keça Bîlal tê mal, ez bîlal tê bîra min. Gava zarokên Haşîm dibînim ew tê bîra min. Lê êşa Garîbe cihê ye. Tenê wêneyên wê û erbaneya wê ma. Ez gelek li ber dikevim. Garîbeya min bi tenê çû.. Çi dibe bila bibe bibe ez ji pey doza keça xwe venaqetim. Ez dixwazim kujerên keça min aşkera bikin û wan darizînin. Her cûreyê îşkenceyê lê kirin."   'Garîbe li hemberê zilmê serî neditewand'   Helîme daxuyand ku Gerîbe jinek têkoşer û berxwedêr bû ku tu carî serî li hemberî zilmê neditewand û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Garîbe wexta hate girtin nû zewicîbû. Di nav Kerboran de 3 şahîdên veşartî hebûn ku li ser keça min îfade dan û bûn sedema girtina keça min. Garîbe gava hate girtin jî sirgûnî gelek girtîgehan hat kirin. Herî dawî di girtîgehê de keça min qetîl kirin. Wê rojê em li ser şîvê bûn. Telefon hat û gotin 'Xerîbe xwe kuştiye'. Min bawer nekir. Gerîbe çawa xwe bikuje di hucreya yek kesî de. Wê 20 setan xistin odeya bi sûnger. Garîbe ne kesekê ku întîhar bike bû. Dinya xira bûya jî Gerîbe întîhar nedikir û li pey doza xwe bû. Serê xwe neditewand. Zilm qebûl nedikir û serî radikir. Loma keça min qetîl kirin. Cenazeyê wê jî li Stenbolê revandin. Cenaze nedidan me lê me li wir kon vekir ku em cinazeyê keça min bînin."   'Ez ê li pey doza zarokên xwe me'   Helîme di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê Gelê Kurd tu carî wê zilma ku lê hatiye kirin qebûl neke û rojekê wê hesabê wan hemû zilm û zordestiyan bipirse. Helîme wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev dewletekê faşîst e. Ez vê zilma ku li  malbata min hatiye kirin tu carî efû nakim û qebûl nakim. Ji vê zilmê re serî jî natewînim. Çawa piştî ewqas zilm min xwe neda alî ez ê îro jî li ser piyan bim û doza zarokên xwe biparêzim. Gerîbe jî gelek zehmetî û zilm dît. Lê li hemberê wan tu carî serî netewand û ez pê serfiraz im. Wê dewleta ku zarokên min kuştin em kirin neyarên xwe. Heta sax bim ez ê li pey doza zarokên xwe bim."