Dayika Gulîstanê Bedriye Dokû: Du sal in ez bi rondikan xwarinê dixwim 2022-03-06 09:09:02     Dîlan Babat - Oznur Deger    ENQERE - Dayika Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê winda bû, Bedriye Doku diyar kir du sal in bi rondikan xwarinê dixwe û got: “Di 8’ê Adarê de bibin dengê Gulîstanê. Bila Gulîstanên din winda nebin. Çi hatibe serê Gulîstanê em bi hev re hîn bibin.”   Xwendekara zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku li Dêrsîmê di 5’ê çileyê 2020’an de winda bû û tu agahî jê nehatiye girtin. Tevî xebatên lêgerînê şopa wê nehat dîtin. Tevî malbat li Mûnzûrê bi hêvî û israr payî, xebatên lêgerînê bê encam man. Malbata Gulîstanê ku li ber Edliyaya Dêrsîmê dest bi çalakiyê kirin û hatin binçavkirin û bi şîdetê re rûbirû man. Piştre malbat berê xwe da Enqerê.    Malbat bi şîdeta polîsan re rûbirû ma    Malbata Gulîstanê name ji partiyên meclisê re şand û daxwaz kirin ku ji bo dîtina Gulîstanê komîsyonek li meclisê bê avakirin. Di rojên borî malbat çû Enqereyê û ji bo bi wezareta Dadê re hevdîtinê bike li ber avahiya wezareta dadê nobet girtin û nobeta wan didome. Tevî sermayê malbat tê sekinandin û bi hinceta ‘ne musaîte’ hevdîtin nehat kirin. Malbatê di israra xwe de berdewam kir û polîsan şîdet li malbatê kir û binçavkirin. Dayika Gulîstan Doku, Bedriye Doku der barê hewldanên ku pêk hatî de ji ajansa me re axivî.    Serdozger: Tiştekî ku ez bikim tune   Bedriye Doku ya 60 salî li gundê Sincik a Erganiya Amedê hatiye dinê. Bedriye ji heman gundî bi Halît Doku re dizewice û kedkara malê ye. 7 zarokên wê hene û ya herî biçûk jî Gulîstan Doku ye. Bedriye diyar dike ku keça xwe bi zor û zehmetiyên mezin xwedî kiriye û wiha got: “Vê zivistanê min 40 rojî li Dêrsîmê nobet girt. Ez sibehê dibûm êvarê dihatin. Tevî hemû nexweşî û sermayê min li ber wezareta dadê nobet girt. Serdoger got ‘Tiştekî ez bikim tune.  Wezareta dadê haya wî ji we heye. Hûn rojê carekê derdikevin rojnameyan. Agahiya wî ji we heye.’.”   Hevdînên li Enqerê pêk hatî    Bedriyeyê daxuyakirin ku ji bo edeletê hatine Enqereyê û bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirine û xwestin bi wezareta dadê re jî hevdîtinê bikin. Bedriyeyê wiha vegot: “Gotin randevuyê bigirin. Em çûn ber wezareta dadê. Polîsan li wir bi zorê em li wesayîtê kirin. Tiliya min ket ber deriyê wê. Çakêtê min qelişî. Em bi zor ji wir rakirin. Polîsek jin got ‘binêrin li vir kamera tune’. Min jî got ‘me bikujin’.Ji xwe ez dimirim. Keça min tune. Me bikujin ku em xilas bibin. Nahêlin em tiştekî bikin. Li her derê polîs hene. Jin her tim li gel min bûn, piştgirî dan min. Jin gelek eleqeder bûn. Li Enqereyê jî bi me re eleqeder bûn.”   ‘Wekê min Gulîstan neaniye dinê’   Bedriyeyê êş û bertekên xwe wiha anî ziman: “Xwedê şahidê min e. Du sal in ez bi girî xwarinê dixwim. Ez serê xwe didim ser balîfê nikarim razêm. Ez dibêjim çi hat serê keça min. Xwezî ez çûkek bûma û li çiyayê Dêrsîmê  li keça xwe bigeriyama. Em nizanin gelo firotin, dan welatekî din. Bû çûk û ji holê rabû. Li her derê mobese hene. Dêrsîm cihekî biçûke. Li her derê polîs hene. Hemû mobese paqij kirine.Tenê mobeseyek hiştine. Wek hûn jî dizanin li wê wesayîtê siwar bûye û agahî jê nehatiye girtin. Wekê ku qet min Gulîstan neaniye dinê. Wekê ku qet neçûye dibistanê û qet tunebûye. Jiyan li me bû zindan, bû jehr. Em xwarinê dixwin dibêjin Gulîstan. Em di her pêngavê de dibêjin Gulîstan. Her cara telefona min lê dide ez dibêjim Gulîstan.”   ‘Kes nahêle em biaxivin’   Bedriyeyê daxuyakirin ew ji dewletê tiştekî naxwazin û ev tişt bi lêv kir: “Ez 7 mehan li Mûnzûrê li bendê Gulîstanê bûm. Walîtiyê em birin mala mamosteyan û em ji çapemeniyê dûr girtin. Nehiştin em ji kesî re biaxivin. Walî Tuncay Soner got ‘du keçên min hene. Ez li ser keçên xwe sond bixwim ez ê Gulîstanê bibînim’. Lê cenaza keça min neda me. Mont, bot, çente û telefona keça min hebû. Madem keça min  întîxar kir çima me tu tiştekî wê nedît. Dema Gulîstan dihat lêgerînkirin ji bendavê 6-7 cenaze derketin. Çima Gulîstan derneket. Ekîban got ‘xaltî keça te di vir de tune, ger têdebûna wê çima me dernexistana’. Gumanbarê sereke li holê ye. 24 saetan jî nehat binçavkirin. Telefon û kompîtira wî hat desteserkirin lê nehat lêkolînkirin.”   ‘Hêviya min tuneye ku Gulîstan dijî’   Bedriyeyê destnîşa kir ku Gulîstan mirovek bi merhemet bû û wiha dirêjî dayê: “Du salan çû dersxanê. 4 salan li Gêlê xwend. Sakek û nîvê li Dêrsîmê ma. Xwedê mirovên xerab neyne pêş mirovan. Em nizanin Gulîstan xapandin, çi kirin, winda kirin? Ez dixwazim dengê Gulîstanê li her derê bê bilindkirin. Ez dixwazim xwe bigihînim keça xwe. Êdî heviya min tune ye ku ew dijî. Lê ez dixwazim gora wê hebe em biçin ser û duayan bikim. Du sal qedya. Bila xwedê vê êşê nede tu kesî. Gulîstanê mamostî qezenc kiribû. Me digot wê tayîna wê bê em ê rehet bikin. Lê Gulîstan winda bû, jiyan li me bû jehr û zindan.”   ‘Heta ez bijîm ez ê têbikoşim’   Bedriyeyê got ew cîhanê bi porê Gulîstanê naguhere û wiha dawî lê anî: “Ne cîhan, keça min ji min re lazime. Dema ev bûyer hat serê keça min gelo ji kê alîkarî xwest, ji kê hêvî kir? Gelo kî çû alîkariya wê? Bila xwedê heqê me nehêle. Xwedê tu wijdana wan rehet nekî. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Min ne tenê Gulîstan min Bahar û Aygul jî da xwendin. Xwendin û nivîsandina min tunebû, min digot bila zarokên min bixwînin. Cihê Gulîstana min cuda bû. Çi hat serê Gulîstanê em bi hev re fêr bibin. Ez pir mereq dikim. Ez ji bo kesên ligel me spasiyên xwe dikim.”