Parêzera OHD’yî:Aştî bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e 2022-03-05 09:08:52   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - OHD xwe amade dike ku li dijî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê bide. Endama OHD’ê parêzer Nagehan Avçil da zanîn ku  hem di hiqûqa neteweyî hem jî di hiqûqa Tirkiyeyê de cihê tecrîdê tune ye û divê saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê gavekê biavêje. Nagehanê got aştî bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û 11 meh in jî agahî jê nayê girtin. Tevî hemû serlêdanan, bersivek nayê dayîn an jî tê redkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di ‘Rapora Tespîtkirinê ya Îmraliyê ya 2021’ê’ de her tiştî vedibêje.    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Nagehan Avçil der barê raporê de axivî û da zanîn ku tecrîd roj bi roj girantir dibe.   ‘Hiqûq pêk nayê’   Nagehanê bal kişand ser ‘Rapora tespîtkirinê ya Îmraliyê ya 2021’ê’ û wiha daxuyand: “Rapora hatiye aşkerakirin nîşan dide ku tecrîd li her derê pêk tê. Di raporê de der barê mafê darizandina adîlane û her wiha binpêkirina qedexeyê de jî nirxandin hene. Ev demek dirêj e em îfade dikin. Li Îmraliyê polîtîkayek taybet tê meşandin, tecrîdek giran mijara gotinê ye. Li dijî tecrîda li Îmraliyê hiqûq pêk nayê. Saziyên navneteweyî bê deng in û tiştekî nakin. Birêz Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtin kir. Ev saleke agahî jê nayê girtin. Malbat, parêzer û rayagiştî di nava fikaran de ne. Vê raporê binpêkirin hemû derxistiye holê.”   ‘Bi awayekî kêfî maf tên astengkirin’   Nagehanê daxuyandin ku divê rapor esas bê girtin, li gorî vê têkoşîn bê mezinkirin û axaftina xwe wiha domand: “Di raporê de behsa cezayên dîsîplînê jî tê kirin. Di rojên dawî de cezayê voltayê hatine dayîn. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye. Ji bo parêzer xwe bigihînin van biryarên dîsîplînan, qedexe danîne pêş û tê astengkirin. Mafê îtîrazkirinê jî tê astengkirin. Li gorî Qanûna Ceza û Înfazê ya Tirkiyeyê parêzer dikare biçe cem muwekîlê xwe. Lê bi kêfî tê astengkirin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye.”   ‘Tecrîd bi dawî nebe wê bibe polîtîkayek giştî’   Nagehanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku tecrîda 23 sal in pêk tê wek proje li hemû girtîgehan bi bandor bûye û bi hinceta pandemiyê tecrîd girantir bûye û wiha dirêjî dayê: “Girtiyan terkî mirinê dikin. Bi hinceta pandemiyê hemû mafên wan ji dest hatin girtin. Hevdîtin hatin rakirin. Di demên dawî de bi raporên ATK’ê re binpêkirina mafan tê jiyîn. Li girtîgehan girtiyan terkî mirinê dikin. Zextên îdareyê pir cidî ne. Heta tecrîd bi dawî nebe, wê ev polîtîka jî mayînde bibin.”   ‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’   Nagehanê got ji ber mekanîzmaya kontrola hiqûqî li girtîgehan tune ye, tecrîd evqas giran bûye û banga me ev e ku divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û ne tenê saziyên hiqûqê, baro divê hemû raya giştî bi hestiyar tev bigere û bertekên xwe nîşan bide.   ‘Incommunicado’ ya li Îmraliyê   Nagehanê her wiha balkişand ser peymanên navneteweyî û got divê Tirkiye van peymanan pêk bîne û ger ku peyman bên binpêkirin divê cezakirin pêk bê. Nagehanê got di raporê de tespîta CPT ya ‘Încommunîcado’ yanî rewşa desteserkirinê heye, cih girtiye. CPT di rapora amade kiriye de, got li Îmraliyê ‘încommunîcado’ yanî rewşa desteserkirinê heye. Ev tespît di mijara tecrîda dijhiqûqî de hatiye kirin. Ev tespîta giran a di rapora CPT de cih girtiye min berê jî ditibû. Ev jî nîşan dide ku Îmrali di qadek taybet de tê girtin. CPT dem bi dem serdanan dike daxuyandiyan dide. Lê mixabin tedbîreke wan a li dijî vê tune ye.”   ‘Tecrîd pirsgirêka hemû kesi ye!   Nagehanê her wiha bi lêv kir ku aştiya civakî bi rakirina tecrîdê pêkan e û aştî ancax bi vekirina deriyên Îmraliyê wê pêkan be. Ne tenê Baroya Amedê yan jî OHD, tecrîd pirsgirêka hemû kesî ye. Divê Tirkiye hiqûqa xwe bêyî hincet û lîstik pêk bîne. Rakirina tecrîdê wê bandor li ser hemû gelan bike. OHD ji bo rakirina tecrîdê xebatan dimeşîne. Di rojên pêş de em ê serî li Wezareta Dadê bidin. Ji ber ku heta tecrîd bi dawî nebe wê li girtîgehan û li her derê binpêkirina mafan mijara gotinê be.”