Jinên li Botanê: Em ê di 8'ê Adarê de li Qada Newrozê azadiyê biqêrin 2022-03-05 09:06:53   Rojda Aydin     ŞIRNEX - Jinên Botanê dê di 8'ê Adarê de li Qada Newrozê ya Silopiyê kom bibin. Jinan destnîşan kir ku dê bi rihê Binevş, Bêrîvan, Asya, Fatma, Sêvê û Pakîzeyê dakevin qadan û azadiyê biqêrin.    Çalakiyên 8'ê Adarê li Botanê bê navber didomin. Jinên Botanê amadekariyên xwe yên ji bo mîtînga Silopiyê didomînin. Jinên ku ji ajansa me re axivîn da zanîn ku dê bi berxwedana Binevş Egal, Bêrîvan Cizîrê, Asya, Fatma, Sêvê û Pakîzeyê li qadan cihê xwe bigirin. Di axaftinên xwe de banga tevlîbûnê li jinan hat kirin.    ‘Em ê di 8'ê Adarê de li Qada Newrozê bin'    Seroka Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag, anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo jinên Botanê û cihanê xwedî rojek girîng e û got: “Li hember tundî, tacîz, tecawiz û polîtîkayên ku li ser jinan tê meşandin, em ê di 8’ê Adarê de bersivek xurt bidin pergala mêr. Dema mirov dibêje Botan bi berxwedana Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya û Bêrîvanê tê naskirin. Ji ber vê yekê em bi rihê jinên berxwedêr 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em dixwazin jinên Botanê di 8’ê Adarê de biherikin qada me ya Silopiyê. Em ê di 8’ê Adarê de li Qada Newrozê bin. Em ê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya jinan e' mitînga xwe li dar bixin û 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û parlamentera me ya herêmê Nûran Îmîr dê tevlî pîrozbahiyê bin. Em dixwazin jinên Botanî li dijî êrişan biherikin qadan.”   ‘Roj roja mezinkirina serhildanê ye'    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinên Botanê xwedî rojek dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi coş û kelecaneke mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Em wek jinên Botanê jî berê xwe didin 8’ê Adarê û dadikevin qadan. Li Silopiyê sê jinên berxwedêr hatin qetilkirin, em dixwazin wan jinan di 8'ê Adarê de bi bîr bînin.  Em wek TJA bi rihê serhildanê tevdigerin û em ê biherikin qadan. Em bang li jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qada mîtîngê ya Silopiyê. Dema ku em behsa serhildanê dikin Botan tê bîra mirovan. Ji ber ku di salên 90'î de bi pêşengiya jinan û Bêrîvanê bi rihê serhildanê Newroz hat pîrozkirin. Îsal jî em bi rihê serhildana salên 90'î û bi rihê Bêrîvan, Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya û Berjînê biherikin qadan. Li dijî tecrîda ku îro li ser jinan tê meşandin, li dijî taciz û tecawizê, asîmîlasyonê em ê li qadan bin. Roj roja mezinkirina serhildan û berxwedanê ye."   ‘Divê em rabin serhildanê’   Welatiyê bi navê Siyabend Burumtekîn jî bi lêv kir ku dema 8’ê Adarê nêz dibe rihê wan ê berxwedanê jî nû dibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ne tenê 8’ê Adarê, jin her roj li dijî êrişan li ber xwe bidin û di nav têkoşînê de nin. Li tevahiya cîhanê qirkirina jinan didome. Qirkirina jinê li herêma me û Tirkiyeyê jî zêde ye. Ji ber vê yekê em ê li dijî her cureyên êrişên li hemberî jinan li qadan bin. Hevalên me yên girtî bi navê xwekuştinê tên qetilkirin. Divê em hişyar bin û bêdeng nemînin. Em ê bi riheke berxwedêr tevlî mîtînga 8’ê Adarê bin. Barê herî giran li ser milê jinê ye û divê em rabin serhildanê.”   ‘Dê pêyamên zelal bên dayîn'    Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Garîbe Bîlîr jî derbarê 8'ê Adarê de wiha axivî: "Bi nêzbûna 8’ê Adarê re jin li dijî zilmê û pergala serdest serî radike. Dema em dibêjin Botan berxwedan û têkoşîna jinên kurd tê bîra me. 8’ê Adarê ji bo me jinan têkoşîne. Em ê berxwedana Sêvê, Pakîze û Fatmayê didomînin û xwedî li wan derdikevin. Ne tenê di 8’ê Adarê de em ê her roj li qadan bin. Dema mirov lê dinêre jin her roj tên kuştin û bi tundî, tacîz û tecawizê re rûbirû dibînin. Ji ber vê yekê divê li kolanan berxwedana me bênavber bidome. Pergala mêr dixwaze ked û hebûna jinê tune bike û bi her awayî êrişê li jinan dike. Em jin serî natewînin, em li dijî pergala ku dixwaze jinê kole bike serî radikin û em ê vê pergalê hişweşînin. Jinên Botanê dê di 8’ê Adarê de peyama xwe bi awayek zelal bide. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.”   ‘Jin dê biherikin qadan'    Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Sabriye Yagan jî bal kişand ser tundiya li hemberî jinê û got: “Divê em ji êrişan re bêjin êdî bes e. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin. Divê em dengê xwe bilind bikin ku bigihîjin azadiya xwe. Ev roj ji bo me girîng e. Divê em xwedî li nasname û nirxê xwe derkevin. Lewma jî divê hemû jin rabin li ser piyan û biherikin qadan. Bila jin tu carî bêdeng nebînin û dawî vê pergala qirêj a mêr bînin. Roj roja berxwedan û azadiya jinê ye.”