Jin li dijî qirkirin kuştin şerê taybet û girtinê dadikevin qadan 2022-03-04 09:03:43     Sema Çaglak   AMED - Jinên sîyasetmedar destnîşan kirin ku ew ê di 8'ê Adarê de ji bo Garîbe Gezer, Denîz Poyraz û Aysel Tûglûkê li qadan bin û li dijî , tundî , kuştin û polîtîkayên şerê taybet dê bêjin "Dem dema azadiya jinê ye" .   Bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re amadekariyên jinan jî dest pê kirin. Jinan îsal starta xebatên xwe li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi dirûşma "Dem dema azadia jinan e" dan.  Wê îsal jin li dijî tundiya li jinan, kuştina jinan, binpêkirina mafan û li dijî polîtîkayên şerê taybet li qadan bin û xebatên xwe yên 8'ê Adarê di vê çarçoveyê de bimeşînin. Jinên Amedê jî derbarê 8'ê Adarê de peyamên xwe parve kirin.    'Em ê deskeftiyên xwe biparêzin'   Ji Rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) ya Amedê Hasîbe Yazdik, diyar kir ku 8'ê Adar'ê ji bo hemû jinên cîhanê deskeftiyek mezin e. Yekitiya jinan a ji bo wê rojê hêz û baweriyek mezin dide. Êrîşên li dijî deskeftiyên jinan, tundî û kuştina  jinan her diçe zêdetir dibe.  Li dijî van pêkanînên dijmirovî em ê jî têkoşîna xwe mezindir bikin û di vê  8'ê Adarê de jî em ê bi reng û dengên xwe dakevin qadan. 8'ê Adarê ji bo me ne tenê tê wateya têkoşîna li dijî serdestiya mêr, di heman demê de awayekî wekhev tekoşîna li dijî hişmendiya desthîlatariya mêr e.  Em ê ji bo ku vê hişmendiyê têk bibin û jiyanek wekhev ava bikin bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li qadan bin. Em ê deskeftiyên xwe biparêzin û paşve gavê neavêjin."   'Jin, roj bi roj ber bi azadiyê ve dimeşin'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA)' Melîha Gurlûk jî anî ziman ku jin li hemberê pergala mêr têdikoşin û wiha axivî: "8'ê Adarê ji bo me rojeke pir girîng e. Ji ber ku ew roj wek roja azadiya jinan tê pênase kirin. Jin bi sedsalan e ji bo jiyanek azad û civakek azad têkoşînê didin û di vî warî de gelek berdelên mezin didin. Lê niha jin vê rojê zêdetir bi qîmet dikin. Roj bi roj, saet bi saet jin ber bi azadiyê ve dimeşin.  Jinên ku ji bo jiyana xwe bi fikarin. Bila di 8'ê Adarê de ji hemû wan tiştan re bêjin bes û bi dengekî berz dakevin qadan."   'Wê jin li dijî polîtîkayên şerê taybet dakevin qadan'   Melîha di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pergal bi polîtîkayên xwe yên mêrparast armanc dike ku jinê ji dîrok û çanda wê dûr bixîne û wiha berdewam kir: "Roj namîne ku jin neyên kuştin. Ev ji berê û heta niha wiha bûye. Îro jî wisa ye. Bila jin li hemberî van pêkanînan bêdeng nemîne. Jin  ne wekî berê ne û êdî zana û xwedî hişmendî ne. Gava em lê dinêrin pergal bi polîtîkayên xwe mêr diparêze. Ji ber ku zilam bi pergalê re tevdigere. Pergal bi zanebûn polîtîkayên li dijî jinê pêş dixîne û li hemberî jinan şerekî taybet dimeşîne. Gava em lê dinêrin fihûş, tiryak û hişbir bi destê pergalê di nava civakê de tê belavkirin û bi van rêyan tê armanckirin ku jinê bixînin. Vê jî bi destê mêr dide kirin.  Herî zêde jî li dijî malbatên welatparêz ew polîtîka tên meşandin ku ji bo rûmeta wan bişkînin û çand û dîroka jinê were têkbirin. Lê bêguman jin li dijî van polîtîkayên qirêj xwedî hişmendî ne û li dijî polîtîkayên şerê taybet dakevin qadan."   'Heke jin azad nebe civak jî azad nabe'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici jî destnîşan kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan roja têkoşîn û serkeftinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gava em dibêjin heke jin azad nebe civak jî azad nabe, wateyeke vê gotinê ya girîng heye. Ji ber ku heke jin azad bibe koletiya civakê jî tê bidawîkirin. Divê jin li hemberê wan hemû pêkanînên li dijî xwe yekitiya xwe pêk bînin. Divê vê jî bêyî cudahiya reng, bawerî û netewan bikin û wê hişmendiya ku li ser dîroka jinê hatiyê avakirin têk bibin.  Jinên ku yekitiya xwe ava bikin divê li dijî zîhnîyeta mêr û zîhnîyeta faşîst têkoşîneke bê hempa bidin.  Di vê 8'ê Adarê de jî em ê jin li kujerên jinan bigerin. Li Kujerên Garîbe Gezer û li kujeren Denîz Poyraz bigerin. Em ê kujerên hemû jinan bidin cezakirin. Em ê ji bo Garîbe, Gezer, ji bo Denîz Poyraz, ji bo Aysel Tûglûk û ji bo hemû jinan dakevin qadan û denge xwe bilind bikin."