Jin bûne yek deng: Azadiya serokatiyê azadiya me ye 2022-03-03 09:06:24     Dîlan Babat-Oznur Deger   ENQERE - Jinên ji bajarên cuda tevlî kongreya DBP’ê bûn balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku wê li qadên 8’ê Adarê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biqîrin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma ‘Bi civaka azad ber bi jiyana azad’ 6’emîn Kongreya xwe di 27’ê Sibatê de li Enqereyê pêk anî. Ji gelek bajaran welatî tevlî kongreye bûn û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tevlibûna 8’ê Adarê derket pêş.   Jinên tevli kongreyê bibûn der barê tecrîdê û 8’ê Adarê de axivîn.   ‘Tecrîd li ser hemû gelê me ye’   Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê Beyzo Oruç balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û da zanîn ku tecrîd li ser hemû gelê Kurd tê meşandin û got ne şer divê aştî pêk bê. Beyzo wiha daxuyand: “Tecrîd li ser hemû gel tê meşandin. Gelê Kurd dîl hatiye girtin. Em ji bo aştî û demokrasiyê tevlî kongreyê bûn. Divê girtiyên nexweş bên berdan, tecrîd bidawî be û aştî pêk bê.” Beyzo her wiha 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga tevlibûna 8’ê Adarê li hemû jinan kir û şerê Rusya-Ukranayê jî şermezar kir.   ‘Fikrên mîmarê aştiyê li hemû cîhanê belav bûne'   Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê  Winda kirine (Mebya-Der) ya Edenê Şukriye Bayav jî wiha bal kişand ser tecrîdê: “Birêz Ocalan 23 sal e tê tecrîdkirin.  Ne tenê rêberê Gelê Kurd, rêberê hemû gelan e. Mafê hemû girtiyan heye. Lê ji 25’ê Adara 2021’ê de ye agahî jê nayê girtin. Divê demildest bi mîmarê aştiyê re hevdîtin bê kirin. Fikrên wî li hemû cîhanê belav bûne. Kurd û Tirk 100 salin bi hev re dijîn. Bila êdî cenaze tunebin. Bila dayik negirîn.”   ‘Jinan bedelên mezin dan’   Şukriyeyê jî banga tevlibûna 8’ê Adarê kir û ev tişt daxuyand: “Bila hemû jin û dayik di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Jinan 8’ê Adarê bi bedelên mezin girtine. Divê hemû jin û dayik li qadan bin. Divê em ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê deng û daxwazên xwe bînin ziman.”   ‘Heta azad nebe em ê jî azad nebin’   Endama Mebya-Derê Nedret Kalkan jî tecrîda giran şermezar kir, got tecrîd li ser hemû jin û kurdan pêk tê û wiha vegot: “Heta serokatiya me azad nebe em jin jî û hemû gel jî azad nabin. Mifteya aştiyê ew e. Her kes vê dizane. Bi salane agahî jê nayê girtin. Divê her kes bibe yek û vê zincîrê bişkîne. Divê em di 8’ê Adarê de li qadan bin. Divê em hêrsa xwe bînin ziman. Her roj cenaze tên êdî bila dawî li vê bê. Divê ji ber vê em qadan tije bikin.”