'Divê herkes li dijî tecrîdê serî rake' 2022-03-02 09:03:28     Medya Uren   AMED - Parêzera OHD'ê Rengîn Ergul têkildarê tecrîdê nirxandinên xwe parve kir û got: "Li Îmraliyê bi taybetî li gorî kes pergalek a înfazê tê meşandin. Birêz Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe tê mehrûmkirin û vê jî weke ku rewa ye nîşan dide. Pêwîst e hiqûqnas, siyasetmedar û komeleyên navneteweyî di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."   Bi komploya navneteweyî re Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate girtin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Rêberê PKK’ê ji roja hatiye girtin ve li Grava Îmraliyê ya ku ji her deverê hatiye îzolekirin de tê tecrîdkirin û ev 23 sal in tecrîd bê navber berdewam dike. Parêzera OHD’ê Rengîn Ergul têkildarê tecrîdê û di qanûnê de cihê wê bi ajansa me re axivî.   'Pergala înfazê tê meşandin'   Rengînê di destpêka axaftina xwe de got li îmraliyê bi taybetî li gorî kes pergalek a înfazê tê meşandin û wiha nirxand: "Lewra Tirkiye ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê, ne peymanên navneteweyî, ne li gorî biryarên AÎHM’ê yên di derbarê birêz Abdullah Ocalan de hatine girtin û ne jî li gorî raporên ji aliyê saziyên din ve hatine amadekirin nêzîk dibe. Ev jî gotina me piştrast dike ku pergalek li gorî kes tê meşandin heye. Belê Birêz Abdullah Ocalan girtiyekî ku cezayê giran ê miebedê girtî ye. Ji bo girtiyên miebet xwarine hinek maf jê re nayên naskirin lê belê ya ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin ji vê gelek cudatir e. Ji wî re tu maf nayê naskirin."   'Tirkiye ne xwedî zemînek rewa ye'   Rengîn a ku da zanîn hemû mafên birêz Abdullah Ocalan tên binpêkirin wiha dirêj kir: "Ji her kes û derî tê îzolekirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe re nake û mafê telefonê yê axaftinê jî nayê dayîn. Ji bo Tirkiye van mafan nade her carê hincetek derdixist. Berê digotin keştiyên parêzeran dibin grava Îmraliyê xira bûne, niha jî bi hênceta  cezayên disiplînê re derdikevin pêşiya me. Lê Tirkiye di pêkanîna vê pergala xwe de ne xwedî zemînek rewa û ne jî xwedî bingehek hiqûqî ye. Îqtidar tenê hincetên ku bingeha vê pergalê xwe tije bike bi kar tîne."   'Divê werin îfşakirin'   Rengînê qala pendên ku îqtidar dike kir û wiha jî şiyariyên xwe parve kir: "Mafên birêz Abdullah Ocanan binpê dikin û vê jî weke rewa nîşan didin. Di vê mijarê de jî bar dikeve ser milê hiqûqnas, siyasetmendar û komeleyên navneteweyî. Divê ev yek were îfşakirin û hemû rêbazên hiqûqî werin ceribandin. Li gel wê jî pêwîst e di astan navneteweyî de bangewazî werin kirin. Ango divê komeleyên navneteweyî jî hêza xwe ya li Tirkiyê bidin bikaranîn."   'Ji tecrîdê zemîn ava kirin'   Rengînê wiha pê de çû: "Di eslê xwe de du cure tecrîd hatin meşandin. Ya yekemîn bi komloya navneteweyî ya girtina birêz Abdullah Ocalan û telîmkirina wî ya Tirkiyeyê. Ya duyem jî qetlîama girtîgehan a di 19’ê Kanûna 2000’î de pêk hatî bû. Cardin di wê demê de jî li dijî pergala girtîigehên tîpa F yê çalakî hatin lidarxistin û ew çalakî jî bi êrişê re hate temirandin. Ji wê rojê şûnde jî ev girtîgehan belav bûn. Li her deverê Tirkiyeyê girtîgehên tîpa F û yên ku bi ewlehiya bilind tên înşakirin. Îqtidar li şûna înşakirina civakek nû  girtîgehên nû înşa dike. Ango bi wê re hewl dide ku beşa muhalîf di van girtîgehan de bêdeng bike. Vê ji bi şeklê herî giran bi tecrîdê re dide meşandin."   'Xwestin tolê hildin'   Rengînê bi bîr anî ku girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dest bi grevê kirin û wiha qala encamên hatine girtin kir: "Girtiyên siyasî ji ber ku tu derfetên wan ên pêkanîna çalakiyê tunebûn bi bedena xwe çalakî li dar xistin. Girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Lewra îqtidara ku di aliyê tolhildanê de pir pêş ketiye jî hewil dide ku tola wê  jî rake. Ji ber çalakiyên li dijî tecrîdê hatine lidarxistin cezayê disiplînê ji bo girtiyan hate dayîn û înfazên wan hatin şewitandin. Îro jî nobetên edaletê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan çalakî tên lidarxistin. Malbatên girtiyan di lêgerîna edaletê de ne û pêwîst e em hemû xwedî li daxwaza wan derbikevin."   'Daxwaza azadiyê mafê me ye'   Li ser pirsa me ya ku kesên qala tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin dikin tê cezakirin, Rengîn wiha bersiv da: "Li Tirkiyeyê li dijî kurdan û li dijî beşên muhalîf cezayê hiqûqî yê dijminatiyê tê meşandin. Ev cezayê hiqûqî yê dijminatiyê jî bi armanca tunekirina wan an jî ji bo jiholêrakirina vîna wan a siyasî tê meşandin. Bi wê ve girêdayî jî îro birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd xwedî nirxekî siyasî ye. Îqtidara ku nikare li hemberî vê cîgiriyê serî hilbide, vê carê êrişê hemû saziyên ku vê yekê diparêzin dike. Hewil dide gotin û ramana van kesan ji holê rake. Ji ber vê yekê jî em dibêjin bilêvkirina tecrîdê ne sûc e. Ger ku em biryara Dadgeha Parastina Mafên Mirovan a Ewropayê û nêzîkatiya Konseya Ewropayê ya Komîteya wezîran ber bi çav bigirin, mafê me ye ku em azadiya birêz Abdullah Ocalan ku 23 sal in di girtîgehê de ye bixwazin. Mafê herkesî ye ku li dijî bêmafî û tecrîdê serî hilbide. Di çarçoveya mafên xwe de dikarin çalakiyan jî li dar bixin."